Ev biyografiya ji aliyê Necat Zanyar ve hatiye nivîsîn li ser helbestvan, nivîskar û alimê dînî Evdirehîm Rehmî Zapsu ye. Navê xebatê yê orîjînal wiha ye: “Evdirehîm Rehmî Zapsu-Serpêhatiya Şahidiyeke Piralî” (Doğan SoLibri, 2023). Li jêr dixwazim bi kurtî vê pirtûkê bidim nasîn.
Nivîskarê vê lêkolînê Necat Zanyar di berhemên xwe yên kurdî de Necat Zivingî bi kar tîne. Nivîskar, biyografiya Evdirehîm Zapsu ya kurdî di sala 2015an de bi navê Necat Zivingî weşandiye.[1] Zivingê, navê gundê nivîskar e ku bi ser bajarê Batmanê ve ye. Di sala 2023yan de vê carê lêkolîneke fireh ya Necat Zanyar bi agahiyên nû di derbarê Zapsu de bi tirkî hate weşandin.[2] Di heman salê de pirtûkeke wî ya din jî li ser berhemeke Zapsu bi navê Perek Zêrîn ji Tarîxê ji weşanxaneke din derket.[3] Bi kurtî mirov dikare bêje ku heta niha sê pirtûkên nivîskar bi kurdî û tirkî, ji aliyê sê weşanxane û bi du paşnavên cihê hatine weşandin.
EVDIREHÎM REHMÎ ZAPSU KÎ YE?
Helbestvan, nivîskar û alimê dînî Evdirehîm Rehmî Zapsu (1892-1958) li Elbakê (Başqale) hatiye dinê û li Stembolê wefat kiriye. Elbak berê di nav sînorê Hekkariyê de, îro di nav sînorê Wanê de cîh digre.
Zapsu bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem dest bi jiyana xwe ya nivîskariyê kiriye. Ji ber vê jî sernavê nivîseke xwe wiha daniye: “Şerê topan xilas bû, îro şerê qeleman e”. Di heman nivîsê de vêya jî dibêje: “Doz doza qelemê ye”.
Zapsu di sala 1945an de dest pê kiriye otobiyografiya xwe jî nivîsiye: “Dîroka malbata min û serbihurên min yên bi kelecan”. Ew bi vê çavkaniyê qala 15 sal temenê xwe heta sala 1917ê dike. Wisa xuya ye ev xebata wî temam nebûye û destxet e.
Gelek xwendevan ji hebûna Evdirehîm Rehmî Zapsu û berhemên wî, di salên 1980yî de, piştî weşandina kovara Jîn agahdar bûne. Ev kovar ku di destpêka sedsala 20an de li Stembolê derketibû ji aliyê M. Emîn Bozarslan de ji nû ve li Swêdê wek pênc cild hatiye çapkirin. Çend sal şunda di derbarê Evdirehîm Rehmî Zapsu de pirtûkeke pêşîn li Danmarkê bi kurdî hatiye weşandin.[4]
KESEKÎ PIRALÎ Û PIRŞÛRET
Nivîskar Necat Zanyar di vê pirtûka xwe de di derbarê jiyana Zapsu û nivîskariya wî de gelek agahiyên balkêş dide. Paşê bi firehî helbestên wî wek du beşan yên kurdî û tirkî dide nasandin û di 200 rûpelê pirtûkê de cih dide van helbestan.
Berê hinek helbestên kurdî di kovara Jîn de, yên tirkî jî di weşanên din de derketine. Paşê bi navê Gaziya Welat rêze pirtûkên helbestan amade kiriye û weşandiye. Evdirehîm Rehmî Zapsu kesekî piralî û pirşûret bûye. Bi kurdî helbest, şano û gelek nivîsên cûrbecûr amade kirine, beşek ji wan weşandiye. Zapsu pirtûkên zimanê kurdî nivîsîne û dest bi nivîsa romanekê jî kiriye.
Zapsu di sala 1919an de bi navê Memê Alan şanoyekê jî dinivîse. Li ser bergê vê çavkaniyê ev gotinên watedar û aforîzmatik cîh girtine: “Tiyatroya kurdan fezîleta kurdan noşî (nîşan) didît”. Şanoya ku ji du perdan pêk tê kesayetiya Selahadîn Eyûbî derdixe pêş, kurd divê jin û mêr bi tevayî rabin pêyan, ji bo dîn û welatê xwe seferber bibin.
Di beşa Berhemên Wî de Necat Zanyar ew berhemên kurdî û tirkî yên Zapsu yek bi yek rêz kirine. Zapsu bi xebata xwe ya bi tirkî “Büyük İslam Tarihi” (Dîroka Îslamê ya Mezin) û kovara bi navê “Ehli Sünnet” (Ehlê Sinet) di nav dorberên dîndar de gelek hatiye nasîn û di vî warî de li Tirkiyê wek otorîtekê hatiye dîtin.
