N. Nûredîn Sofîzade
Di nava agirê herêmî de, di nava bûyerên derdora me, di nava guhertinên ku têne pêşbînîkirin, em kîderê ne? Em divê çi bikin?
Em Kurd ku ji hemî hêlekê ve bindest û mafxwarî ne, ji aliyê hikumetên dagîrkar ve hatine bê maf kirin, Kurd û Kurdistan hertim li ber gefa êrîşê de ye û dujmin cehdê dikin ku Kurdan bihelînin, û ev dengê cuda cuda ye mafxwaziyê û tevgerên azadîxwaziya wan bifetisînin û bê deng bikin.
Niha ku Herêma Rojhilata Navîn bi sedema şerê di navbera Îsraîl û girûpên milîşiyayî û bi taybetî rêjîma Îranê de ye, û roj bi rojê egera berfirehtirbûna şer zêdetir dibe û gelek dûr nayê zanîn ku şerekî giran û yêkalîker di nabera Îran û Îsraîlê de biqewme, û hekî ev yêke jî çêbe, bê guman cemser û aliyên cuda dê çêbin û renge welatên xwedî bandor û bi taybetî Amerîka û Ewropa û welatên nawçê nekarin bê helwêst bin, vê demê me Kurdan çi kiriye? Di nava wan bûyeran de berjewendî çiye û Kurd kîdera wan bûyeran de cih digrin?
Bê guman hekî ev şerê pêşbînîkirî biqewme, dê gelek guhertinên bingehîn bi du xwe de bîne, herçiqas her nihade û hela bibê êrîşa Îsraîl bo ser Îranê, gelek derencam bi du xwe de anîne.
Ev şera dikare hevsengiya hêzan biguhere û tenanet dikare bibe sedemê guhertina jiopolitîk û cografiya û pêkhata sinûran jî.
Li demekê de ku Kurdistan li wê nawçê de hilkevtiye, li demekê de ku Kurd bi ser aliyê kêm 4 welatên vê herêmê de hatiye parvekirin û axa Kurdan hatiye dagîrkirin, û Kurd ji heçî mafekî berheqe netewî hatine bêparkirin û bi dirêjiya dîrokê xebat kiriye bo geheştina bi mafê xwe, bê guman heçî kîjan ji wan 4 welatên dagîrkerê Kurdistanê nikarin li pirîşkên agirê nawçê bi dûr bin û nikarin li hember wan bûyeran de bê helwêt û bê alî bin.
Gelê Kurd çavan dikare wan aloziyan bo xwe bi derfet bizane û mifahê jê wergire?
Kurd dive berî her tiştî yêkgirtî be û netifaqî û diberiyên xwe danê qiraxê û li henber wan bûyeran de xwedî berhevdan û yêk gotara netewî be.
Kurd dive xwe rêkxistin bike û amadekariya her pêşhatekê bike ku li egera guhertinan de dîsan mayepûç nemîne û tenê zerermendê di nava wan aloziyan de be.
Kurd dive xwedî gotarekî hevpar be li derheq mafê çarenivisiya xwe û bikare xwe li cem welatên nexşekêşê bi hiz ên cîhanê de, xwedî bandor û wekî hêzeke şûndaner bide xuyakirin.
Kurd dive aliyê kêm li heçî kîjan ji perçên Kurdistanê û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê pilan û piroja xwe hebe bo heçî guhertinekê.
Kurd hekî çi bi berçavgirtina xebata rizgarîxwazane ye wê û daxwaza mafê netewî, ne dikare û ne dixwaze ku bibe altirnatîv bo deshilata giştiye welatên ku bi ser de parvebûye, lê aliyê kêm dikare bi yêkîtî û hêza xwe û yêk gotariya xwe, weke hêza dînamîk a xwedî derkevtin û beşdarî li nexşerêka pêşerojê bide xûya ku wisa nîşan bide ku bi bê beşdarî û hevrayî ya Kurdan çi altirnatîv û pilanek nikare serkevtî be.
Xala dawî û ya girîng: Bi berçavgirtina derbasbûyî ya Îranekî mezin û bi hêz çi li serdemê hikumeta paşayetî de û çi li serdemê rêjîma Îslamî de, hem welatên nawçê û hem welatên xwedî bandor û mezine cîhanê hest bi aramî û ewlehiyê nekirine, lewma Kurd li Rojhilatê Kurdistanê dive bi yêkitî û yêkrêzî û yêkgotariya aliyên siyasî û şorişvan û çavê hemî xelkê Rojhilatê li wane, bikarin xwe rêkxistin bikin û amadekariyê bikin û piroje û bername hebin bow ê ihtmalê ku cîhan geheştibe vê encamê ku dive saxtara cografiyaya Îranê bê guhertin, û Kurd giraniya xwe dabe nîşandanê ku dikare ji qewara Kurdistanê xwedî derkeve.
Hekî Kurd yêkrêz û yêkgotar nebe, bêgoman her wekî gelek carên din, wê care jî xewna dîrokiye Kurdan dê bibe bilqên ser avê û ev derfet jî ji dest here.