Dîndar Zêbarî: Em li ser nasandina komkujiyên Êzidiyan wekî jenosîd kar dikin

Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amajeyê dide, “Ji bo Herêma Kurdistanê giring e ku li paşerojê li ser astê civaka navdewletî wekî tawanên li dijî mirovahiyê û piroseya jenosîdê itîraf bi tawanên DAIŞê bê kirin.”

Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî îro (Sêşem, 17.09.2024) ji K24ê re got, “Tîma Neteweyên Yekgirtî ji bo Lêkolînên li ser DAIŞê li Îraqê (UNITAD) di dema karkirina xwe de li Îraqê bi me re alîkar û hevaheng bû, û me gelek zanyar bi belge li ser tawanên DAIŞê li hev guhertine û me danûstandin li ser kirine.”

Dîndar Zêbarî amaje jî da, “Di derheqa doza tawanên DAIŞê de, li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, me hevahengiyeke cidî bi Desthilata Dadwerî ya Îraqê re heye.”

Navbirî di pareke din a gotinên xwe de tekez kir, “Ya ku DAIŞê li beranberî Êzidiyan kir tenê rûdaneke teroristî nebû, belkî jenosîd bû.”

Li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê, îro (Sêşem, 17.09.2024) jivanê karên Tîma Neteweyên Yekgirtî ji bo lidûçûna belgeyan û vekirina gorên bikom ên serdema DAIŞê li Îraqê bidawî hat.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *