Yusuf KAYNAK
Di meha Gulanê de li Tirkiyeyê jiyan hîn bihatir bû. Enflasyona Tirkiyeyê ya ku li dinyayê di nav herî zêde da ye meha borî derket ji sedî 75an. Demek enflasyon zêde bûye, lê li gorî Wezîrê Darayî yê Tirk Mehmet Şîmşek, “Ya herî xirab li pişt me ye,” wî li ser platforma medyaya civakî X’ê nivîsî.
Li Tirkiyeyê enflasyon ji sedî 71,6 e û rêjeya faîzê jî ev cara çaremîn e ku li ser hev ji sedî dimîne. Ev yek jîyana rojane ji bo gelek Tirkan bi rastî bêhay dike. Wekî din, li gorî gelek profesorên aboriyê yên li zanîngehên herî baş ên Tirkiyeyê, hêviyek ji bo pêşkeftinê kêm e. Ev dê di dawiyê de bibe krîzek.
Nûçegihan û rojnamevanên biyanî yên li Tirkiyeyê dijîn her roj encamên enflasyona bilind dihesin. Biha bûn zêdebûna mijara axaftinê li seranserê welêt e. Her kes ji vê yekê gazinan dike, an jî li firotgehan û qehwexaneyan zêdebûna bihayê herî dawî nîqaş dike. Tirkiye ji sala 2002’an û vir ve bi enflasyona ji sedî 40 prosent û jor de têdikoşe. Biha gelek caran û ew qas zû diguherin ku carinan hêdî hûn nizanin bihaya normal ya kirdeyek an qehweyek li qehwexaneyekê çend e…
Nûçegihanek ji rojnameyeke giştî a Almanî re dibêje ku mirov erzantir (mirov zêde pere xerc neke) dibin, ew hema hema nema betlaneyan vedigirin û hêdî li derve xwarinê naxwin. Her weha dibe ku hûn pir caran bibihîzin ku mirov tenê carinan dikarin goşt bikirin an jî her tiştî bi teqsîtan/ bi qertên krediyê bidin û bikevin deynan. Ji ber ku faîz jî pir bilind in ev rewş hîn zêdetir bi pirsgirêk dibe.
Şêwirmendê berê yê Banka Cîhanî û Banka Navendî a Tirkiyê Kemal Dervîş jî diyar dike ku ev siyaseta aborî li Tirkiyê ne asayî ye. Her deh an panzdeh salan carekê tiştek wusa diqewime, ew dibêje. Di salên 1990’an de di bin serokdewletê berê Turgut Özal de, we heman şêwaz dît: siyaseta budceyê ta pir berfireh tê de mirov hewl da hemî valahiyên darayî bi teşwîqên diravî bigire. Li gorî pisporan, ev reçeteya enflasyona bilind e. Encamê de enflasyon wê demê jî wek niha derket ji sedî heftê û heştê.
Aborînas Şenol Babuşcu* di wê baweriyê de ye ku nêzîkatiya Erdoğan ya orîjînal ya teşwîqkirina diravî ya ku tevî enflasyona bilind jî rêjeyên faîzê kêm diparêze, bêbandor e. Ew ramana demkurt e. Babuşcu dibêje, Erdoğan kêmasiyên hikûmetê ên mezin hene, nikare û naxwaze bacê zêde bike û difikire ku dê pirsgirêkê bi teşwîqkirina diravî çareser bike. Lê bê guman ew tenê sotemeniyê li agir zêde dike.
Her çend li Tirkiyeyê di destpêka sala 2024’an de mûçeya herî kêm hatibe zêdekirin jî, ev yek çareseriyeke mayînde nabîne. Babuşcu dibêje: “Di meha Kanûnê de hate zêdekirin û niha jî sendîka dixwazin hîn zêdetir bê zêdekirin. “Lê xuya nake ku ew ê niha bibe. Hikûmet êdî vê naxwaze”.
