Trump derbarê şerê li Sûriyeyê daxuyanî da

Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump got, “çekdarên Sûriyeyê xwe ji bo derxistina Esed û Rûsyayê ji wî welatî amade dikin. Ew ne dostên me ne, ji ber vê yekê ti têkiliya Amerîka bi wî ÅŸerî re nîne.”

Her wiha Trump tekez kir ku nabe Amerîka tevlî ÅŸer bibe û got, “Şerê Sûriyeyê ne ÅŸerê me ye, nekevin ÅŸer.”

Trump li ser hesabê xwe yê Socaial Truthê der barê bipêşketinên li Sûriyeyê da daxuyanî da.

Trump amaje bi wê yekê kir ku komên çekdar ên dijî rejîmê bi pêngaveke nedîtî dest danîne ser gelek bajarên Sûriyeyê û wan berê xwe daye Şamê.

Trump diyar kir ku ew grûpên çekar ji bo hilweşandina Beşar Esed xwe amade dikin ku tevgereke mezin bikin û got:

“Rûsya li Ukraynayê pir mijûl e û ji ber ku zêdetirî 600 hezar leÅŸker ji dest dane nikare vê bipêşketina li Sûriyeyê ya ku bi salan e diparêze, rawestîne.

Trump diyar kir ku ji ber ku serokê berê Barrack Obama di dema xwe de nikarîbû xetên sor biparêze, Rûsya tevlî mijara Sûriyeyê bûye û got:

“Niha ew (Rûs) jî wekî Esed tên derxistin. Ev ji bo wan ne tiÅŸtekî xerab e. Sûriyeyê ji bilî îsbatkirina ku Obama ehmeq e, gelek tiÅŸt ji Rûsyayê re nekir.

Di her rewşê de, Sûriye tevlihev e lê ne dostê me ye û TiÅŸtekî Amerîkayê pê tineye. Ev ne ÅŸerê me ye.”

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *