Xelata Nobelê ya Aborîyê ji 3 Aborînasan re Hat Bexşîn

Sê aborînas- Daron Acemoglu, Simon Johnson û James A. Robinson, yên ku di warê aborîyê Xelata Nobelê girtine, 14 Cotmeh,2024.

Xelata bîranînê ya Nobelê ya îsal di warê aborîyê de, roja Duşemê hat dayînê ji Daron Acemoglu, Simon Johnson û James A. Robinson re hat bexçîn, jiber lêkolîna wan ya li ser cudahîyên halxweşîya di navbera welatan de û çima hin welat serketî dibin û yên din têk diçin.

Komîteya Nobelê ya Akademîya Zanistî ya Qralîyeta Swêdê biryara xelatkirina sê aborînasan di warê aborîyê de bi daxuyanîyeke ragihand.

Komîteyê dîyar kir ku sê aborînasan “jibo halxweşîya welatekî giringîya saziyên civakê nîşan dan.”

“Civakên bi serwerîya qanûnî ya nebaş û saziyên ku şênîyê diçewisînin, mezinbûnê bi dest naxin yan jî ber bi başiyê ve guherînê naafirînin.

Lêkolînên xelatgiran ji me re dibe alîkar ku em fehm bikin ka çima,” Komîteyê bi berdewamî got.

Acemoglu û Johnson li Enstîtuya Teknolojîyê ya Massachusettsê dixebitin û Robînson jî lêkolînên xwe li Zanîngeha Chicagoyê didomîne.

“Kêmkirina ferqên mezin yên di dahatê de, di navbera welatan de yek ji mezintirîn kêşeyên serdema me ye. Xelatgiran jibo bidestxistina vê yekê girîngîya saziyên civakî nîşan dan,” Serokê Komîteya Xelata Zanistên Aborî Jakob Svensson, got.

Svensson got ku lêkolîna wan “li ser sedemên bingehîn yên ka çima welat têk diçin yan serketî dibin, têgihiştinek pir kûrtir ” peyda kiriye.

Daron Acemoglu xelatkirina xwe li Atîna paytexta Yunanistanê bihîşt ku li wir wê di konferansekê de biaxive. Acemoglu anî ziman ku ew jiber xelatê matmayî maye.

“Mirov qet di bendewarîya tiştekî wiha de nabe,” wî got.

Xelata aborîyê bi fermî wek Xelata Banka Swêdê ya Zanistên di Warê Aborîyê de jibo Bîranîna Alfred Nobel, tê bi nav kirin.

Banka Swêdê, dayîna wê xelatê di 1968’an de ragihand, jibo bîranîna Nobel, karsaz û kîmyagerê Swêdî yê sedsala 19’an ku dînamît afirand û pênc xelatên Nobelê ava kir.

Her çend pisporên Nobelê destnîşan dikin ku xelata aborîyê ji alîyê teknîkî ve ne Xelata Nobelê ye jî, ev xelat her tim bi yên din re di 10’ê Berfenbarê de tê pêşkêş kirin, di salvegera mirina Nobel ya di 1896’an de.

Xelatên Nobelê hefteya borî di warên bijişkî, fîzîk, kîmya, wêje û aştiyê de hatin ragihandin.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *