Federasiyona navnetewî ya Kedkaran daxwaza azadkirina Şerîfe Mihemedî kir

Ferderasiyona navnetewî ya Kedkarên Veguhastinê bi belavkirina daxuyaniyekê daxwaza azadkirina çalakvana kedkarî, Şerîfe Mihemedî kirin.

Pêka rapora “HRANA”yê Ferderasiyona navnetewî ya Kedkarên Veguhastinê (ITF) bi belavkirina daxuyaniyekê tevî nîşandana nigeraniya xwe ji rewşa çalakvana kedkarî “Şerîfe Mihemedî ku ji aliyê rêjîma Îranê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatiye sepandinê, daxwaza azadkirina lezgîn a vê çalakvanê kirine.

Herwisa vê Federasiyona navnetewî daxwaz ji rêjîma îslamiya Îranê kiriye ku 2 çalakvanên din ên kedkarî yên bi navê “Îbrahîm Mededî û Dawûd Rezewî” jî azadbikin.

Daxuyaniya Ferderasiyona navnetewî ya Kedkarên Veguhastinê bo azadkirina wan çalakvanên kedkarî li halekê de ye ku rêjîma Îranê li devedevê salvegera destpêkirin a şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de bi awayekî berfireh dest avêtiye binçavkirinên xoserane û bê belgeyea yasayî, li Rojhilatê Kurdistanê û herwisa hinek cihên din ên Îranê û bi vê pêkê dixwaze rêgirî ji destpêkirineke nû ya xwenîşandanên seranserî bike.

Rêjîma Îranê tevî zêdekirina binçavkirinan, rêjeya bidarvekirinan li Îranê de jê zêdertir û lezgîntir kiriye.

KM

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *