Xiyaneta li Kerkukê li Sileymaniyeyê dubare dibe…

Îbrahîm GUÇLU 

Piştî Şerê Qendavê (Qorfezê) ya yekemîn beşekî Kurdistanê di bin kontrola Emerîka û hevpeymanên wê de azad bû. Ji bona ev herêma Kurdistanê ya azad ji holê rabe, çar dewletên kolonyalîst hewil didan. Lê bi xwe ji tirsa Emerîkayê û hevpeymanên wê nedikarîn raste rast êrîşa Herêma Azad ya Kurdistanê bikin. Lê her çar dewletên kolonyalîst PKKê bi kar anîn. PKKê, di destpêkê êrîşî PDK, pişt re êrîşî YNKê û dawî jî êrîşî PDKê û YNKê kir ku herdu partiyan Hikûmeta Kurdistan birêve dibirin. Encama wan êrîşan bi hezaran pêşmergeyên Kurdistanê û xortên di nav PKKê de hatibûn xapandin, hatin kuştin. 

Encama plana çar dewletên kolonyalîst êrîşa PKKê ya li dijî Herême Azad ya Kurdistanê, bû sedem ku Ocalan ji Sûriyeyê bê derxistin û teslîmî Dewleta Tirk bê kirin. Dema Ocalan hat teslîm kirin jî  dizanîn ku Ocalan mirovê Dewleta Tirk e. 

Êrîşên dewletên kolonyalîst nikarî pêşiya federebûna Kurdistanê bigre. Sîstema Federe di sala 1992an de li Kurdistanê ava bû, di sala 2005an de li Iraqê jî bû bingeha Dewleta Federal. Iraq piştî ku ji aliyê Emerîkayê ve hat dagir kirin, di sala 2003an de Rejîma Baasê ya faşîst hat rûxandin. Piştî rûxandina Rejîma Faşîst ya Baasê, avabûna dewleta nû û rejîma nû hat rojevê. Di encamê de bi alikariya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî biryar hat girtin ku dewleta Iraqê bibe dewleta hemû neteweyan û bibe dewleteke federal. Rejîmae demokrat û parlamenterist li Dewleta Federal ya Iraqê jî bê damezrandin.

 Di sala 2005an de bi refêranduma makezagona nû ji dewleta federal û rejîma demokrat-parlamenterîst re “erê” hat gotin.

 Hezar mixabin ji bona ku di ereban de çanda demokratîk çê nebibû û ji nîjadperestî û çanda desthilatdariya nasyonalîstî xelas nebibûn, ava bûna sîstema federal her demê di bin xeteriyê de bû.

Erebên nîjadperest û nasyonalîstên hişk di her firsetekê de dixwest in ku sîstema federal ji holê rakin.

 Beşek Kurd jî, bi taybetî jî Serokatiya Goranê di destpêkê û pişt re beşekî YNKê jî ji erebên nîjadperest re dibûn alîkar. Beriya Refêrandûma Serxwebûna Kurdistanê, Hikûmeta Federal hewil dida ku Kerkuk bikeve bin rêvebiriya Kurdistanê, Goran û beşek endamên YNKê jî dixwestin ku Sileymaniyeyê ji Herêma Federe ya Kurdistanê veqetînin bi Ereban û hikûmeta navendi ya federal re girêbidin.

 Lê ew hewildana ji aliyê PDKê û Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ve sedema şer hat pejirandin. Loma wan kesan nikarî hewildana xwe zêde pêşve bibin û erebên nîjadperest jî nexwestin ku bikevin nav şerekî. Loma ew hewildana hat rawestandin. Lê wê hişmendiyê li cem beşek kurd dom kir. 

Ev hewildana têkbirina Sîstema Federal bû sedem ku makezagona dewleta federal binpê bibe. Di encamê de Dewleta Federal bir her awayî ket bin xeteriyê. Wê demê dîsa di pêşengiya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de pêvajoya dewleta serbixwe ya Kurdistanê û dewleta konfederal ya Iraqê dest pê kir. 

Loma jî li Kurdistanê biryara Refêrandûma Serxwebûna Kurdistan hat pejirandin. Di Îlona 2017an de refêrandûm hat li darxistin. Kurdistaniyan di encama Refêrandûma Serxwebûna Kurdistanê de serkeftî bûn. Biryara Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê hat dayin. Gelê Kerkukê jî, ji desthilatdariya Kurdistanê û serxwebûna Kurdistanê re “erê” got.    

Biryara Kurdistaniyan nîjadpererestên ereban û kurdên xayin tirsand; Hikûmeta Navendî ya Federal gorî makezagona federal tevnegeriya, ji bona ku ev encama ji holê rake, ket nav tîfaqên qirêj û kolonyalîst yên herêmî. Di Oktobra 2017an de bi bi piştgiriya Kurdên xayin (Beşek Goraniya û YNKê, PKKê) bi tîfaqa leşkerî û siyasî ya xurt êrîşî Kerkukê kirin û Kerkuk îşgal kirin.

 Ji bona ku Dewleta Federe ya Kurdistanê bi tevayî xira bikin sînorê êrîşên xwe xwestin fireh bikin, lê ji bona kurdan bû kêfxweşî ku tîfaqa qirêj ya kolonyalîst. şikest xwar.

 Piştî îşgala Kerkukê bi awayekî din Sileymaniyêyê ket bin bandor û kontrola Îranê, Haşdî Şabî û PKKê. YNKê ji vê xirabiyê re rê vekir.

 Di van demên dawî de ji bona ku Sileymaniyeyê ji Kurdistanê bê veqetandin, hewildan xurttir bûne. Di Meclîsa Federal ya Iraqê de di minaqeşeyê bûdçeyê de ev hewildana xurt bû. 

 Ev yeka çewa hatiye rojevê em ji parlamenterê PDKê guhdar bikin:

 “Parlamenterê PDK yê Parlamentoya Iraqê Sîpan Şêrwanî, ragihand ku YNKê di dema danûstandinên bûdçeyê de hewl daye Silêmanîyê ji Herêma Kurdistanê cuda bike.

 “Şêrwanî amaje bi wê yekê kir, ku wan desttêwerdan di madeyên 13 û 14 de kirine û ev jî metirsîyê li ser statu û dahata darayî ya Herêma Kurdistanê çêdike.

“Piştî gotûbêjên dûvdirêj yên darayî û siyasî, roja pêncşema borî danûstandinên bûdceya darayî ya federalî ya sala 2023, 2024 û 2025 li Parlamentoya Iraqê dest pê kir.

“Di rûniştina di bin serokatîya Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî de hat lidarxistin de, madeya 14 a derbarê dahata petrolê ya Herêma Kurdistanê û kontrolkirina wê ya ji alîyê Bexdayê ve hat gotûbêjkirin.

“Ji bilî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser hin beşên gotarê ku ji alîyê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû), Civaka Dadwerîya Kurdistanê (Komel) û Tevgera Nifşê Nû (Newey Nwê) ve li dijî wan derketibûn, hat gotûbêjkirin.”

“Pêşnûmeya ku ji alîyê Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) ve hatibû destekkirin, piştî guhertinên dawî ji alîyê pêkhateya parlamentoyê ve hat qebûlkirin.

“Parlamenterê PDK Sîpan Şêrwanî, piştî hevdîtinan daxuyanî da: “Ez dixwazim li vir diyar bikim, hewldanên ku dahatên Silêmanîyê bixin ser hesabên xwe û wek berê wek ku dixwazin bikar bînin, bi ser neketin. Wek tê zanîn YNK berê razî nebû ku dahata Silêmanîyê radestî hikûmeta Herêma Kurdistanê bê kirin. Herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû dahata petrolê ku ji sedî 81ê dahata wê ya darayî pêk tîne, ji bo mûçeyên karmend û karmendên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebîeyê xerc kiriye. Hikûmet dahatên ku ji çavkanîyên neftê bi dest dixe, ku ji sedî 19ê dahatê digre, ji bo xizmeta xelkê Herêma Kurdistanê xerc kir. Lê YNK yek dolar jî ji dahata neftê ya Herêma Silêmanîyê nedaye hikûmetê”. Şêrwanî got: “Ev helwesta YNKê ji bilî têkbirina yekrêzîya navbera Kurdan ti armancek din nake. Hikûmetê ev daxwaz qebûl kir, lê îro hewl dan ku xwe rasterast bi navendê ve girê bidin. Ji bo terxankirina bûdçeya Silêmanîyê bi rêya peywendîya rasterast bi Bexdayê re kar kirin. Lê me ev lîstik betal kir”. (Rojevakurd)

 Lê diyar e ku Sileymaniyeyê di bin xeteriyê de. Li Sileymaniyê xiyaneta li Kerkukê tê xwestin ku dubare bibe. Divê hemû Kurdistanî û bi taybetî jî Hikûmeta Kurdistanê û PDKê di vê mijarê de hayidar bin. Rê nedin xiyanetê. 

Diyarbekîr, 15. 06. 2023

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *