ENKS serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li Serok Barzanî dike

Encûmena Niştîman ya Kurd li Sûriyeyê peyamek arasteyî Serok Mesûd Barzanî kir û tê de serkeftina hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê lê pîroz kir.
Encûmena Niştîman ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) di wê peyama xwe de amaje da ku birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê cihê şanaziya hemî Kurdan e, herwesa tekez li ser pirensîpên demokrasiyê û giringiya Perlemana Kurdistanê jî kir.
ENKSê herwesa di pareke din a peyama xwe de pîrozbahî li serkirde û endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê û hemû aliyên serkeftî di van hilbijartinan de kir.
ENKSê ji aliyekî din ve jî got ku baweriya wê bi serokatiya hişmend a Serok Barzanî heye, ji bo berdewamiya pêvajoya demokrasiyê, parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê û bicihanîna hêviyên gelê Kurd di paşerojeke aram de.
Piroseya dengdana giştî ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li roja Yekşema borî, 20.10.2024, bi rê ve çû. Du milyon û 686 hezar û 578 dengderan mafê dengdanê hebû, lê li dû amarên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, du milyon û 87 hezar û 972 kes tevlî wê piroseyê bûn û rêjeya tevlîbûnê 72% bû. Bilindtirîn rêjeya tevlîbûnê jî li bazineya Dihokê hat tomarkirin ku 78% bû, herwesa li Hewlêrê 74%, li Silêmaniyê 65% û li Helebceyê jî 69% bû.
Li dû encamê destpêkê yê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi hejmara 190 karî 809 hezar û 172 dengan bi dest bixe, ku dibe 39% ya dengên hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê, anku dibin 39 kursî.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *