Nexweşîyên Zegani û Paranoyayê, tirkan dîn û har kirine! (1-2)

Siddik BOZARSLAN

Balkêş e ku kolonyalistên tirk tenê teda û zulma hovane li ser kurdên bin destên xwe nakin; digel wê ew her tim destdirêjîyê parçeyên dî yên Kurdistanê jî dikin û her pêşveçûnek li parçeyên Kurdistanê, yan jî li dervayê Kurdistanê (wek Ewrupa, Skandinavya, Amerika) xewa Ankarayê direvîne. Ev jî bilasebeb nîne. Ji ber ku Sistema Ankarayê naxwze dev ji hovîtîya xwe berde û pirsên Kurdistanîyan û yên dî bi awayeke demokratik çareser bike; ew hem ketine nav nexweşîya paranoyayê- Paranoya, nexweşîyeke psikolojik e ku ji her tiştên dervayê xwe şupheyan dike û jibo xwe xeter dibîne. Ev nexweşî, di dereceya şizofrenik da însên dixe nav haleta tirs û gumanê. Gelek tirk difikirin ku li cîhanê dostên wan tunene û hemî civat an dewletên dî dijminên tirkan in û wd. Ev gotin ji zimanê yunanî çêbûye-. Digel wê nexweşîyê, tirk bi nexweşîya Zegani jî ketine.

Zegani jî, nexweşîyeke psikolojik e. Kesek ku karek kirîye û ew kar nîvî maye, yanî tevav nebûye û loma dixwaze wî karî bidomîne û tevav bike. Numûne; Atatirk berîya mirina xwe ji İsmet İnönü ra gotîye ku wî nikaribûye Eyaleta Musulê bide ser Turkîyeyê û her weha “Misak-î Millî” ya Osmanîyan pêk bîne û eger ew bikaribe, divê wê pêk bîne. Heman tişt, Îsmet İnönü ji Bülent Ecevit xwestîye û ev bûye wek wesîyet di navbera berpirsîyar û Serekên Dewleta Tirk da. Wer xuya dibe ku Recep Tayyip Erdoğan jî bi heman nexweşîyê ketîye û ew dixwaze sînorên Dewleta Tirk, wek sînorên împaratorîya osmanîyan fireh û mezin bike. Di vî derbarî da jî pratika Ankarayê gelek qirêj e. Wek numûne ez dixwazim li jêr çend hewildanên Ankarayê pêşkêşî we xwendoxên hêja bikim ku rêvebirên tirkan di eyara cinawirîyê da çawa dîn û har bûne û li her perçeyên Kurdistanê  û dervayê Kurdistanê êrîşên destkeftîyên kurdan dikin. Vaye çend ji van numûneyên dînbûn û harbûnê li jêr in:

Çend numûneyên desdirêjîyên tirkan li ser mafên kurdan 

1.Ridvanbeyoğlu Hüsrev Gerede, di navbera 1930-1934an da li İranê li ser navê Turkîye wek Sefîrêmezin xebitîye. Ev sefîrê tirk di kitêba xwe ya bi navê “Hatıratım” da têkilîyên xwe û Îranê di derbarê mijara kurdî da hin ragihandinan nivîsîye. Sefîrê Tirk ji Şahê Îranê ra dibêje: 

“ Em mecbûr in digel hev dijminê xwe yê muşterek kurdan ji navê rakin (îmha bikin). Divê em  kurdên ku li ser sînor qaçaxîyê dikin, heydûdîyê dikin û dostanîya me xirab dikin, pêwist e em wan ji ortê rakin (tune bikin).” 

Balkêş e ku ev axiftina Sefîrê Tirk û Şehînşahê Îranê Riza Pehlewî, rastê 15yê îlona 1930yî tê ku wê demê serhildan û berxwedana Îhsan Nûrî Paşa li Agrîyê didome. Li Îranê jî di navbera Tahran û Simko Axa da şer û têkoşîna kurdan dom dike. Li ser wê  pêşnîyaza Sefîrê Tirk, Şahê Îranê jî kêfxweşîya xwe dîyar dike û pêdivîya dostanîya herdu welatan nîşan dike û dipejirîne. 

Tiştên ku Sefîrê Tirk di kitêba xwe da nîşan dike; careka dî nîşan dide ku sînorên ku li ser înkar û qedexekirina neteweya kurd hatine çêkirin; dema pêwist be her du dewlet di warê eskerî, politik û ideolojik da hevkarîyê çêdikin û hewildanên muşterek (ortaxî) lidardixin. Ji ber ku her du dewlet jî jibo menfeetên dewletên xwe dixwazin kurdan ji nav bibin û bi vî awayî xwedêgiravî ewletîya welatên xwe diparêzin.(3)                                                                                                       

Yek ji van encamên têkilîyên kargêrîyên tirk û îranî ew bû ku bi şerkirin û bombekirina herêma Agrîyê ji alîyê tirk ve encam nedabû. Hukumeta Ankarayê tê gihîştibû ku ew bi hêsayî nikarin têkoşîna kurdan li Agrîyê têk bibin; loma wan bi Tahranê ra lihevhatinek çêkirin û li gora wê peymanê alîyê tirk, herêma Agrîya Biçûk dan Îranê û Îranê jî perçeyek erd da Tirkîye. Bi vî awayî têkilîya Agrîyê ji her alî ve hat birîn û Agrî bû wek zindanîyek ku her çar alîyê wê bi dîwarên hesinî ve werin pêçandan û di wê encamê da berxwedana serhildana Agrîyê di nav xwînê da fetisî.

2. Li Misirê di 1956an da Radyoya Kurdî dest bi weşanê dike. Dewleta Tirk gelek aciz dibe û jibo rawestandina radyoyê dikeve nav hewildanek. Rojek Sekreterê Serekê Misrê Cemal Abdulnasser, Ahmed Hassanain Haikal diçe cem serekê xwe û jê ra; ”Sefîrê Tirk hatîye bêyî ku xeber bide û ji hêrsa dikele û dixwaze te hema bibîne.” Abdulnasser ji sekreterê xwe dipirse da ku wan di van rojan da li hemberî Tirkîyeyê tiştekî dijminane kirine yan na. Sekreter (Haikal) bersiv dide: ”Ne tiştekî, qasî ku ez zanim.” Abdulnasser ji Haikal ra dibêje, ”Sefîrê Tirk di odeya xwe da nîvseetek an jî seetek bide sekinandin ku piçek hêrsê wî dakeve û dû ra bîne ku wî bibînim.”

Dema sefîr tê odeya Abdulnasser, ew hê jî bi hêrs e û dibêje:

”Em tehamûlê  karên dijminane yên welatê te li hember Tirkîyeyê nakin û em dê hesabê wê bipirsin.”

Abdulnasser bersiv dide: ”Birêz sefîr, me çi li hember welatê we kirîye?”

Sefîr weha bersiv dide: ”Tu dixwazî çi bibêjî? Ew radyoya kurdî ku we dest pêkirîye, kareke dijminane ya li hemberî me ye û dixwaze sazûmana welatê me xirab bike. Ev radyo divê bê girtin.”

Abdulnasser bi awayekî aram ji sefîr ra dibêje: ”Ev radyo li hember welatê we nîne, ji ber ku qasê ku ez pê dizanim hukumeta we dibêje li Tirkîyeyê kurd tunene. Ma ne wusa ye?”

Sefîr bersiv dide: ”Rast e ku li Tirkîyeyê kurd tunene, lê dîsa jî ew çalakîyeke dijminane ye!”

Abdulnasser dîsa bersiva sefîr dide: ”Fermo ji hukumeta xwe ra bibêje, eger wan rojek bi awayekî resmî qebûl kirin ku li Tirkîyeyê kurd hene, wê çaxê em dikarin li ser pirsa girtina weşana radyoya kurdî bifikirin.” (4)

3. Li Baxdayê di 14yê temûza 1958an da Derbeya Eskerî çêbû û bi vî awayî hukmê monarşîyê li Îraqê hilweşîya. Mela Mistefa Barzanî ji Sovyetê vegerîya Kurdistanê ku ew di 1947an da digel 500 hevalên xwe revîyabûn Sovyetê. Di 7ê oktobra 1958an da Barzanî zivirî û li Baxdayê jibo otonomîya Kurdistanê digel Baxdayê dest bi gengeşeyê kir. Yek ji encamên gengeşeyan ew bû ku di Destûra Baxdayê da maddeyên hebûna Neteweya Kurd û Zimanê Kurdî hat bicîkirin ku ev jî destkeftîyeke ne biçûk bû. PDK, dest bi xebata legal kir û di hukumeta Baxdayê da cî girt. Lê ev dem zêde dirêj dom nekir.

Di heman demê da li Bakurê Kurdistanê jî operasyonên tirk çêbûn û gelek welatperwerên kurd hatin girtin (17.12.1959)  û ketin zindanê ku ew bi navê “Bûyera 49an” tên naskirin. 

Balkêş e ku piştî Darbeya 27ê gulana 1960î, gelek zindanîyên sîyasî yên tirk hatin berdanê lê kurdên ku di Doza 49an da avêtibûn zindanê, ew nehatin berdan. Hukmê Eskerîyê yê Awarte qîma xwe bi wê yekê jî neanîn û 550 kurd komkirin û rêkirin Sêwasê jibo surgûnê. Ew kes bê lêpirsîn û mehkemekirin qasî 6 meh li Sêwasê man. Di nav wan da kesên naskirî wek Abûqat / parêzer (peyvik firansizî ye û  ”avocate” tê nivîsîn û ”avokat” tê xwendin) Faik Bucak jî hebû. Piştî ku 6 meh li Kampa Sêwasê man, di nav wan da F. Bucak, Kinyas Kartal û Abdurrezak Ensarioğlu jî tê da bi tevayî 55 kes jibo surgûnê rêkirin herêma rojavayê Turkîyê û ew li wir 2 sal surgûn man. Dema YTP bû şirîkê koalisyona hukumetê, qanûnek çêkirin û ew zivirîn malên xwe. F. Bucak jî zivirî Rihayê û karê xwe yê abûqatîyê domand.

4. Di 11ê adara 1970yî da Otonomiya Başurê Kurdistanê ji alîyê rejima Baxdayê ve hat qebûlkirin. Wek em pê dizanin, digel qebûlkirina otonomiyê jî hin problem (şol-gelş) di navbera Baxdayê û Kurdistanê da hebûn ku yek ji wan herêma Kerkûkê bû ku divê bihata ser coxrafya Kurdistanê. Loma hukmê otonomiyê emirdirêj nebû û careka dî di navbera du alîyan da şer despêkir. Lê balkêş e ku hukumeta Ankarayê jî tilîyên xwe xistîye nav vê gelşê û zorê daye Baxdayê da ku hukmên otonomiyê neyên pêkanîn.

Di vî warî da li xwemikurîya Fermandarê Hêzên Hewayî yê wê demê Generalê Tirk  Tahsin Şahinkaya, dinivîse ku Ankara, vala nesekinîye û bi rîya diplomatên xwe zorê dane Baxdayê ku otonomi têk biçe. (Bîranînên Tahsin Şahinkaya) 

Pir balkêş e ku Dozgerê Dadgeha Eskerîyê yê Fermandarîya Sıkıyönetima Bajarên Sêrtê –  Dîyarbekrê, di iddianameya jibo gumanbarên PDK da di dadgehkirina dawîya 1971an da weha gotibû:

“Em dê muhaqqeq bibin asteng ku ew peyman nekeve jîyanê. Bila bîlasebeb moral jibo kurdan çênebe…”

Peymanek li Baxdayê çêdibe ku muxatabê wê hukumeta Baxda û kurd in; lê yên ku zêde xwe aciz dikin û di hemî qadên jîyanê da wê acizîyê nîşan didin û xwe tam dikin sosret, hukumeta Ankarayê ye û rêvebirên girêdayê hukumet û dewletê ne. Ev acizî û sosretî tê radeyek ku berpirsên mahkemeyek dikarin wê têxin nav dosyayên xwe yên dadgehkirinê li hemberî kurdan. 

5. Mîsaleka destdirêjîya Ankarayê jibo Kopenhagê (Danimarka) jî gelek balkêş e. Berîya darbeya 12ê îlona 1980yî ya ku li Turkîyê çêbûye; li Danimarkayê Qurseka Kurdî jibo mamostayên kurd hatîye amadekirin. Ew qurs ji alîyê Weqfa Kultûrî ya Welatên Jorîn (bakur, yanî Skandinavya) ve hatibû amadekirin. Amanca wê qursê, jibo perwerdeya bi zimanê kurdî jibo zarûkên kurdên ku li Skandinavyayê dijîn bû. Sefîrê Tirk yê Kopenhagê dikeve nav hewildanê da ku ew qurs neyê çêkirin. Sefîrê Tirk gotîye ku ew kurdên dixwazin bi kurdî perwerde bibin, hevwelatîyên Turkîyeyê ne û li gora huqûqa Turkîyeyê kurdî qedexe ye û hevwelatîyên tirk jî li kîjan welat dijîn bila bijîn, mafê wan tune ku bi kurdî perwerde bibin.

6. Di havîna 1984an da li Stockholma Paytext (Swed) li taxa (mehleya) Tenstayê Hêlîna Kurdî (zarûkxane) jibo zarûkên kurdan hat vekirin. Rojnameya Rojane ya Swedî Dagens Nyheter, di rûpelên xwe da cî dabû vê hewildanê û kiribû nûçe. Li gora nûçeya rojnameyê, di despêkê da 15 zarûk (di navbera temenên 1,5 û 6 salî, 5 kur û 10 keç), di vekirinê da despêkirine. Du xebatkarên wê swedî ne û du jî kurd in. Berpirsîyara Zarûkxaneyê Birgitta Hedman gotîye ku ew dixwazin swedî û kurdî digel hev hînî zarûkan bikin di bedêla tirkî da. Ji ber ku kurdî qedexe bûye li welatê wan zarûkan; ew bi vî awayî kurdî dîyarîyê zarûkan û dê û bavên wan dikin. Loma hemî lîstik, çîrok, stran bi kurdî û swedî ne. Di payîzê da dê mamosteyeke kurdî jî jibo 30 seetî bigirin kar.

Di buharê da biryar jibo vekirina Zarûkxana Kurdî hatibû girtin. Berîya biryarê raporek hatibû amadekirin. Li gora wê raporê li herêmên Tensta- Rinkeby 100 malbatên Kurd (derdora 500 nufûs) henin û gelek ji wan kurdan êşkence li Turkîyê dîtine û sergêjîyên wan ên psikolojik hene. Di sazgeha (dezgah) sosyalî (civatî) da asistan Nunnu Lopen gotîye: 

“Komeleke malbatî li nêzîkî zarûkxanê dê were damezrandin. Em bi vê zarûkxanê, dixwazin şexsîyeta neteweyî bi hêz bikin.”  (5)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *