Metirsiyên serjimêriyê: Bi dehan malbatên Ereb li Kerkûkê hatine bicihkirin -Video

Li Îraq û Herêma Kurdistanê sêrjimêriya giştî tê kirin lê metirsî li ser guherîna demografiya Kerkûka Başûrê Kurdistanê heye.

Xelîl Xelef dema şerê DAIŞê koçber bû û 7 salan tevî malbata xwe li Kerkûkê jiya lê sala borî bar kir û vegeriya gundê xwe yê nêzîkî navçeya Hewîceyê.

Niha ku pêvajoya serjimêriyê didome, ew dîsa vegeriya bajêr.

Xelîl Xelefê ku bavê 12 zarokan e, li taxa Kurdistanê ya bajarê Kerkûkê bi armanca ku di serjimêriyê de li wir were tomarkirin, xaniyek kirê kir.

Xelîl Xelef li ser rewşa xwe got:

“Dema ku em ji cih û warên xwe bûn li Kerkûkê bi cih bûn. Min xaniyek kirîbû û paşê min ew firot.

Ez niha vegeriyame û bi kirê tê de dimînim. Ez mehê 150 hezar dînarên Îraqî didim.

Em 2 malbat in û 15 kes in.”

Li taxa Kurdistanê ya ku bi navê xwe jî taxeke Kurdan e, rêjeya Kurdan her ku diçe kêmtir dibe û rêjeya Ereban zêde dibe.

Piraniya kesên ku xaniyan kirê dikin an dikirin, ji parêzgehên din çûne û di serjimêrê de navên xwe tomar kirine.

“Ji bajarên din tên”

Melayê bi navê Îmad Şukir li ser rewşê got:

“Ev kolana ku nêzîkî 20 malan lê ye ji nîvî zêdetir bûye ya Ereban.

Xelk ji bajarên din tên li vir navên xwe dinivîsin.”

Kesên ku berê wekî penaberên şerê DAIŞê li Kerkûkê dihatin binavkirin, di serdema Rakan Cibûrî de bi fermanekê wekî şêniyên Kerkûkê hatine tomarkirin.

Li gorî amarên ku Rûdawê bi dest xistine, zêdetirî 40 hezar zarokên ku ji parêzgehên din koçber bûbûn li ser dibistanên Kerkûkê hatin tomarkirin.

Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Perwîn Fatîhê diyar kir ku hinek dibistan ji bo penaberan hebûn lê paşê peyva penaberiyê hat rakirin.

Dibêjin mafê her Îraqiyekî yê xwendinê heye ji ber vê yekê dê di pêvajoya serjimêriyê de wekî ku Kerkûkî ne werin tomarkirin.

Parêzgarê Kerkûkê dilgiraniya xwe û tirsa xwe ya li ser serjimêriyê venaşêre û tekez dike ku her kesê ku li Kerkûkê tomarkirî be lê li gorî karta xwe ya niştimanî ne xelkê Kerkûkê be dê piştî serjimêriyê navên wan ji parêzgehên wan re werin şandin.

Zêdetirî ji sedî 98ê qonaxa nivîsîn û lêkolîna serjimêriyê ya li Kerkûkê bi dawî hatiye ku dê dawiya vê mehê serjimêrî were kirin.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *