Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê ragihand, “Şervanên me yên Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê li bajêr û rojavayê Feratê bi cih bûne.”
Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê li ser rewşa dawî ya Dêrezorê û bicihbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek belav kir.
Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê di daxuyaniya xwe de anî ziman:
“Geşedanên dawî yên li welatê me Sûriyeyê, ji bo ewlehiya gelê me û aramiya herêma me Dêrezorê metirsiyeke mezin e.
Bi taybetî vejîna çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞê yên li çolistana Dêrezorê metirsiyên mezin in.
Li hemberî vê rewşê û ji bo ewlehiya gelê me, şervanên me yên Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê li bajêr û rojavayê Feratê bi cih bûne.
Armanca me ya sereke ew e ku em ewlehiya xwe û aramiya civaka xwe biparêzin. Em bi hemû hêza xwe li ser pêkanîna vê berpirsiyariya dîrokî ne.
Em spasiyên xwe pêşkêşî gelê xwe dikin ku bi germî pêşwazî li me kir û bi hemû derfetên xwe piştgirî da me.
Em bangî hemû welatiyên xwe dikin ku bi şervanên xwe re bibin yek da ku em bi hev re axa xwe biparêzin û li dijî her cure êrişan li ber xwe bidin.”
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) her wiha piştî ku Hikûmeta Sûriyeyê vekişiya Balafirgeha Leşkerî ya Dêrezorê jî kontrol kiribû.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku hêzên Hikûmeta Sûriyeyê bi carekê re ji Dêrezorê vekişiyane.
Rûdaw