Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyeyê îro (Duşem, 09.12.2024) beyannameyek parve kir ku tê de hatiye, “Em spasiya birayên xwe li Herêma Kurdistana Îraqê, bi serokatiya Serkirdeyê Kurdan Mesûd Barzanî dikin; wekî ku ew bi xwe xwediyê pirsê be, bi wî awayî serederî bi pirsa Sûriyeyê re kir û piştevaniya wî ji bo mafên gelê Sûriyeyê bandoreke mezin hebû, ku mimkin nîne li ber çavan neyê wergirtin.
Di wê beyannameyê de amaje hatiye dan, “Bira û binemalên me yên Sûriyeyî ku niha li deverên Kurdistana Îraqê ne bi taybetî, penaber û reviyayîyên destê Rijêmê bûne mêvanên birayên me li Herêma Kurdistanê, herwesa dewlet serê xebata gelê Sûriyeyê û qehremanên Şoreşê, li van nêzîkan vedigerin mal û bajarên xwe li Sûriyeyê, ji bo ku tevlî damezrandina seqamgiriya wê bibin û piştgiriya hêz û avedankirin û jiyarxweşiya wê bikin.”
Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyeyê di wê beyannameyê de amaje jî daye, “Di vê dema dijwar de em berê xwe didin Îraqê û wan piştrast dikin ku şoreşa Sûriyeyê û ew operasyonên hatine destpêkirin çi zirar û arêşeyek ji bo Îraqê nabe, em di demên xweş û nexweş de hevpar in û em li benda paşerojeke baştir û zêdetir ewlehî û seqamgiriyê ne.”
Desteya navbirî tekez jî kiriye, “Hevparî û berjewendiyên me dîrokî ne û hêviyên navbera van her du welatan gelek in û nayên hejmartin, ji bo dabînkirin û seqamgirkirina ewlehiyê û belavkirina aştiyê li hemî Rojhilata Navîn, herwesa em li bendê ne ku Îraq rûpeleke nû ya pirî alîkarî û biratî û aştî veke.”
K24