Her wiha prof. dr. Babuşcu zêdekirina mûçeya herî kêm weke spiraleke klasîk ya mûçe-biha nabîne. Eşkere ye ku polîtîkayên darayî yên bêberpirsiyarî yên Recep Tayyip Erdogan li pişt enflasyonê ne. Xelk hewl dide ku hinek hêza xwe ya kirînê bi enflasyonê telafî bike û ev yek jî zextên siyasî çêdike.
Zêdebûna faîzê ya vê dawîyê xuya dike ku hinekî rehetiyê dide xelkê, lê li gorî prof Şenol Babuşcu ev tenê demkî ye. Erdoğan dest bi kêmkirina faîzan kiribû, lê ev yeka bi ser neket, lewma niha faîz zêde bûne û deynkirin jî buhatir dibe. Aborînas Babuşcu her çiqas faîza ji sedî 50 zêde be jî, wiha pê de çû: ‘Bi rêjeya ji sedî 70’î re faîza ji sedî 50’î jî kêm e. Yanî faîza rasteqîn ya neyînî ya ji sedî 20 e.
Xwepêşandanên li dijî polîtîkayên darayî yên Erdoğan kêm in, hinekî jî ji ber zextan kes nawêre ku serî xwe hilde, Erdoğan gel kiriye bin zefta xwe. Babuşcu wiha digot: “Lê belê partiya Erdoğan AKP di hilbijartinên herêmî yên meha Adarê de têk çû û ez difikirim ku aborî di vê de roleke mezin lîst.”
Pêşeroja aborî ya Tirkiyê jî ne diyar e. Aborînas Prof. dr. Şenol Babuşcu pêşbîniya krîzê dike ku ger rewşa heyî berdewam bike. “Ev dê bi qeyranek, bi reva sermayê û krîza diravî bi dawî bibe”. Li gorî profesor Babuşcu ku dê demeka bê ku êdî kes nikaribe pere bi deyn bide bankê Tirkiyeyê, ji ber ku deyne banka zêde dê biha jî têk biçe. “Berê bi vî rengî bi dawî bû, û ew ê niha jî bi vî rengî biqede”.
Di van demên dawîn de yek ji nûçeyên herî girîng banka çandiniyê ya navdar ya Hollandayê Rabobank wê hîseyên xwe yên li Tirkiyeyê bifiroşe û ji bazara Tirkiyeyê derkeve. Ne tenê ev, hê bêtir veberhênerên biyanî difikirin ku ew ê êdî li Tirkiyê bazirganiyê nekin, ji ber ku êdî li vî welatî ji bo siberojê tu bawerî nemaye. Ev tê wê wateyê veberhêner li welatên azad, bi garantiyên hiqûqî digerin.
Veberhêner ji bo demeke dirêj nayên Tirkiyê, bi hesabên demkurt ên bi pereyên germ ji faîzên zêde sûde werdigirin. Çima wisa ye, ji ber ku hawirdoreke pê bawer bike tuneye, baweriya wan bi îstiqrara heyî nayê. Tirkiye di warê siyasî de ji nakokîyên di navbera welatê cîran de sûde werdigire.
Xewna jiyana aboriya Tirkiyê dahatên tûrîzmê û sermaya ku welatiyên Kurd û Tirk yên li derveyî welat tînin Tirkiyeyê ye. Xwediyên sermayeya mezin ji Tirkiyeyê bawer nakin. Aramiya navxweyî jî pîvanek girîng e. Çima veberhêner nayên welatên ku li ser hevsengên weha nazik hatine avakirin? Ger enflasyon bi vî rengî berdewam be, tirk-kurd ên li derveyî welat sala bê Tirkiyê biha bibînin dê çi bibe?
* Prof. dr. Şenol Babuşcu, Serokê Beşa Maliye û Bankeriyê ya Navneteweyî a Zanîngeha Başkentê
Yusuf Kaynak
Lahey, 30.07.2024