Cano AMEDÎ
Li ser sed salîya peymana Sykes-Picot 6 sal derbas bû, niha jî berdewamîya wê peymanê, Peymana Lozanê di rojevê de ye. Di sala 1916 an de Brîtanya, Fransa û Rusya li ser dabeşkirina heremê li hev kirin û peymana Sykes-Picot îmze kirin. Di destpêkê de, ev peyman her çiqas bi dizî bû jî, şeş sal şunda ev peyman li bajarê LOZAN’ê bi encam û naveroka pratik eşkere bû. Peymana Sykes-Picot ji bilî netewa Kurd, ji bo gelek netewan rê li ber dewletbûnê vekir. Ji bo gelê Kurd jî pêvajoya qetlîam, jenosayd û perçebûnê bi xwe re xist rojevê.
Niha jî pêvajoya sed salîya Peymana Lozanê ye. Kêm zêde 7 meh şunda salvegera sedsalîya Peymana Lozanê temam dibe. Encamên wê peymanê çibû? Bandorek çewa li pey xwe hişt? Gelo gelê Kurd niha di çi merhelê de ye? Ev deh salên dawîyê, dewletên dagirker û desthilatdarên din, alîyên serketî yên peymana Lozanê, di nav amadekarîyek germ de ne. Tenê mexdûrê herî mezin yê Peymana Lozanê alîyê Kurd, di nav bêdengîyê de ye. Li ser bingeha berjewendîyên netewî, Pêwîstîya gelê Kurd bi hişmendîyek netewî, bi mobîlazsonyonek kurdistanî heye.
Ji ber gelek sedeman, ew rewşa ku sed sal berê li ser gelê me hat ferzkirin, îro em baca wê didin. Kêmasîya hişmendîya netewî û bê rêxistinbûna tevgera neteweyî ya miletê Kurd bû, yek ji sedemên ku miletê Kurd di nav çar dewletan de bê dabeşkirin, ji hemû mafên xwe yên neteweyî bê par bîmîne û bi qatlîam û trawmayên mezin rû bi rû bimîne.
Ji ber tunebûna yekitî û rêxistinîyek neteweyî, lawazbûna hewldanên dîplomasî û xebatên sîyasî û gelek faktorên din, miletê Kurd li hemberî dagirker û nîzama li dijî gelê Kurd, destvala ma û li dijî îradeya wî carek din hate perçekirin.
Piştî şerê cîhanê yê yekem dewletên serketî û desthilatdar, li ser berjewendîyên xwe yên hevpar, li dijî gelê Kurd hevpeymanî û nîzamek nû ava kirin. Ev hevpeymanî, di heman demê de, li dijî miletê Kurd rê li ber qetlîam, jenosîd û trawmayên mezin vekir.
Peymana Lozanê di 24ê tirmehê 1923 an de, li welatê Swisre bajarê Lozanê ji alîyê Brîtanya, Fransa, Tirkîye, Îtalya, Yunanîstan, Japonya, Romanya, Sirp, Hirvat û Slovenya ve hat îmze kirin.
Kurdistan cara pêşî di sala 1639an de bi peymana Qasra Şirîn ji alîyê dagirkerên Osmanî û Safewî ve hate perçe kirin. Di sala 1923an de jî, bi Peymana Lozanê, Kurdistan vê carê bi alîkarîya dewletên emperyal û antî-kurd di nav çar dewletên dagirker û kolonyalîst de hate dabeşkirin. Di vê dabeşkirinê û pêvajoyê de, divê tevgera neteweyî ya Kurdistanê rola Brîtanyayê bi taybetî binirxîne.
Em hemû baş dizanin ku di pêvajoya peymana Lozanê de, dewleta Brîtanyayê rolek sereke lîst. Piştî şoreşa Bolşevîkan, Brîtanya piştevanî û alîkarîya dewleta Tirk û tevgera Kemalîst kir. Yekîtîya Sovyetê jî di heman demê de, piştevanîya dewleta Tirk kir û bi zanîn pêli gelê Kurd kir û li dijî gele Kurd tevgerîya, tunekirin û qetlîamên li dij gellê Kurd, bê deng û bê helwest pejirand. Karbidestên kemalîst yên dewleta Tirk jî, ji vê firsendê baş îstifade kirin, bi lîstîkên Osmanî û Bîzansî, li qada dîplomasîyê, hespê xwe bezandin.
Di sala 1918 an de, Serokê Emerîka Woodrow Wîlson, di derbarê nizama nû de dîtinên xwe ku weke prensîbên Wilson tê zanîn, diyar kir. Li gorî xalek van prensîpan “divê dewletên serketî ji dewletên têkçûyî daxwaza axê neke”. Ev xal ji bo tirkan bû keys û firsendek bêhempa.
Teva ku sed sal di ser peymana Lozanê re derbas bûye, hê jî naveroka vê peymanê bi tevayî nehatîye eşkere kirin û gelek alîyên wê veşartî maye. Mixabin teva ku hinek akademîsyen û pispor li ser 143 xalên vê peymanê radiwestin û şîroveyan dikin jî ew behsa mijar û xalên veşartî nakin.
Li Lozanê delegasîyona dewleta Tirk, İsmet ÎNÖNÜ, Riza NUR û Hasan SAKA temsîl dikin. Parlementerê Dîyarbekir ku endamê teşkilata Îttîhat Terakî Mehmet Zülfü TİGREL jî weke şêwermendê delegasîyonê bi xwe re dibin. Di wê demê de, Feyzi Pirinççioğlu, Zülfü Tigrel, Süleyman Nazif û Zîya Gökalp jî weke aktorên entergasîyonê, rolên xwe dilîzin.
Sed sal berê, ji ber ku miletê Kurd ne xwedîyê yekitîyek neteweyî, rêxistinî, dîplomasîyek çalak bû û di warê xebatên sîyasî de lawaz û bêhêz bûn, bi ser neket û têk çû. Teva ku miletê Kurd serî li hemberî vê dagirkerîyê serê xwe netewand; li hemberî vê dagerkerîyê serî hilda û berxwedanên qehramanî li dar xist jî, bi ser neket. Kêm zêde em bawer in hemû beşdarvan li ser sedem û sebebên têkçûnê nêzîkî hev difikirin. Em dixwazin bi hevre aqilê Kurdî, hişmendîyek netewî û seknek Kurdistanî bi raya giştî re par ve bikin.
Bi vê mabestê, di salvegera sedsalîya Peymana Lozanê de, alîyên kurdistanî dikarin bi hev re çi bikin? Nêrîn û pêşnîyarên hevbeş divê çewa mobîlîze bibe? Li hemû beşên Kurdistanê û li diaspora, wê gelê Kurdistanê bi helwestên çewa, seknek netewî nîşan bide? Divê partî, rexistin, sazî, dezgehên Kurdistanî, rewşenbîr û akademisyenên pisporê mijarê bi bernameyek dewlemend rojevê tayin bikin. Nêrîn û pêşnîyarên her Kurdekî, ji bo me gelek girîng e. Divê em bi hevre, ji dîtin, pêşnîyar û rexneyên cûda sûd bigirin. Divê armanc, mafên ji milletbûnê tên, bi tevahî pêk bînin, mafê dewletbûnê û statuya bi erdnîgarîya Kurdisanê ve girêdayî weke daxwazên stratejîk pênase bikin û ji bo çareserîyek misoger, helwestên hevbeş û têkoşînek neteweyî bixin rojevê. Di pratîkê de, bi çalakîyên hevbeş, rojevê geş bikin. Ji niha ve, divê em pêwîstîya lêkolîn û peydakirina bernameyên hevpar bi hevre tesbît bikin. 04:12:2022 Amed
Cano Amedî