NETEWPERWERÎ XWEZAYÎYA MİROVA YE

Dîyar KURDÎ

Di nav qada sîyasetê gengeşîyek têgehan (kavram) pir xûrt heye. Bi taybetî jî mirovên apolîtîk di zelalkirina têgehan de pir qels dimînin. Ji ber vê yekê fikrê me yên sîyasî, hemû li gora ezbera sîyaseta heyî têne tarîfkirin…

Wek tê zanîn ji berê de şerên çepgir û rastgiran di sîyaseta Tirkîyê û Bakûrê Kurdistanê de her wextî bûye cîyê gengeşîyê û hetanî îro jî ev psîkolojîya neyênî li ser gel têsîra xwe berdewam dike.

Îro em dibînin gava Kurdek radibe û dibêje: “Ez Netewperwer im” ji alîyê qaşo hinek çepgiran bi “Faşîstî”yê tê binavkirin û mixabin di nava gel de gava behsa Netewperwerîyê dibe, wek cinê çav li hesin ketibe” jê dûr dikevin!

Divê meriv zelal bike: gelo Netewperwerî çî ye?

Netewperwerî, xwedîderketina hêjayî û rûmetên civatê yên hevbeş in. Parastina welat, ziman, dîrok, nasname, çand û hûnera milletê xwe ye. Xwedî lêderketina dewlemendîyên aborî û netewê ye.

Ji ber vê yekê Netewperwerî, wek Komunîzm û ol, ne îdeolojî û bawerî ye û wek Şerîetê an Lîberalîzmê ne jî şêweyê dewletê ye. NETEWPERWERÎ, PARASTINA BERJEWENDÎYÊN HEMî CIVATÊ YE!

Netewe, civata ku li bazarên welat tên cem hev, pêwendî û dan û sitendina wan ya aborî, sîyasî û çandî bi pêş dikeve û li gor pêwîstîya xwe jorsazî û jêrsazîya xwe wek rêxistina civatî ya herî modern, dewleta xwe ya netewî ava dike. Ev dewlet, ji bo parastin, organîzekirin, rêvebirin û pêşvebirinê sazîyên yasadanîn, asayîş û darazê dide damezrandin.

Netewe, ji hemû çîn û qatê civatê pêktê. Dema li Ewropa burjuvazî li hember feodalîzmê netewe dewlet avakir, bi şîara “azadî, wekhevî, xûşk û biratî”, pêşî rewşenbîrên çepgir, karker û gundiyan piştgirîya şoreşê kirin. Helbet kesên xwedî ol û îdeolojîyên cuda jî beşdarî vê şoreşê bûn. Netewe berhema sîstema aborî ye. Îro kes grûp an partîyên ku xwe wek Komunîst an jî Sosyalîst bi nav dikin jî di nava neteweyekê de dijîn. Herweha yên Şerîetê diparêzin yên Demokrasîya liberal diparêzin jî li gor xwezaya xwe Netewperwer in.

Ya kû meriv ji van têgehan veqetîne “mêtinkarî û Faşîzm” e.

Di bin kîjan navî de be jî heger di bingeha wan têgehan mêtinkarî û Faşîzm hebe, ew dibe rejimek din û wê demê meriv dikare wê rexne bike. Wek di pirtûka George Orwell ya bi navê “Çewlika Ajala” de em dibînin: Pêşî ajal, li hemberî xwedîyên xwe yên despot, dest bi şoreşê dikin û bi ser dikevin. Wê demê, mîna dema burjuvazî şoreş kir û sîstema feodalîzmê têkbir, her tişt li gorî dilê ajalan bû, lê her kû çû rewşa wan ji berê xeraptir bû, heta pê hesiyan hasil gehîşt Mûsil!.. Edî desthilatdarî ket destê berazan, şoreş li hemberî wan zîvirî, sîstem ji ya berê xeraptir bû…

Ev mijar tê ser vî asasî kû kîjan fikrê maqûl û li ser esasê xweşîya mirovan be jî eger di bingeha wê de desthilatdarîyên çînî û kedxurîyê hebe ew bi xwe re dîktatorîyê ava dike.

Ji ber vê yekê divê meriv xwe ji nava munaqaşeyên modaya wan derbas bûye xelas bike!

Îro netewa Kurd, ji bo ku welatê wî hatiye dagîrkirin û ne xwedî îradeyek aborî û sîyasî ye, yanî ne serbixwe û azad e, bi tevaya civata xwe bindest, hêsîr û kole ye. Çawa ne xwedîyê aborîya xwe ye, ne xwedî siyaset û îdeolojîyek bi îrade ye jî. Gerek hemû civat bi hevre rêxistina xwe ya netewî avabike û berê xwe ji hêsîrtîyê rizgar bike, bibe xwedîyê îradeya xwe ya welat, netew û dewletê.

Kîjan ol, îdeolojî, mezhep be jî divê li ser asasê welat, netew û dewletê bigehêjin hev. Em Milletekî, di her warî de hebûna me di xeterê de ye. Divê em ji her alî nasnama xwe biparêzin.

Li ser vê mijarê Partîya me (PWK) pir bi zelalî dibêje: çi ol, çi mezhep, çi îdeolojî, çi fikir be jî em hemû dewlemendîyên nava milletê xwe dibînin û em giş bi hevdû re milletekin.

Divê tekoşîna me li ser vî esasî be!…

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *