Turkiyê Kobanê û Qamişlo bombebaran dike 2024-12-12 Welat TV – Hewlêr Artêşa Turkiyê bi rêya firokeyek bê firokevan (dron) herdu bajarên Qamişlo û Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir. Li gro Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, nîvê şeva Çarşem-Pêncşemê, droneke Turkî gundê Dîkan ê herêma Sirîn a gundewarên Kobanê bombebaran kir, bêyî ku agahî derbarê ziyanên mirovî û madî de bên naskirin. Hevdemê vê bûyerê û li bajarê Qamişloyê, firokeyeke bê firokevan a Turkiyê navenda leşkerî ya rêjîma jinavçûyî li Tertebê, ku bi navê “Fewca Tertab” li başûrê bajarê Qamişlo tê naskirin, bi 3 êrîşan kir armanc. Heta dema amadekirina vê nûçeyê, ti agahî derbasê ziyanên mirovî û mad yên van êrîşan nehatiye zanîn. Di destpêka vê heftiyê de, firokeyên şer ên Îsraîlê heman navçe ligel firokexaneya Qamişloyê armanc kiribûn. Bi vî awayî hejmara êrîşên asmanî yên firokeyên bê firokevan ên artêşa Turkiyê li ser navçeyên di bin bandora “Rêveberiya Xweser” li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê ji destpêka sala 2024an ve gihîştiye 203an û bûne sedema kuştina102 kesan, her li gor agahiyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan. zêdetir HSDê “droneke” Emerîkî li Sûriyê dixe xwar Firokexaneya Şamê dê “nêzîk” dest bi kar bike El-Şeri’: Em dê hêzên ewlekarî yên rêjîma Esed hilweşînin Jêder: Dergehê Pêşabûr – Sêmalka vekirî dimîne Li benda nûçeyekê ne.. Welatiyên Qamişlo lêgerînên di girtîgehên Esed de dişopînin Endezyarek li gundewarê Dêrikê hat girtin Besam Ishaq: Emerîka li ser vekşîna HSDê ji deverên Erebî erê kiriye Termên bi dehan girtiyan gihiştin nexweşxaneya Muctehid a Şamê

Artêşa Turkiyê bi rêya firokeyek bê firokevan (dron) herdu bajarên Qamişlo û Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.

Li gro Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, nîvê şeva Çarşem-Pêncşemê, droneke Turkî gundê Dîkan ê herêma Sirîn a gundewarên Kobanê bombebaran kir, bêyî ku agahî derbarê ziyanên mirovî û madî de bên naskirin.

Hevdemê vê bûyerê û li bajarê Qamişloyê, firokeyeke bê firokevan a Turkiyê navenda leşkerî ya rêjîma jinavçûyî li Tertebê, ku bi navê “Fewca Tertab” li başûrê bajarê Qamişlo tê naskirin, bi 3 êrîşan kir armanc. Heta dema amadekirina vê nûçeyê, ti agahî derbasê ziyanên mirovî û mad yên van êrîşan nehatiye zanîn.

Di destpêka vê heftiyê de, firokeyên şer ên Îsraîlê heman navçe ligel firokexaneya Qamişloyê armanc kiribûn.

Bi vî awayî hejmara êrîşên asmanî yên firokeyên bê firokevan ên artêşa Turkiyê li ser navçeyên di bin bandora “Rêveberiya Xweser” li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê ji destpêka sala 2024an ve gihîştiye 203an û bûne sedema kuştina102 kesan, her li gor agahiyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan.

WTV

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *