BİDÎTİNA MİN, TU CİVAK Û NETEW MÎNA ME ÊZDÎ-KURDAN PEYVA XWEDÊ Dİ NAV ZARGOTİNA XWE DE BİKARNAYNE !

Kemal Tolan

Gelek xwandevanên birêz jî dizanin ku, min di gotara xwe ya bi navê BAWERİYA ÊZÎDİYA YE Bİ XWEDÊ(*1) de jî daye xwanê kirin û vêga hêjî di ilmê me Êzdiyan de tê gotin, Xweda yê me hemû giyanderên li seran serê cîhanê yek e. Hemû civak, ol û netewên ku li ser ruyê vê dinya yê hene, li gorî çande û baweriya xwe hebûna Xwedê nasdikin û her yekê jî bi zarave an jî zimanê xwe ji Xwedê ra dibêje najî gotine : Hurmuz, Aton, Marduk, Şamaş, Bal, El, Hadad, Xuda, Padişa, Xwedî, Rab, Temuz, Dumuzî, Adonis, Yezdan, Yazad, Xaliq, Tanrı, Allah, Gott, Xwudah, Xwedê û whd.*

 

Lê ez bawer nakim ku,  tu civak anjî netew bêkaribe mîna bawerî û çanda me Êzdî(Kurd-Ezdahî) an peyeyva Xwedê di nav zargotina xwe de bikarbînen.

 

Ji bona mînakan, ezê niha dîsa li goriya derfetên kesayetiya xwe hinek hevok(cûmley)ên ku peyeyva Xwedê têde tên anjî hatine bikaranîn ji we rêzdaran ra birêzbikim. 

 

Belê, ji bo fahmkirin û xwandinê divê hûn jî di dewsa nuxtan(….) de piro(şûn)navekî bikarbînin. Her weha her kes li goriya bikaranîna xwe, divê di dawiya hevokê de jî nîşana rêzgirtin(!), ferman, pirsê ûhwd. deyne.

Mînak: ji Xwedê  ne ditirsiya … =  Ez ji Xwedê  ne ditirsiya ma !..

.. ji Xwedê ne tirsiya …

 

.. berxê Xwedê ye

… bela xwe ji Xwedê bivînî

… bi wî Xweda yê bêşirîk kim

… ji Xwedayê dilovan dixwazim

… xwe ji Xwedayê xwe naki..

… Xwedê ditirsim

…. bi qedrê Xwedê bik…

…ê çewa here huzûra Xwedê

Baweriya …. bi Xwedê hebe

Bê qeweta Xwedê

Bêy hukumê Xwedê pel jî li ser darê naheje

Bi destûra Xwedê

Bi helaliya Xwedê

Bi îzna Xwedê

Bi navê Xwedê

Bi navê Xwedê sûnd bixwi..

Bi saya Xwedê

Bi xatirê Xwedê k..

Bi Xwedê

Bide xatirê Xwedê

Bidin  xatirê navê Xwedê

Bila nura Xwedê li ser —-be

Bila Xwedê rahma xwe bavêje dilê …..

Dahin û standina Xwedê xweşe

Derewîn dijminê Xwedê ne

Destê xwe ji Xwedê nekin

Dewlet serê Xwedê û serê ….

Di rêya Xwedê de b….

Dilovaniya Xwedê

Dinya ji pêxemberên Xwedê re nema ye

Divê Xwedê li hev bîne

Dîwana Xwedê

Dua bo Xwedê

Eger Xwedê yar be, bela şûr dar be

Emî kêmin Xwedê yî temame

Emrê Xwedê xweş e

Emrê Xwedê ye

Evdê-a Xwedê

Ez Rastiya Xwedê me

Êzdî bi Xwedê ra bi kurdî dipeyiven

Êzdî jî navekî Xwedê ye

Êzdî Xwedê pererestin

Fermanê Xwedê

Gazî Xwedê bi…..

Gazina ji Xwedê nek…

Gaziya xwe bigîne Xwedê

Hawara Xwedê

Hebandina Xwedê

Heq navê Xwedê ye

Her ji Xwedê û çiqas xasên Xwedê hene bawer bikin

Her tenê Xwedê heye

Her tim Xwedê li bîra xwe bînin

Her tişt ji Xwedê ve eyan e

Her Xwedê tenê zane

Hey Xwedê ….. hîşto

Hey Xwedê ….. kuşto

Hey Xwedê malik avakir..

