PKKê 3 zarokên Kurd revandin, kirine çekdar û vîdyoyên wan bo malbatên wan şandine

Rêxistina PKKê 3 zarokên Kurd revandin, tevî hewlên malbatên wan lê li dawiyê ew çekdar kirine û piştre vîdyoyên wan bo malbatên wan şandine û ji wan re gotine ku ew bûne Gerîla!

Li gorî agahyên Darka Mazî li naverasta meha Tîrmeha îsal 2024ê, 3 zarokên ji Merîwanê ji malên xwe derketine û wendabûne, piştre aşkere bû ku PKKê ew xapandine û kêşî çiya kirine, malbatên wan ji boy vegera zarokên xwe banga her alî kirine û gotine ku PKKê bi darê zorê zarokên wan kirine çekdar û vîdyoyên wan ji me re şandine.

Daxuyanîya malbatên zarokên revandî wisaye:

Civakên Gelê Kurdistanê!

Partî û rêxistinên sivîl û siyasî!

Navendên Mafên Mirovan û Rêxistinên Parastina Zarokan!

Em ji hemûyan re radigihînin ku em malbatên Hogar Khoon Jam (24/11/2009), Arşiya Derwîşî (5/5/2010) û Media Aqabraei (5/5/2009) ne. beramber 16/07/2024 li Merîwanê wenda bûne. Di 16/7/2024 an de li Merîwanê winda bûn.

Me gelek hewl da ku em kezeba xwe bibînin û li gelek navend, nexweşxane û girtîgehan li pey şopa wan geriyan. Me bi çend awayan bi PKK’ê re têkilî danî, lê wan red kir ku zarokên me li cem wan bin.

Piştî demekê û dilgiraniya me ya mezin a li ser çarenûsa wan xortan, PKKê bi rêya torên civakî vîdyoyên wan xortan ji me re şandin û gotiye ku ew bûne gerîlla!.

Weke temen ev xort çi wan ji 15 saliyê derbas nebûye û hêjan zarok in û pêwîste li jêr çavdêrîya malbatên xwe bin û li gorî hemû yasaya û pîverên exlaqî divê temenê de ew nikarin biryarê li ser çarenûsa xwe bidin.

PKKe bi rîya baskê xwe yê Rojhilata Kurdistanê PJAKê ku ew bi awayekî nemeşrû û bêy ku pêşî lê were girtin azadane li gund û navçeyên sînorê Rojhilata Kurdistanê tev digere, ev zarokên me bi navê xebat û azadîya jiyanê ji rê birine û revandine, ku gelê Kurd bi giştî û zarokên Kurdan taybet di xerabtrîn rewş de di nava rêxistinê de dijîn.

Em malbatên Hogir, Erşiya û Mîdya, banga vegerandina zarokên xwe ji her alî dikîn, dixwazîn zext li PJAKê û PKKê bê kirin ku dev ji revandina zarokan berdin û hewl bidin xebat û têkoşîna xwe bo xizmeta zarokên îro û pêşerojê yê netewa me biguherîne, nek zarokan weke bangeşe ji bo ecêndayên xwe yên rêxistinê bi kar bîne.

Di ser pêdagîrîya me ji boy vegera zarokên me, em careke din bi hemû aliyekî û bi taybet PKKê û PJAKê radgihînîn ku tevî şermezar kirina diyardeya revandinê, hemwext em gilîya xwe arastey rêxistinên cîhanî bi taybet rêxistinên taybet bi parastina zarokan ve dikin û em xemsariyê di eşkere kirina zarokên xwe de nakin.

Rêxistina PKKê ji boy çêkirina şervanan piştbestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike, ev yêk ji hêla rêxistinên navdewletî û rêxistinên parastina mafên zarokan ve tespît kirî ye.

DM

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *