Siddik BOZARSLAN
Şahê Safewî Şah Abbasê II. (1585- 1628), bi hêzeke mezin êrîşî Kurdên Bradostî kirine ku paytextê wan Kela Dimdimê bûye. Serekê kurdên Bradostî Emir Xanê Destzêrîn (Xanoyê Destzêrîn- çengzêrîn), li hemberî orduya Îranê bi mehan şer kirine. Lê ji ber ku teqemenîyên kurdan qedîyabûn û ava wan ya vexwarinê jî nemabûn, di encamê da kurd têkçûne, lê teslîm nebûne. Dema orduya dagirkerîya Îranê dikevin nav keleyê; dibînin ku hemî zilamên kurd xwe kuştine û hemî jinan jî li cîyên bilind ên keleyê xwe bi benan daleqandine û dawîyê li jîyana xwe anîne. Bi vî awayî, yek kurdekî / a Bradostî nexwestîye ku bi zindî bikeve destê dijminê xwe yê dagirker û bi destên xwe dawî li jîyana xwe anîne.
500 sal berê be jî Kurdên Bradostî zanibûne ku her rojeke wan yê bindestîya Îranê, ji mirinê xirabtir e, wan bixwe dawî li jîyana xwe anîne. Ji ber ku ew bi şîar û slogana ”Ji serxwebûn û azadîyê bi rûmettir tiştek tune.” bawer kirine û li gora wê şîarê ketine nav hewildanê û di encamê da dawî li jîyana xwe anîne. Haydarîyên vê bûyerê di Romana Kela Dimdimê da hatîye behskirin ku ji alîyê nivîskarê kurd yê gorbihişt Ereb Şemo ve hatîye nivîsîn. (8)
Di vî derbarî da haydarîyên Minorski jî hene. Minorski di kitêba xwe ”kurdan” da nivîsîye ku bûyera Kela Dimdimê, bûyereka rastî ye û bûye malê dîrokê û loma di derbarê wê bûyerê da gelek dastan û kilam hatine gotin. Minorski dibêje ku Kela Dimdimê, li nêzîkî Çemê Branduzê ye ku dikeve başurê Urmîyê (Rizaîye). (7)
Bê guman ev bûyer, hestên nasnameya kurdevînî û Kurdistanevînîya Kurdên Bradostî di sewîyeya herî bilind da yanî di tîtalekê da nîşanî me û dijminên me yên hov dane. Wek gelek xwendevanên kurd pê dizanin, filma ”Hezar Canfîdayên Sipartayî” ya qehremanîyê wek belgefilmek li dinyayê nav daye û bûye malê dîroka wî gelî. Lê ji ber ku kurd heta nuha nebûne xwedîyê dewleteka serbixwe; ji wan ra firsend çênebûye ku berxwedan û qehremanîya Kurdên Bradostî bibe rêzefilmên belgeyî û lehengîya bapîrên me, dê û bavên me, keç û xortên me, bi neslên nû û bi dinyayê nikaribûne bidin nasîn.
“Dewleteka Kurdî, ne xeter e!..” (Muammer Qeddafî)
Heyeteka Partiyên Siyasi yên Kurdistanî, roja 14.12.2007an li bajarê Parisê, Serekê Dewleta Libyayê Muammer Qeddafî zîyaret kirin. Qeddafî, di pêşwazîyê da jibo raya giştî van haydarîyan pêşkêş kir:
“Li ser pirsa piştgirîya min jibo avabûna dewleteka Kurdî, gelek rexne li min tên girtin. Heta ji min ra dibêjin ku ji kurdan zêdetir daxwaza dewleteka Kurdî dikî. Ez berdewam digel doza gelê kurd bûme û min qet helwesta xwe neguhertîye û ji ber vê piştgirîya min ya jibo Gelê Kurd, li her çar perçeyên Kurdistanê, gelek rexne li min hatine girtin. Bawerîya min bi edaleta kurdan heye, loma min her dem piştgirîya we kirîye. Tirkîye, Surîye û dewletên dî, li ser helwesta me ya li hember kurdan, bi dijwarî rexneyan li me digrin. Lê min gotîye û dibêjim, Gelê Kurd ku li ser axa xwe dijî, wek hemî gelên dî, mafê dîyarkirina çarenivîsa xwe heye û avabûna dewleta Kurdî, ne xeter e û ew mafeke rewa yê Gelê Kurd e, ji ber ku li ser erdê xwe dijî û axa kesê jî dagir nekirîye.” (10)
Li vir wek anekdotek ez dixwazim nuqtayek zelal bikim ku dikare jibo hin xwendevanan bibe mijara gengeşeyê. Hin xwendevan dikarin bejin ku Dewleta Libyayê wek dewleteka eşîretî bûye û M. Qaddafî jî serekê wê eşîretê bûye û hwd… Bi ya min dîtinên weha ku hin kurdên me bidin zanîn, ne girîng in û şaş in. Tiştên girîng ew in ku li cîhanê derdora 1,5 milyar musulman hene ku ji 50yî zêdetir welatan pêk hatine. Mixabin yek dewleteka musulman û serek û berpirsên wan bi awayeke resmî heta nuha piştgirîya doza neteweyê kurd ya heqîyê nekirine. Jibo me esas mijara gengeşeyê ev nuqte ye. M. Qaddafî serekekî eşîretêk bûye, nebûye, qet girîng nîne ye; lê di çarçoveya navberdewletî da Libya dewletek bû û Qaddafî jî serekê wê dewletê bû û nirxandin jî divê di wê çarçoveyê da were kirin.
Qaddafî ne tenê ji raya giştî ra li Parîsê wê axiftinê kirîye ku li jor hat dîyarkirin; her weha Qaddafî di wê çarçoveyê da heman gotinan di bernameyeka zindî ya TV ya Şamê da ji Hafiz Esad ra jî gotibû. Her weha Qaddafi, li dijî tirkan jî bêdeng nemaye. Dema Serekwezîrê Dewleta Tirk Necmettin Erbekan, di 6ê oktobira 1996an da bi awayeke fermî serdana Libyayê dike; di wê serdanê da M. Qaddafi ji N. Erbakan ra weha dibêje:
” Li Rojhilata Navin, di bin rojê da, divê cîyê Kurdan jî, cîyê welatê wan jî hebe. Li Kurdan zulumkirin tişteke şaş e ku ew daxwaza serxwebûnê dikin…”
Van gotinên M. Qaddafi li dijî N. Erbakan; di çapemenîya giştî ya tirk da bûn semedê gengeşeyan. Çapemenîya tirk, siyasetmedarên tirk, berpirsên orduya tirk; rexneyên giran jibo Qaddafî dan zanîn û nerazîbûna xwe jibo Erbakan eşkera kirin ku çima bûye muxatabê rexneyên Qaddafî. Qeneeta giştî ya tirk ew e ku semedê hewildana ”Darbeya Postmodern”ê ya 28ê sibatê yek jê ew ziyareta Erbakan jibo Libyayê bûye. Jibo me kurdan, peydakirina piştgirîya diplomasiyê li seranserê cîhanê, gelek girîng e. Di vê çarçoveyê da kurd mecbur in ku bikevin nav hewildanên piralî da ku zêdetir dostan peyda bikin û piştgirîyên wan werbigrin.