DÎROKA KURDISTANÊ BI HELBESTKÎ:
Perek Zêrîn ji Tarîxê
Yek ji berhemên Zapsu yên manzûm Perek Zêrîn ji Tarîxê ye ku wî di sala 1945an de nivîsiye û bi salan wisa wek destxet di arşîva wî de maye. Zarok û neviyên wî carina xwestine berhemên wî biweşînin lê belê biserneketine.
Necat Zanyar temamiya vê helbestê di pirtûka xwe ya li ser Zapsu de, kurdî û tirkî bi du zimanan weşandiye.
Piştî çend mehan, ligel pêşgotin, kurtejiyana Zapsu û analîzeke li ser têgihîştina dîrokê û metnê Zapsu wek pirtûkeke bi serê xwe hatiye weşandin. Di vê pirtûkê de destxeta Evdirehîm Zapsu û berawirda sê metnên heyî jî cih digire.
Ev berhema ku ji 145 malikan (beyit) pêk tê bi awakî manzûm dîroka kurd dide nasîn. Ev berhem di dewra Hezretî Nûh de bi peydabûna neteweya kurd dest pê dike. Paşê wek mînak qala tekoşîn, tevger û serhildanên gelê kurd dike. Zapsu behsa kurdên li Stembolê jî dike. Çawa em dibînin di destpêka sedsala 20an de kurdên li Stembolê bi komele û bi weşan dengê xwe bilind kirine. Zapsu navên kovarên Jîn û Kurdîstan jî dide û wan wek “rojname” dide nasîn.[5] Di dawiya serhildanên dewra Komara Tirkiyê ew diyar dike ku wek mînak bi mîlyonan jin û zarên kurd hatine kuştin. Zapsu li ser mijarên yekitiyê, Komela Pêşketina Jinên Kurd, serekê kurdan Şerîf Paşa û ronakbîrê kurd Hemze Begê Miksî çend helbest nivîsîne û di kovara Jîn de weşandine. Xwendevanên ku dixwazin ramanên Evdirehîm Rehmî Zapsu yên di derbarê kurd û pirsgirêka kurd de fêr bibin bi dîtina min divê vî helbestê dirêj, beşa pirtûkê ya bi navê “Ramana Kurdayetiyê” (Kürtlük Düşüncesi) û şanoya wî ya Memê Alan bi tevayî bixwînin.
ZAPSU BI JINEKE BEDIRXANÎ
Hîdayet Xanimê re dizewice
Nivîskar Necat Zanyar di hin beşên pirtûka xwe her weha qala jina Zapsu, Hîdayet Xanim jî dike ku di sala 1895an de hatiye dinê û di sala 1969an de wefat kiriye. Ew keça Ezîz Begê Bedirxanî û Vasfiye Xanimê bûye. Di qeydên polês de ji bo Zapsu de hatiye gotin ku “…ew bi jineke bedirxanî re zewiciye”. Di roja 11-5-1920an de Hîdayet Xanim bi Zapsu re dizewice. Ji vê zewacê Jale, Mustafa Pertev, Ayşe Hale û Metîn Daver hatine dinê. Ji van Ayşe Hale paşê bi ronakbîrê kurd Mûsa Anter re dizewice. Hîdayet Xanimê li Stembolê Xwendegeha Mamosteyan ya Çapayê qedandiye û paşê wek mamoste kar kiriye. Hîdayet Xanim dema Komela Pêşketina Kurdistanê (Komela Tealiya Kurdistanê) mewlîdekê dide, ew zembîlekê tijî kulîlk dike û bi namekê ji wan re wek pîrozbahîkê dişîne. Di binê nameyê de îmzeya H. Ezîz hebûye.[6] Paşê mêrê wê jî di sala 1920an de ji bo Komela Pêşketina Jinên Kurd helbestekê dinivîse. Zapsu di derbarê jinan û mafên wan de kesekî demokrat bûye. Berî ku bi fermî bizewicin, Zapsu ji bo jina xwe Hîdayet Xanimê helbestekî bi navê Birêz Dotmîr (Muhterem Dotmîr) dinivîse û pêşkêşî dilketiya xwe Hîdayet Xanimê dike. Di helbestê de dema ew namekê ji Hîdayet Xanimê digre gelek şa dibe: “Bextê min keniya / Wek jiyana nemir (Hayat-ı layemut…” Ev xebat herweha qala hin aliyên dîroka kurdên Stembola kevin jî dike.
