ŞARK VE KÜRDİSTAN (İstanbul 1908) (Rojhilat û Kurdistan)

Siddik BOZARSLAN

Li gora lêkolîn û tespîtên Malmisanij û Mahmûd Lewendî, Rojnama Şark ve Kürdistan, çend meh piştî îlankirina Meşrûtîyetê  li Stanbolê di 1908´an da dest bi weşanê kirîye; li gora fotokopiya wê ebada (pîvan) rojnamê 30,8X23,4 cm. ye, hemî nivîs Tirkîya Osmanî bûne û çar rûpel bûye û ew rojnama ewil e ku piştî rawestandina Rojnama Kurdistan ku li dervayê Stanbolê di navbera salên 1898- 1902´an da derçûbû. Di rûpela ewil da;”Nuha heftê du caran derdikeve, .. Rojnameyek e ku rewşa sîyasî ya Rojhilatê û xerabîyên Rojava yên li însanîyetê taswîr dike..” hatîye nivîsîn. Malmisanij û M. Lewendî dibêjin ku tenê jimarek ketîye destê wan û wer xuyaye ku ev rojname, jimarek derçûye.

Berpirsîyarên Şark ve Kürdistanê ev bûne: Ehmed Şerîfê Hersekî (Hersekli Ehmed Şerif)- Mudurê berpirsîyar;  Bedrîyê Meletîyê (Malatyalı Bedri)- Sernivîskar; Îsmaîlê Hersekî (Hersekli İsmail). Di derbarê E. Ş. Hersekî û Î. Hersekî da tiştek nayê zanîn. Lê li gora pirtûka Fuat Süreyya Oral (Türk Basın Tarihi kitap II, Ankara 1968, s. 278, 290- jêdergirtî Malmisanij û M. Lewendî); E. Ş. Hersekî li Stanbolê di 1908´an da rojnama ”Şark” û Î. Hersekî jî di 1909´an da li Stanbolê rojnama ”El-Îslam” derxistine.

Nivîsên ku di jimareya pêşîn da derketine jî gelek balkêş in. Li gora fotokopiya wê jimareyê lîsteya nivîsan weha ye:- Kurd û Kurdistan- M. Bedrî; -Kesên ku dixwazin welêt parçe bikin ra- Bedrî; -Konferans û netîceyên wê yên muhtemel- Îsmaîlê Herkesî; – Kurd dîsa muhtac in- Mela Se´îdê Meşhûr; – Wasîteyên Neqlîyê: Hemîyeta Millî- Topçu Yüzbaşı Ali Vasfi; – Bosna Hersek û Boykotaj; –  Bedirxanî- Şark ve Kurdistan; -Êrîşa Katolikan li ser Musulmanan li Bosna Hersekê; – Li Bosna Hersekê; – Mesela Giritê; – Mebûsên Kosova´yê. Wek tê dîtin pirranîya nivîsan li ser Kosova-Bosna Hersekê ne.

(Malmisanij û Mahmûd Lewendî, Li Kurdistana Bakur û li Tirkiyê Rojnamegerîya Kurdî 1908-1981, Weşanên Jîna Nû, 1989 Swed, r. 24-32)

KURDISTAN (Stanbol 1908-1909)

Piştî îlana Meşrûtîyetê (1908), ev rojname li Stanbolê ji alîyê Sureyya Bedirxan ve tê weşandin û rojname di 13´yê nîsana 1909´an da tê girtin. Ji ber ku xwedî û berpirsîyarê wê piştî hedîseya (bûyera) 31´ê adarê tê girtin. Li gora haydarîyan nebîyê Bedirxan Paşa Sureyya Bedirxan di 12´yê îlona 1917´an da li Misrê Rojnama Kurdistanê derxistîye û li Stanbolê jî piştî îlankirina Hukmê Meşrûtîyetê di 1908´an da bi eynê navî rojnameyek derxistîye. Li ser bûyera 31´ê adarê 1909, Mahmut Şevket Paşa dest danîye ser desthilatdarîya Îttîhat û Terakkîyê (13 nîsan 1909) û Sureyya Bedirxan bi sucdarkirina îrtîcayê (kevneperestîyê) avêtine Zindana Bekir Aga Bolugu û bi vî awayî rojnama Kurdistanê jî hatîye rawestandin. Piştî vê hewildanê, teda û zulma meşrûtîyetê li ser Kurdan roj bi roj zêdetir û dijwartir bûye. (Malmisanij û M. Lewendî, eynê eser r. 43-44)

Leave a Reply

Your email address will not be published.