Haydarîyeke pêwist û giring:
Seydayê hêja M. Emîn Bozarslan sê sal li ser ”Mem û Zîn”ê xebitî û ew hem ji tîpên erebî wergerand tîpên latinî, hem jî wergerand kurdîya xwerû (sade) û kurdîya wê ya orîjînal digel kurdîya wê ya xwerû li Swêdê di adara 1995an da çap kir û gîhand destê xwendevanê kurd. Bi vî awayî, cara pêşîn ji xwendevanê kurd ra îmkan çêbû ku dastana xwe ya neteweyî bi kurdîya xwerû bixwîne û fam bike.
Mamosta Bozarslan li ser ”Mem û Zîn”ê ji 1000î zêde jêrenot jî nivîsîn û hin bûyer, hin tarîx, hin nav, hin babet û wd. yên ku di pirtûkê da cî girtine, bi wan jêrenotan zelal kirin û gîhandin ronayîyê. Bi tabîreka dî Bozarslan, adeta ”Mem û Zîn”ê ji nûve afirand, ji nûve vejand. Loma divê em bi wêrekî bikaribin bêjin ku M. Emîn Bozarslan, Ehmedê Xanî yê sedsala me ye, yanî Ehmedê Xanî yê nû ye.
Jibo min Mem û Zîn, kitêbeka Muqaddes e ku rûmeta vê tesbîtê, Hacî Qadirê Koyî û C. Bedir Xan kirine û ez tenê wê tespîta wan hêjayan diparêzim û tekrar dikim û loma divê di têkoşîna kurdan a neteweyî û demokratik da ev şaheser îro jî rêberîya teorik bike. Ji ber wê ye ku min pêwist dît ku Dastana Neteweyî Mem û Zînê di nivîsarek da bidim nasandin da ku bi taybetî neslên nû jê mefadar bibin. Ji ber ku mamosta Bozarslan, jibo çapkirina Mem û Zînê ya kurdîya xwerû 110 rûpel pêşkêşîyeka dirêj û hêja wek 6 beş nivîsîye; min cesaret nekir ku di vî derbarî da nivîsareka xweser binivîsim. Loma li gora pêwistîyê, piranîya vê nivîsarê min ji qelema seyda veguhast ser kaxid û bi vê munasebetê ez ji seyda ra spas dikim û temeneke dirêj û bi sihhet jê ra dixwazim.
”Roja ku di Tarîtîyê da Hilat: EHMEDÊ XANÎ
1.Rewşa Kurdistanê di Sedsala XVII. da”
”Piştê ku li rojavayê Kurdistanê li Anadolê dewleta Osmanî hat sazkirin û bere bere mezin bû û bû împeratorîyeka gewre û xurt û dijwar; li rojhilatê Kurdistanê li Îranê jî dewleta Sefewî hat sazkirin û ew jî hin bi hin xurt bû û bû împeratorîyeka mezin û xurt û dijwar. Kurdistan ket dewreka tarî û neqebeka gelek teng. Wek hemî welatên ku di gîhaneka (merhele) feodalizmê ra derbas bûne, Kurdistan jî hingê di gîhaneka feodalizmê da bû û hêj ji wê gîhanekê negîhabû gîhaneka yekîtîya neteweyî û sazkirina dewleteka yekbûyî û şîyaneka-hêzeka- merkezî. Li herêmên welêt ên cure cure dewletên Kurd ên cuda cuda û biçûk biçûk hebûn. Ew dewlet hemî mîrek bûn; wek Bedlîsê, Botan, Hekarîyê û wd.
Mirov dişê rewşa mîrekên Kurdan ên wê demê bişibîne rewşa mîrekên Tirkan ên berî xurtbûna dewleta Osmanî. Wek ku tê zanîn, piştê ku eşîretên Tirkan hatin Anadolê, li herêmên cure cure dewletên biçûk biçûk saz kirin; ew dewlet jî hemî mîrek bûn, dewleta Osmanî jî yek ji wan mîrekan bû. Paşê dewleta Osmanî hin bi hin xurt bû û êrîşê wan mîrekan kir, ew yeka- yek ji meydanê rakirin û axa wan kir nava sînorên xwe; bi wî awayî, mîreka Osmanî li Anadolê dewleteka xurt û yekbûyî saz kir, şîyaneka merkezî pêkanî.
Eger mîrekên Kurdan xwe bi xwe bimana û her du dewletên cîran têkilîya Kurdistanê nekirina, mîrekeka Kurd a xurttirîn jî dê bere bere mîrekên dî zorbirî bikirina û axa wan têxista nava sînorên xwe; bi wî awayî, wê mîreka xurttirîn jî dê li Kurdistanê dewleteka xurt û yekbûyî saz bikira, şîyaneka merkezî pêkbanîya. Lê mîrekên Kurdan, hêj ku jibo pêkanîna yekîtîyeka weha fersend û mecal nedîtibûn, xwe di navbera du dewletên gewre û xurt û dijwar û êrîşkar da dîtin; li rojavayê wan dewleta Osmanî, li rojhilatê wan jî dewleta Sefewî.
Her yekê ji wan dewletan dixwest ku Kurdistanê têxe nava sînorên xwe. Lê belê dewleta dî li dijê wê daxwazê derdlket. Lewra wê jî dixwest ku Kurdistanê di nava sînorên xwe da bibîne. Bi wî awayî, Kurdistan di şerên wan her du dewletan da bû meydan. Çima em dibêjin ”şerên wan”? Lewra wan her du dewletên çavbirçî û êrîşkar, gelek caran li dijê hev şer dikirin û leşkerên wan axa Kurdistanê didan ber lingên xwe. Gelê Kurd hingê bi xwînê dilewitî; şerên ku ne şerên gelê Kurd bûn, gelê Kurd bi wan xwînî dibû û dihat perçiqandin.
Di dûwayîyê da her du dewlet jî têgîhîştin ku neşên hev zorbirî bikin; hingê li hev rûniştin û peymana 1639´an îmza kirin, ku jê ra tê gotin ”Peymana Qesra Şîrîn”; bi wê peymanê, Kurdistan parçe kirin û di navbera xwe da parve kirin. Bi wî awayî Kurdistan ku heta hingê di navbera wan her du dewletan da bûbû meydana şer û di xwînê da lewitîbû; bi wê parçekirinê û parvekirinê ket rewşeke tarî, ket nava tarîtîyeka dijwar û gurr. Welatê Kurdan, êdî ne ku tenê meydana şerên Osmanîyan û Sefewîyan bû, lê her wisa bindestê her du dewletan bû jî. Padîşahê Osmanîyan û şahê Îranê, ku jê ra dihat gotin ”Şahê Ecem”, her yekê ji wan beşekî Kurdistanê ji xwe ra kiribû ”milk” û xistibû binê kargêrîya xwe.”