Ehmed Ebdilmecîd*
Bi her serdaneke Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Bexdayê re, ez hest bi geşbîniyê dikim. Geşbîniya min ji çavkaniyeke tenê tê: Nêçîrvan Barzanî bixwe. Ez di kesayeta wî de Kurdekî Îraqî yê jêhatî dibînim. Kurdekî ku dikare bi vê qonaxa tijî kelem, metirsî û dilgiraniyan re tevbigere.
Di serdana xwe ya vê dawiyê ya Bexdayê de ku hevdemî civîna parlamentoyê ji bo hilbijartina serokekî nû bû, Nêçîrvan Barzanî ew hest li nik min çêkir ku ew bixwe baştirîn nimûne ye ji bo ku di çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê de, pişt bi wî were girêdan. Çimkî bi baweriya Nêçîrvan Barzanî qedera Kurdan ew e ku bi rewşa domdar a çend sedsalan a erdnîgarî û dîroka Îraqê re bijîn, tevî ku ev rewş tijî têkçûn, pevçûn û dijberî bû.
Barzanî çêtirîn e ji ber ku kes û aliyên nêzîk ji hev venaqetîne, xwe di ser ên ku li hev nakin re nabîne û ne jî wan kêm dibîne. Ew di heman demê de, wekî takekes û wekî civak an kolektîv jî tevdigere, wekî takekes bi perspektîfa nasnameya niştimanî tevdigere û wekî civak jî girîngiya hevpariyê tê digihîje ku hem çarenivîs e û hem jî meseleyeke wijdanî ye û ji bo qebûlkirin û redkirina nêrînan pêvajoyeke kêrhatî ye. Ango ji bo hevtêgihiştineke bibiryar û pêdeçûneke piralî ya rewşê, Nêçîrvan Barzanî bi bi fedakarî li ser pêkanîna xalên hevpar û sûdwergirtina ji xalên hevbeş berdewam kir.
Min hêvî dikir ku piştî arîşeya valahiya destûrî ku seba kutabûna dema serokatiya serokkomarê berê Berhem Salih derketibû holê, Barzanî wekî serokkomarê federal bihata hilbijartin lê pêşbînî û hêvî ne her gav digihin armanca xwe û ne her tim bi cih tên.
Gelek caran dema kesek, komek, frakisyonek an jî hevpeymaniyek helwesta xwe diguhere, encama wê dibe ziyaneke niştimanî ya seranserî û bargiraniya wê dikeve ser milê hemûyan ango hemû pêkhateyan. Êdî ev hêviya min bi cih nehat lê ez teqez dikim ku ew hêvî û dîtin dersek e û ducar nabe, eger ducar bibe jî dê Îraq pir bextewar be.
Barzanî di ser pile û postan re ye û xwe dûrî serkêşî û zirzbûnan dike. Jixwe heke ji wan kesan bûya ku di têkiliyên xwe de bi serkêşî û zirzbûn tevdigerin, dê têkiliyên xwe yên bi dost û hevpeymanên duh re qut bikira û peyman bi hin dostên nû re girêda. Barzanî ne ji wan kesan e ku zirz û hêrs dibin, li şûnê xwedî hişekî stratejîk e ku ne ji bo berjewendiyên biçûk û demkî lê li gor encamên mezin tevdigere.
Di çarçoveya vê şîroveyê de, bi baweriya min, dosyeyên taloqkirî ku çavkaniya gefên xurt li ser giraniya Îraqê ne, divê radestî hişên wisa û kesên xwedî projeyên hevjiyana aştiyane bên kirin ango kesên ku bi encamên çarenûsa hevpar razî ne.
Dibe ku rojek were û em bibînin ku Nêçîrvan Barzanî erk an roleke wiha digire ser milê xwe û nola Kurdekî Îraqî yê garantorê nasnameyê, berpirsiyariyeke dîrokî bikeve ser milê wî, bêyî ku prensîbên exlaqên bilind binpê bike yan jî alîgiriya alî û pêkhateyeke taybet bike.
Gelek xislet û taybetiyên niştimanî di kesayeta Nêçîrvan Barzanî de kom bûne û li gelek bone û çalakiyên ku li Herêma Kurdistanê çêbûne, bandora wan derketiye holê. Ev yek di hevdîtinên wî yên li gel cemserên hikûmeta federal de jî eyan dibe û serdana wî ya vê dawiyê ya Bexdayê jî ne li derveyî vê çarçoveyê ye.
Tiştê ku min berê li ser wî got, ez aniha bi rijdbûneke hê mezintir dubare dikim. Dibe ku civîna wî ya bi Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz re belgeya herî baş be ku rêberekî stratejîk ê mîna wî amade ye ku hemî arîşe û pirsgirêkan çareser bike.
Herwisa di çarekirina arîşeyên giran de ne dudilî dibe û ne jî ji wan kêşeyan ditirse. Ev yek dikare peywendiyên biratiyê xurttir bike xasma ku li hev kirin bi ti awayî Iraqê tev li kêşe û hevrikiyên deverê nekin.
Herwiha wî bi rêya şiyanên xwe yên pêşdem tê derxist ku destnîşankirina serokekî nû ji parlamentoyê re dikare bibe sedema teqîna nakokiyên asêmayî û pirsan vegerîne xala sifirê. Gumana min nîne ku serdana wî ya ji bo serkirdeyên hevpeymaniyan nîşan dide ku beşek ji serdana wî ya vê dawiyê ji bo vê armancê bû, bi taybetî ku hin kes hene îş û karê wan ew e ku arîşe û pirsgirêkan di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de çêbikin.
Bi baweriya min, Nêçîrvan Barzanî ji yên din cudatir e ji ber ku ew ne sewdaserê provokasyonên medyayî û raporên reş e ku hin ji wan xwe dispêrin weşandina gotegotkan seba belavkirina jehr û durûtiya siyasî.
Ji bo ku zelal be, dibe ku ew gotegotk ji hêla kanalên astbilind ve bên û hewl bidin wêneyê dilgermî û rênîşanderiya rastgo çêbikin. Lê armanca wan ew e ku birayan ji hev veqetînin û wan bixuşînin çarenivîseke tarî û nezelal, lê Barzanî bi qasî şopandin û lêkolînên xwe, biryar û bîrûbaweriyên xwe di ber çavan re derbas dike, li ser hîmê bawerî, niyetpakî û berjewendiyên giştî li wan dikole û formule dike. Ez vê yekê bi pêkhateya wî ya civakî û psîkolojîk ve girêdidim ku karîbû di nav deh salan de Herêma Kurdistanê ber bi pêşveçûneke pir mezin ve bibe.
Li gorî tiştên ku min berê dîtine, ez serketina aramkirina rewşê piştî her aloziyeke li navbera Herêma Kurdistanê û hemû aliyên din welatên cînar jî di nav de, bi hebûna kesayetiyeke wekî Barzanî ve girêdidim.
Nêçîrvan Barzanî xwedî zanatî û geşbîniyeke jidil e û seba lihevhatin û paşguhkirina rabirdûyê ji diyalogê re amade ye, herwisa fikra hevrikiya li ser destkeftan û windakirina mafên hemwelatiyan red dike. Wek mînak, min ev xal di civîna wî ya bi serokkomar re dît ku tê de daxwaz kir ku nêrînên aliyên siyasî ji hev nêzîk bibin û mafên hemû hemwelatiyan di nav de yên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê jî bên misogerkirin.
Pêwîstiya me bi kesayetiyeke fena Nêçîrvan Barzanî heye ku li Hewlêrê milê xwe dide ber dilgiraniyên hemwelatiyên hemû parêzgehên din ên Iraqê û li Bexdayê jî li hêvî û nêrînên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê xwedî derdikeve: Hêviyên hezkirin û jiyana birûmet.
*Ehmed Ebdilmecîd Sernivîserê Rojnameya Zemanê ya Erebî ye
Rûdaw