Akademisyen, zimanzan, wêjezan û kurdolog Joyce Blau

Akademiya Kurdî li Stockholmê, li ser koça dawîn a akademisyen, zimanzan, wêjezan û kurdolog Joyce Blau peyameka sersaxiyê belav kir. Peyama Akademiya Kurdî weha ye: Em akademisyên Kurd, xwe hevparên xemên malbata Joyce Blau û hizkirên wî dibînin. Giyana wê tim şad be û cihê bihuşt be. Em bi ser navê Akademiya Kurdî pir xemgîn in û ji malbata akademisyen, prof. Dr. Joyce Blauyê re sebrê dixwazin.

Joyce Blau, akademisyen, profesor, kurdolog, zimanzan 24ê cotmeha 2024an koça dawîn kir. Ew xwendekara Dr. Kamuran Bedirxan bû û wê li zanîngeha Sorbonnê doktoraya zimanê kurdî wergirt. Piştî mirina Dr. Kamuran Bedirxan bû, kete şûna wî bû û mamosteya zimanê kurdî li zanîngehê. Di derbarê wefata wê de serokê Herêma Kurdistanê çirvan BARZANî peyameya xemgîniyê belav kir û weha got: ”Joyce Blau piraniya jiyana xwe bi piştivaniya gelê Kurd re derbas kir. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Masrûr BARZANÎ jî peyameka xemgîniyê jibo koça dawîn a Joyce Blau belav kir û ji malbata wê re sebrê xwest. Joyce Blau yek ji avakara Enstîtuya Kurdî li Parîsê bû û bi zanayê kurd, profesor Keldal Nezan re dixetibî. Di 13ê Gulana 2023an de bi beşdarbûna Joyce Blau bixwe, bi navê wê ”Pirtûkaxaneya Joyce Blau”li Kela Hewlêrê hat vekirin. Akademiya Kurdî jibo xebata wê, jê re hurmet nîşan dide, heta bi heta. Akademiya Kurdî girîngiyeka mezin dide xebatên van kesan jî: Oscar Marr, Vladimir Minorskî, Ferdinand Justî, Basil Nikitin, Alexander A. Jaba, Evlîya Çelebî, Martin van Bruinessen, Michiel Leezeenberg, Maurizio Garzonî, Jean B. Bavernier, Peter S. Pallas, Nikolaj Marr, Zimanzanê swêdî Henrik S. Nyberg (swêdî)…

 

Zimanzana navdara cîhanê Dr. Joyce Blau, zazakî ji kurdî gelek kevntir e. Joyce Blau, Avram Noam Chomsky,  David Neil Mackenie. Karl Hadank, Oskar Mann û gelek akademisyenên din, bawer dikin ku zazakî ji zimanê Avesta´yê dihê û zazakî  zimanê ”Avesta” ye.  Li gorî Joyce Blau û Avram Noam Chomsky heke zazakî wenda bibe, hingê çandeka mirovahiyê jî pê re wenda dibe, ji lewre divê zazakî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bê parastin. Yek ji daxwaza Joyce Blau parastina zazakî û goranî ye.

Joyce Blau 18ê adara 1932an de li malbateka qanûnzan, li Qahîreya Misirê hatiye dûnyayê û 24ê cotmeha 2024an koça dawîn kir. Di sala 1950î de çûbû Parîsa Fransayê û li wir dest bi fêrbûna zimanê kurdî û farîsî kiribû.  Piştî demekê li Zanîngeha Sorbonnê ya Parîsa Fransayê doktoraya zimanê kurdî wer digire û deriyên nû lê vedibin. Joyce Blau, edîtora giştî ya kovara “Lêkolînên Kurdî”, li Enstîtuya Neteweyî ya ziman û Şaristaniyên Rojhilatî (ÎNALCO) bû. Ew zimanzanekî fransî yê bi eslê xwe Misirî ye; pisporê ziman û wêjeya kurdî ye. Ew endama koma lêkolînê ya ”Monde Iranien” bû. Wê çend lêkolîn li ser ziman, wêje, şaristaniya kurdan û Rojhilatî kirîye. Joyce Blau hevalbendek nêzik ê çalakvanê çepgir Henrî Curiel bû û beşdarî gelek çalakiyên wî bû, di wê demê de herdu jî li Misirê dijîyan û dûvre sirgûniya wan a hevpar li Fransayê berdewam kir. Henrî Curiel 4ê gulana 1978an de li Parîsa Fransayê hat kuştin. Henrî Curiel komûnîstekî mafnas bû û ew li Misirê wek kurê dewlememdekî, li malbateka qanînzan tê dûnyayê.  Piştî kuştina Henrî Curiel di sala 1978an de Joyce Blau komiteya “Comite Palestine et Israel Vivront´ê” damezrand û birêve bir, bû navbervana dialoga PLO û Israelê. Joyce Blau akademisyeneka piralî û xwedî kapasîteyeka mezin bû.

Zimanzan, edebiyatzan û akademisyen Joyce Blau di 24ê Cotmeha 2024an de, di 92 saliya xwe de li Fransayê koça dawîn kir. Em bi ser navê Akademiya Kurdî pir xemgîn in, em xwe hevparên xemên malbata Joyce Blau, hezkirên wê û hevalên wê yên akademisyen dibînin û ji malbata akademisyen, prof. Dr. Joyce Blauyê re sebrê dixwazin.

Akademiya Kurdî li Stockolmê

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *