Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn

Weşanên Avestayê bi minasebeta 50 saliya nivîskariya Berken Bereh hemû helbestên wî di dîwaneke bi navê Botannameyê de çap kir.

Botannameya Berken Bereh ji 10 dîwanên kevn, dîwaneke nû, hinek nivîsên li ser wî û wêneyan pêk tê.

Weşanên Avestayê diyar kir ku Botanname dê tenê careke were çapkirin û dibe berhema 900î ya Weşanên Avestayê.

Weşanên Avestayê diyar kir ku dê helbestvan Berken Bereh sibe û dusibe li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê be û Botannameyê îmze bike.

Berken Bereh kî ye?

Sala 1954an li bajarê Şirnexê ji dayîk bûye.

Cara yekem helbestên wî di kovara Tîrêjê de hatine belavkirin.

Heta niha helbest û nivîsên wî di gelek kovar û rojnameyên Kurdî de belav bûne (Nûbûn, Nûdem, Jiyana Rewşen, Nûbihar û hwd.).

Sala 1999an bi navê Kulîna Kulîlkan kovareke înternetî amade kir û çar hejmarên vê kovarê derketin.

Hin helbestên wî li Tirkî, Almanî, Fransî, Erebî û Farisî hatin wergerandin.

Li Bakur û Başûrê Kurdistanê tevlî gelek konferans û panelên edebî bûye.

Bandora wî li ser gelek helbestvanên ciwan ên Bakurên Kurdistanê heye.

Helbestvan li Êliha Bakurê Kurdistanê dijî û hîn jî bi awayekî çalak helbestan dinivîse.

Berhemên Berken Bereh ên çapbûne wiha ne:

Êş (Weşanên Sî, 2001)

Şagirtên Evînê (Weşanên Sî, 2003)

Pandomîm (Weşanên Belkî, 2006)

Şîna Helbestê (Weşanên Doz, 2008)

Dilê min palgeh e ji işqê re (Weşanên Lîs, 2011)

Ji Dûriyê re (Weşanên Lîs, 2013)

Xewna Dawî (Weşanên Lîs, 2016)

Xana Xemê (Weşanên Lîs, 2018)

Çemê Baranê (Avesta, 2019)

Wisa Tê Bîra Min (Avesta, 2020)

 
 
KITÊBA 900. BOTANNAME HEMÛ HELBEST BERKEN BEREH (10+1 DÎWAN) û Li ser Berken Bereh ÇAPA TAYBET 14×22.5, 880 rûpel, bi cild û şomîz, bi wêne BI MINASEBETA 50 SALIYA NIVÎSKARIYA BERKEN BEREH TENÊ CAREKÊ ÇAP DIBE DERKET! BERKEN BEREH DAWIYA HEFTIYÊ LI RIHA YE! avestakitap.com/botanname
 
 

Resim

 
 

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *