Biryar hat dayîn: Wê penaberên li Kurdistanê bibin xwedî hemû mafên hemwelatiyan

Hate ragihandin ku wê di çarçoveya rênimayên Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê (IOM) de, rewşa nêzî 300 penaxwazên li Herêma Kurdistanê were baştirkirin.

Rêvebirê Regeznameya Parêzgeha Duhokê û Serokê Komîteya Dariştina Rênimayên Îdarî bo Penaxwazan, Emîd Rêber Ebdulezîz eşkere kir, “Ji ber ku dayîna mafên penaberiyê, di desthilata hikûmeta federal de ye û ne di desthilata Herêma Kurdistanê de ye, di dema ku hejmareke mezin ji penaberan berê xwe dan Herêma Kurdistanê, me li Herêma Kurdistanê li şûna peyva penaber, penaxwaz pejirand. Li Cenevê me ev mijar bi Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî re gotûbêj kir, ev tevger ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hat pêşwazîkirin. Bi vî awayî pirsa penaberan li Herêma Kurdistanê derbasî qonaxeke din bû, ji bo bi hevahengî ligel Rêxistina Penaberan û dezgehên navdewletî yên din, kar li ser pirsa penaberan bikin.”

Rênimayên bo penaxwazên Kurdistanê têne guhertin

Emîd Rêbar got: “Heta niha ti yasa û rênimayek derbarê çawaniya rûbirûbûna pirsa penaxwazan li Herêma Kurdistanê tune ye. Di şûna wê de, her parêzgehek li gorî taybetmendiyên xwe kar li ser dozan kiriye, lê niha ew rênimayên çawaniya serederîkirina ligel pirsa penaxwazan li Herêma Kurdistanê, bû bi navendî.”

Emîd Rêbar diyar kir: “Ew rênimayên ji bo penaxwazan li Herêma Kurdistanê, ti cudahî tê de nîne û mafên penaxwazan li ser bingeha mafên navdewletî li seranserê Herêma Kurdistanê tên dayîn, ji ber ku gelek prensîpên navdewletî lixwe digire.”

Penaxwaz dikarin êdî li dadgehê gilî bikin

Hêjayî gotinê ye, li gorî rênimayan, ji niha û pê ve her penaxwazek ku ji mafê mayînê bêpar mabe, dikare li dadgehê gilî veke û mafê xwe bixwaze. Ew gilî ji aliyê du komîteyan, yek li ser asta parêzgehan û ya din jî li ser asta hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rêgirtin li dersînorkirina her penaxwazekî, kar li ser tê kirin.”

Hemû mafên hewletiyan bo wan tê dayîn

Li gorî rênimayan, mafê her penaxwazekî heye ku ji hemû xizmetên welatiyekî asayî, di nav de, perwerde, xwendina bilind, tenduristî û hemû mafên din, sûdê werbigire.

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *