Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê 120 wêneyên dîrokî û orîjînal di pêşengehê de hatin nîşandan.
Wêneyên pêşangehê rastiya Komkujiya Dêrsimê vedibêjin.
Kesên tevlî pêşangehê dibin hêvî dikin komkujî careke din neyê kirin û êdî ti kes ji ber bawerî ziman û neteweya xwe neyê kuştin.
Şaredariya Dêrsîmê û Pirtûkxaneya Vecîhî Tîmuroglu, bi hevkarî 120 wêneyên dîrokî û resen ên Dêrsimê ku di arşîva Weqfa Lêkolînên Hunerî, Edebiyat, Dîrok û Çandê ya SETKAVê de dihatin parastin, di pêşangehê de danîn.
Piraniya wêneyan ên serdema Komkujiya Dêrsimê ya salên 1937-38an in.
Organîzatorên pêşangehê dibêjin, ew dixwazin bi rêya van wêneyan dîrok, nasname û rabirdûya Dêrsimiyan bînin bîra wan, ji bo zanibin çi hatiye serê nifşê beriya wan.
Nivîskar û lêkolîner Mesut Ozcan behsa amadekariyên pêşangehê kir û wiha axivî:
“Ev pêşangeh yekemîn pêşangeha bi vî awayî û mezin e li Dêrsimê.
Me hemû wêneyên orîjînal ên dîrokî, civakî, çandî û baweriyê yên ji sala 1914an heta 2010an ku di destê Weqfa Lêkolînên Huner, Edebiyat, Dîrok û Çandê de ne, nîşan dan.
Armanca me ev e: Em dixwazin dîrok, nasname û pêşeroja Dêrsîmiyan bînin bîra wan.
Me xwest em guherîna Dêrsimê, tiştên ku li Dersimê qewimîne û heta niha çi bi serê Dêrsim û gelê Dêrsimê de hatiye bi dîtbarî bînin bîra civaka Dêrsîmê.”
Li gorî welatiyan, ew di wêneyan de zilm, zordarî û komkujiya ku li bav û bapîrên wan hatiye kirin dibînin.
“Wêne xofê dixin dilê me”
Welatiyê bi navê Mehmet Yildiz bi çavekî tijî hêsir behsa wêneyan dike û wiha dibêje:
“Ev wêneyên miletê me ne ku azar dîtine û hatine qetilkirin. Ev wêne xofê dixin nava dilê me .Eziyet li wan kirin ew şandin xurbetê ew qetilkirin.”
Ji bilî wêneyên Komkujiya Dêrsîmê wêneyên Şerê Yekem ê Cîhanê, derbeya 12ê Îlonê û salên 1990î yên serdema valakirina gundan jî di pêşengehê de tên nîşandan.
Welatiyê bi navê Seyfi Muxundî jî amaje bi wêneyan kir û eşkere kir ku birayê bapirê wî jî di komkujiya Dêrsimê de hatiye qetilkirin.
“Birayê bapîrê min jî hat qetilkirin”
Seyfî Muxundî hêvî xwest ku êdî ti kes neyê kuştin û wiha axivî:
“Dema min ev wêne dîtin, kuştina birayê bapirê min Seyid Qasim hat bîra min.
Birayê bapîrê min Seyid Qasim jî 1938an de birin Mêzgîrê û dan ber guleyan. Gelek zulim li me kirin.
Min ev wêne dît Komkujiya 1938an a Dêrsimê hat bîra min.
Em êdî naxwazin ti kes ji ber baweriya xwe ji ber zimanê xwe were qetilkirin em dixwazin aştî pêk were.
Bila êdî li cihanê her kes bibe bira û aştî were em êdî aştiyê dixwazin.”
“Wêne rastiyê tînin ziman”
Hevserokê Şaredariya Dêrsîmê Cevdet Konak jî hêviya xwe tîne ziman û dibêje, bila careke din dewlet zilmê li kesekî neke.
Li gorî gotina Cevdet Konak wêne rastiyê tînin ziman û delîlên komkujiyê ne, dewletê zulm û komkujî pêk anî û ew hêvî dikin careke din ew zulm û komkujî careke din neyê kirin.
Herwiha di pêşengehê de di çarçoveya çalakiyên hunerî de stranên Zazakî û Kurmancî jî têne gotin.
Komkujiya Dêrsîmê sala 1937an dest pê kir û heta dawiya sala 1938an berdewam kir.
Li gorî amarên fermî, di maweyê komkujiyê de 13 hezar û 160 kes bi bombebaran û jahrên kîmyayî hatin kuştin û 11 hezar 818 kes hatin sirgûnkirin.
Serokê serhildanê Seyîd Riza û gelek kesayetiyên navdar ên Dêrsîmê 15ê Çiriya Paşîn a 1937an li Xarpêtê hatin bidarvekirin.
Hejmara kuştî, sirgûn û gundên hatin wêrankirin ji amarên fermî bi gelekî zêdetir in.
Rûdan