Birêz TDK-TEVGER
Tevî slaveke dostane
Bi şanazî ve, peyama pîrozbahî û kêfxweşîyê a we bi boneya serkevtina pêvajoya hevgirtina refên Hizba Demokrat gihîşte destê me.
Di vê derheqê de bi navê PDKÎ em spasîya hesta hevxebatî û palpiştîya we bo serkevtina vê proseyê dikin, û tevî gîrîngîdana bi peyam û naveroka peyama pîrozbahîya we, em radighînin ku partîya me berdewam dibe li ser hestkirina bi berpirsatîya neteweyî, dîrokî û sîyasî a xwe. Herweha PDKÎ bi pêdagirtina li ser prensîpên xwe ên demokratîk û mirovî, dê pêngavên cidîtir bavêje bo qahîmkirina refên xebatê bo gihîştina bi armancên tevgera me a rewa. Herweha girîngîyeke taybetî dide têkilîyên dostane, û hevxebatîya digel we û hemû dost û dilsoj û têkoşerên riya azadîyê.
Digel rêz û spasîya me a dubare
PDKÎ
Navenda Pêwendîyên Giştî
Mihemednezîf Qadirî