ARŞÎVA MALBATA ZAPSU
Lêkoler Necat Zanyar dema ev xebata amade kiriye ji arşîva taybet ya malbata Zapsu gelek sûd wergirtiye. Wî bi mehan di vê arşîvê de kar kiriye. Mirov di pêşgotina pirtûkê de û di hin cîhên din de jî rastî îfadeya “Arşîva Malbatî ya Zapsu” tê. Him çend çavkanî û him jî çend wêneyên ku heta niha me qet nedîtine, nîşan didin ku Necat Zanyar ew ji vê arşîva taybet ya malbatê wergirtine. Wênek heye ku balkêş e. Li vir Hîdayet Xanimê û Evdirehîm Rehmî Zapsu di salên ciwaniyê de tevayî xuya dikin û em li vir Hîdayet Xanimê bi kasket û cilên fermî dibînin. Gelo wê demê jinên ku mamostetî kirine bi van kincan çûne kar yan jî Hîdayet Xanimê bi van kincan gelo di şanoyekê de lîstiye, mirov nizane. Hêvî dikim ku ev pirs hêdî hêdî bersîva xwe bibîne.[7] Hemû evan nîşan didin ku her çiqas sed sal derbas bûye jî em dikarin di mal, sandoq, albûm û hafiza mirovên me de rastî gelek çavkanî, dokumen, wêne û agahiyên pir hêja bên. Gelek spas ji bo nivîskar û lêkoler Necat Zanyar ku xwe gihandiye arşîva vê malbata kurd ya navdar, ango malbata Evdirehîm Rehmî Zapsu.
DESTÊ ZAPSU JI WELAT NABE
Dema Komara Tirkiyê saz dibe êdî tu cazîbeya Stembolê ji bo ronakbîrên kurd ku li wir dijîn namîne. Li gorî Necat Zanyar, hinek li Diyarbekirê tên darda kirin, komek diçe sirgûnê, hin kes saf diguhirînin û hin kes jî bêdengiyê hildijbêrin, li cîhê xwe dimînin. Yek ji van kesên ku destê wî ji welêt nabe jî Evdirehîm Rehmî Zapsu ye. Wî qasî 30 salan karmendî kiriye, di navbera salên 1928-1930 li qezaya Mêrdînê, Midyadê maye wek midirê darayî kar kiriye. Têkiliyên wî yên ligel şêniyên kurd yên Midyadê gelek germ û baş bûye. Lê belê dema em vê pirtûkê dixwînin, em ji raporên fermî hîn dibin ku çavekî polês û hêzên îstîxbaratê timê li ser wî bûye. Ew her dinivîse, wek mînak ew yek ji wan berhemên xwe yên here balkêş amade dike: “Perek Zêrîn ji Tarîxê” (1945). Eger em hinekî zêde herin û vê berhemê binirxînin, em bi rehetî dikarin bêjin ku ev berhema manzûm ji bo edebiyata kurdî, dîroka kurdî û bi giştî ji bo kurdayetiyê ne tenê çavkanîke zêrîn e, belkî jî “zêrê zerîn” e!
Jêrenot:
[1] Necat Zivingî, Evdirehîm Rehmî Hekkarî, Avesta, 2015.
[2] Necat Zanyar, Abdurrahim Rahmi Zapsu-Çok Yönlü Bir Tanıklığın Öyküsü, Doğan SoLibri, 2023.
[3] Necat Zivingî, Ji Mala Hekaryan Evdirehîm Rehmî Zapsu, Perek Zêrîn ji Tarîxê, Peywend, 2023.
[4] Hazim Kiliç, Evdirehîm Rehmî Hekarî, Weşanxana Xanî û Bateyî, Danmark, 1991.
[5] Necat Zanyar, Abdurrahim Rahmi Zapsu-Çok Yönlü Bir Tanıklığın Öyküsü, rûp.273. Ev weşana bi navê Kurdistan ku Evdirehîm Rehmî Zapsu navê wê li vir dide, ez bawer dikim kovara Kurdistan e ku dema Jînê li Stembola derketiye (1919-1920), xweyê wê ronakbîrê kurd Mehmed Mîhrî Hîlav (1885-1957) bûye. Gelek caran navê vê weşanê û navê rojnama kurdî ya pêşîn ku di salên 1898-1902an de ji aliyê Bedirxaniyan de derketiye bi xeletî tevlihev bûne.
[6] Rohat Alakom, Kürd Kadınları Teali Cemiyeti, Avesta, 2019, rûp.22.
[7] Dema min di salên 1990î de di derbarê Kurdên Stembola Kevn de xebatek amade dikir, min wê demê Hale Xanim, keça Evdirehîm Rehmî Zapsu nas kir, bi saya wê ez bûm xweyê agahiyên gelek hêja. Hale Xanimê adrêsa xûşka xwe Jale Xanimê jî da min, li Stembolê ez çûm seredana wê. Dema min di sala 2019an de li ser rêxistina Komela Pêşketina Jînên Kurd (Kürd Kadınları Teali Cemiyeti) pirtûkek weşand, wêneki gelek xweşik yê Hîdayet Xanimê bi kincên kurdî bergê vê pirtûka min jî xemiland (Avesta, 2019). Li pişta vî wêneyî ev nota Hale Xanimê heye: “Sal 1940, Başqale gundê Tavih dayîka min Hîdayet”.
Duvar