Wezareta Navxweyî ya Awûstûryayê ragihand ku prosedurên penaberiyê ji bo welatiyên Sûriyê dê bên rawestandin û bernameyeke rêxistinî jî, ji bo vegera bo Sûriyê dê bê danîn.
Ev di demekî de ye ku li Awûstûryayê 100 hezar Sûriyeyî dijîn û bi hezaran ji wan li benda penaberiyê ne.
Wezareta Navxweyî ya Almanyayê jî tedbîrên dayîna mafê penaberiyê bo hemwelatiyê Sûrî ragehand, ev jî heta dema ku rênimayîyên nû bo bê derxistin.
Nêzîkî 800 hezar Sûriyeyî li Almanyayê dijîn, piraniya wan di sala 2015an de li ser biryarên serokwezîra berê Angela Merkel, koçî Almanyayê kirin.
Li gor amarên ofîsa Yekîtiya Koçberan û Penaberan, 72 hezar û 420 welatiyên Sûriyê daxwaza mafê penaberiyê li Almanyayê kirine, ku bi koma herîmezin a daxwazkarên mafê penaberiyê li Almanyayê tê navkirin û heta niha 47 hezar û 270 daxwazên wan nehatine temam kirin.
Di heman demê de Wezareta Navxwe ya Fransa ragihand ku ew kar li ser rawestandina mafê penaberiyê ji Sûriyê re dikin û dê di demek nêzîk de biryarê bidin, lê ji aliyekî din ve jî, Danîmarka, Norwêc û Swêd proseya dayîna mafê penaberiyê ji Sûriyê re rawestandibûn.
BN