Hey Xwedê malik xeravkir….

Heyiya Xwedê

Hezar û yek navên Xwedê hene

Ji bo meznaya Xwedê

Ji bo navê Xwedê

Ji evda tê veşartin, lê ji Xwedê nayê veşartin

Ji vir û heta ba mala Xwedê

ji Xwedê dilovan hêvî dikim

Ji Xwedê natirs…

Ji Xwedê teala bitirs..

Kî bo Xwedê be, Xwedê jî bo wan e

Kîjan xêr be bila Xwedê wê bike

Ku  Xwedê bejê erê

Kula Xwedê bikeve nav mala paşveruya

Li jor Xwedê heye

Li rêya Xwedê nebin xerfê

Mala Xwedê ava ,

Meriv gereke ya Xwedê bêje

Mêvan mêvanên Xwedê ne

Milyaket ferwara Xwedê bi ch tînin

Milyaket ji nûra Xwedê hatine efrandin

Miradê xwe ji Xwedê bixwaze

Muhbeta Xwedê gelekî şirîn e

Na bi Xwedê ez ……..

Nûra Xwedê li we bibar e

Pepûka Xwedê

Pesnê Xwedê bidin

Qencî û xiravî herdû jî ji dergê Xwedê ten

Qenciya Xwedê înkar neke

Qewlê Xwedê

Qirar qirara Xwedê ye

Rahma Xwedê li dê û bavê …. be

Rastî mala Xwedê ye

Rebenê Xwedê

Rebenê Xwedê ….

Rizqê …… li Xwedê ye

Roj nûra Xwedê ye

Roja Xwedê dayîna … pîroz be

Rojên Xwedê gelekin

Şikir ji Xwedê ra

Şikir ji Xwedê re em Êzdî ne

Şikriya xwe ji Xwedê bike

Silava Xwedê li … be

Standina Xwedê ye

Stara Xwedê li ser ….. be

Tawisî-Melek emînê Xwedê ye

Teslîmî Xwedê dib…..

Tîra Xwedê lê ket…..

Tiştê Xwedê kiriye betal nabe

Topa Xwedê li ….. keve

Tû bi xatirê Xwedê kî

Tu evdî Xwedê nedîtîye

Tu kes nikare ji qirara Xwedê bireve

Wê Xwedê çêke

Weleh navê Xwedê ye

Wey Xwedê ruhê ….. bistîne

Wey Xwedê yo

Xas û Qelenderên bo Xwedê

Xasên Xwedê gelekin

Xêra Xwedê li ….. be

Xezeva Xwedê li …. Be

Xweda dizane

Xweda yê xwe nasnakin

Xwedayê dilovan

Xwedê  Xwedanê şev û rojê ye

Xwedê … bê aqilê …. Neke

Xwedê … rûsipî bike

Xwedê …. bihêle

Xwedê …. biparêze

Xwedê …. bistrîne

Xwedê …. şaş neke

Xwedê …… xweyîke

Xwedê bê şirîk û heval e

Xwedê bela xwe bide ….

Xwedê bext bide …..

Xwedê bi …. re ye

Xwedê bi oxira ….. ra be

Xwedê bi tenê dikare

Xwedê bihebînî

Xwedê bike tu gelekî sax bî

Xwedê bike tu hazar salî bî

Xwedê birayê …. bihêle

Xwedê çavên ….. xweyîke

Xwedê çêtir dizane

Xwedê cîhan sêwirand

Xwedê da û stand

Xwedê daye te …..

Xwedê deriyekî digre, hezarî vedike

Xwedê emrê …. dirêj bike

Xwedê emrê …. dirêj neke

Xwedê heqê ……. ji ….. nehêle

Xwedê hezkirina me zêde bike

Xwedê hîştê

Xwedê hîşto

Xwedê hurmetê bide …

Xwedê îmanê bide ….

Xwedê îmanê ji …. bistîne

Xwedê îşê …. rast bike

Xwedê ji …. razî be

Xwedê ji …. standiye

Xwedê ji ….. na tirse

Xwedê ji ….. xweşbe

Xwedê ji kesî nestî ne

Xwedê ji neheqan ra ne hêle

Xwedê kerem e

Xwedê kurekî bide …

Xwedê li … bixe

Xwedê li …. şefa bike

Xwedê li …. were rahmê

Xwedê li bîra xwe bîne..

Xwedê li heftêûdû mileta bêye rahme û me jî

Xwedê li hev anî

Xwedê li hev ne anî

Xwedê li pişta …. Ye

Xwedê li raserî …ye

Xwedê mala … xirab nekiro

Xwedê mala …. ava bike

Xwedê mala bavê …. ava bike

Xwedê mala bavê …. xira bike

Xwedê mala nezana xira ke

Xwedê merazê… bike

Xwedê meriv ji bela û teşqelan bistirîne

Xwedê mezin e

Xwedê miradê …. bike

Xwedê mizgîna xêrê bide …..

Xwedê mizgîniyê bide ….

Xwedê nasîna me Êzdiyan ji qedîm heta îro heye

Xwedê ne hîştê

Xwedê ne hîşto

Xwedê ne nas…

Xwedê neke gidî

Xwedê nekî

Xwedê nur e

Xwedê pesnê xwe na de

Xwedê qahra xwe li ….. bike

Xwedê qebûl nake

Xwedê qebûl neke

Xwedê rehetiyê bide …. e

Xwedê rehma xwe li …. bike

Xwedê roja … reşke

Xwedê ruha dide û distîne

Xwedê rûyê …. spî bike

Xwedê şade ye

Xwedê şade ye

Xwedê serê … nexîne belayê

Xwedê şikriyê bi de ….

Xwedê temenê …. dirêj bike

Xwedê tenê pê dizane

Xwedê tû bidî xatirê navê xwe

Xwedê tu derdan nede ….

Xwedê tu êşê nede ….

Xwedê tu ruhê ….. bistînî

Xwedê warê …. korbike

Xwedê weke dilê …. bike

Xwedê xêra …. binivsîne

Xwedê xêra …. qebûlbike

Xwedê xêrabike

Xwedê xêrê bide …..

Xwedê xêrke

Xwedê xirab bike destengiya dinya yê

Xwedê xizmeta …. qebul bike

Xwedê xweda ye!

Xwedê xwedanê ins û cins e

Xwedê xwediyên xêran bê par nahêle

Xwedê yek e

Xwedê yeke û lı seranserî hemû xwedana ye

Xwedê yekî cebar e

Xwedê zanî be

Xwedê zarokên …. bihêle

Xwedê zêde bike

Xwedêo

Xwezla xêra mala Xwedê ra

Ya Xwedê

Ya Xwedê bêjin

Ya Xwedê her tû yî û her tû yê hey û her dê hebî

Ya Xwedê riya te rastî ye

Ya Xwedê tû derê xêra veke, derê era wergerîn

 

Bi dîtina min, di van hevokan de jî xwanê dibe ku olperestiya me ya xwezayî û dilpaqij qet cûdetiyê naxe nava tu civak, nijad û olnên li ser ruyê cîhanê hene û li ser vê bingehê ye vêga hêjî di sebeqeyeke Qewl me de tê gotin ku,

„Siltan Êzî bi xwe Pedşa ye,

Hezar û yek nav li xwe dana ye,

Navê mezin her Xweda ye”(*2)

Êdî, ez hew dizanim ka ev peyeyva Xwedê hê di kuderin din de û bi kîjan rengî tê bikaranîn.

Hêvîdarim ku qewlbêj, koçek, micêwir, bav, kal, ilîmdar, rewşenbîr, zane, berpirsyarên tv, rojnaman, kovaran, dezgeh, înstîtut, malper û rêxistinên Kurdî/Êzdiyatiyê jî bikaribin yên li cem xwe hene jî bi ser vê xizna ferhenga Kurdî ve zêdebikin. Em tevde hêjî gelekî zahmet bidine xwe van sedemên nakokî, kêmasî, nezanî, belangazî û pirsgirêkên ku di nava civak û olên Kurdî de hene,  ji me hemwelatî û niştîmanperwerên Kurdistanê ra zelal bikin. Her weha her yekê ji me li goriya derfetên xwe ji van kêmasiyên ku xwefiroş û dagirkerên Kurdistanê bi hemd û bi zilma asîmlekirna xwe, xistine nav civak, çande, perwerde, raman, nêrîn û bawriya me Kurdan re xwedî derkevin.

 

Kemal Tolan  16.04.10

Çavkanî :*1 Kemal Tolan  – http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/baweriya-ezdiyan-bi-xweda.html

 

*2 Kemal Tolan -Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, Weşanên Perî- Çileyêpêşîn 2006 Stenbol, rûpel :15-38.

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *