Efrîn | Kalemêrê Êzidî ku nexwest mala wî bikin mizgeft hate revandin

Hate ragihandin ku li Efrînê Kurdekî Êzidî yê 70 salî bi navê Fewzî Ehmed Elî, çima ku qebûl nekiriya mala xwe bide çekdaran hatiye revandin.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Efrînê, bûyer li navçeya Şêrewa gundê Basûfanê qewimî ye û welatiyê bi navê Fewzî Ehmed Elî (70) yê daxwaza çekdarên bi ser Tirkiyê ve red kiriye û mala xwe nexwestiye bide wan.

Hate diyarkirin ku çekdaran gotiye, ew ê mala wî bikin mizgeft û wî jî qebûl nekiriye û paşê hatiye destgirkirin. Malbatê daye zanîn ku çarenivîsa kalemêrê Kurd nediyar e û nizanin ew birine ku derê. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *