“Desteya Tehrîr El-Şam”: Pirsgirêka bi HSDê re ye, ne bi Kurdan re

 

Welat TV – Hewlêr

Pisporê leşkerî ji ”Desteya Tehrîr El-Şam” Yasir El-Cindî da zanîn ku pirsgirêka wan bi HSDê re ye, ne bi Kurdan re.

Îro El-Cindî ji Welat TV re got ku ew di şerê li dijî Rêjîma Sûrî de li du bereyan pêş dikevin, bereya Hema û Himsê û ya Der´ayê.

Yasir El-Cindî got ku “wan dest daniye ser bajarê Hema û her du bajarên Reseten û Tilbîsê li Himsê her weha li Der´ayê jî Rêjîm ji hejmarek xal vekşiya”.

*Çûnûhatina sivîlan asayî ye

Derbarê rewşa taxên Kurdan (Şêx Meqsûd û Eşrefiyê) li Helebê El-Cindî got: “Nişteciyên van her du taxên resen birayên me ne û em bi hebûna wan li bajarê Helebê şanaz in”.

Yasir El-Cindî diyar kir ku çûnûhatina sivîlan û tevgera bazirganiyê bo her du taxan asayî ne û beriya çend rojan wan nameyên dilrihetkirinê ji sivîlan re şandine.

*Me ji HSDê xwe ku ji Helebê derkeve

El-Cindî serbar kir ku pirsgirêka wan li gel HSDê ye, yên ku dema bajar di bin destê Rêjîmê de bû bi rêya çekan dest danîne ser van taxan.

Li gorî El-Cindî, “Desteya Tehrîr El-Şam” ji HSDê xwestiye tevlî çekên xwe ji her du taxan berev rojhilatê Feratê derkevin lê wan qebûl nekiriye û ev yek jî bûye pirsgirêk.

Yasir El-Cindî amaje kir ku hîn hevdîtin û danûstandin di navbera “Desteya Tehrîr El-Şam” û HSDê de derbarê rewşa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berdewam in.

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *