Xidir ÛSO
Piştî avabûna Komara Kemalîst, ji bo di warê leşkerî û sîyasî de Kurdistanê tam îşgal û îlhaq bike, alîkarîya leşkerî û lojîstîk ji Îngîlîz û Fransî`ya sitend. Ji bo dewlet û rejîma xwe têxe emnîyet û ewlekarîyê, piştî Şerê Cîhanê II. xwe kir endamê NATO.
Tevlî vêya jî rejîma Kemalîst, ji bo xwe ji rejîma Sovyetê biparêze û têxe ewlekarîyê, ji alî din jî bi rejîma Sovyetê re jî peymanên dostane û dûrbûna ji desttêwerdana nav hevdu îmze kir. Ev jî ji ber şerê navxwe yê Sovyetê û şerê Tirkî li dijî Kurdan, li hesabê her dû dewletan dihat.
Piştî belavbûna Sovyetê, rê li ber dewleta Tirk xweş kir ku vegere sîyaseta xwe ya neoosmanî û dest bi xebatên ku berjewendîyên dewleta xwe, ji yên Ewropa û Amerîka cuda biparêze. Loma li Îraqê û Sûrî, polîtîkaya xwe ya ‘‘Mîsak-î Mîllî‘‘ xist rojevê. Ne tesaduf e ku bi bahaneya şerê DÎIŞê ku here wargehek xwe li Başîka Mûsilê bi cîh bike. Ji alî din jî berbe Kerkûk û Mûsilê ve hêdî hêdî qereqolan avabike! Destdirêjîya nava Lîbya kir û li Derya Naverast dest bi lêgerîna petrolê kir. Tilîya xwe kir şerê Qerebaxê. Leşker şandîye Somalî, Qeter, Kosova, Bosna-Hersek, Lubnan, Azerbaycan û Albanya.
Lê di serî de Yûnan û Fransa, gelek dewletên Derya Naverast li dijî planê dewleta Tirk derket û ew bi sînor kir û ber be tenêtîyê ve dehf da. Helbet Amerîka xwe da tenişt Yûnan û Ewropa. Ji ber van polîtkayên Tirkî yên li dij huqûqa navdewletî, mîna li Sûrî piştgirîya hêzên Îslamî yên terorîst û alîkarîyên DÎIŞê yên ji pîvanên Ewropa û NATO der, Ewropa û Amerîka Sîstema Parastina Saroxî (PATRIOT) ji Tirkî vekişand. Dema ku Tirkî xwest Patrîota bikire jî Amerîka ew nedan Tirkî. Li dijî helwesta Ewropa û Amerîka, Tirkî xwe nêzî Rûsya û Îran kir. Loma Turkîye, S400ên ku li dijî hêza ezmanî ya NATO hatine çêkirin kirrî. Li ser vê helwesta Tirkî Serokê Fransa Emanuel Macron got: ‘‘NATO, di warê mejî de mirîye, êdî pêwîstî bi hebûna NATO nemaye!‘‘
Destdirêjîya Amerîka li Iraqê û avabûna Kurdistana Federal, li dijî êrîşên DÎIŞê parastina Herêma Kurdistana Başûr û Başûrê Rojava ji alî Amerîka û Ewropa, dewletên Tirk û Îran him pir aciz kir û him jî nêzî hev kir. Ji alî Kurdan ve bi destxistina mafê netewî û sîyasî, him ji ber rewşa Kurdên bindestê xwe û him jî ji bo sîyaseta wan ya emperyal, dewletên Tirk û Faris xistin hereketê. Loma bi bahaneya tekoşîna li dijî PKK/YPG, dewleta Tirk, ji alîyekî ve misêwa Başûrê Kurdistan topbaran kir, qerekolê xwe lê bi cîh kir û ji alîkî jî dest bi dagîrkirina hin deverên B.Rojavayê Kurdistan kir.
Li dijî dagîrkirina Ukrayna ji alî Rûsya ve, li dijî dewleta Rûs, Amerîka û Ewropa bi her awayî vekirî piştgirîya Ukrayna kirin. Ev jî bû sebebê ku li dijî welatên NATO, Rûsya ji nuh de ji xwe re hevbendîyek dijî Amerîka û Ewropa avabike. Tirkîye xwest ji vê nakokîyê îstîfade bike û bi her du alîyan jî xweş derbas bike. Ji xwe ji ber kiryarên destdirêjîyên terorîstî û pêşdexistina çekên atomî, li dij Îran dorpêç û gemaroyek Bakur heye.
Amerîka, Ewropa û Îsraîl, vekirî terefdarên statuya Başûrê Kurdistan in. Joe Biden, li Cidde vekirî ji heyeta Iraq re got: ‘‘em dixwazin hûn û herêma Kurdistan li hevbikin.‘‘ Ev ji bo Tirkî û Îran jî mesajek bû. Îran û nîjadperestên Bexda, ji bo ji navbirina herêma Kurdistan hêvîyên xwe bi hin rêvebirên YNK yên mîna Şêx Cengî û hin endamên malbata Îbrahîm Ahmed û Talabanî ve girê dabû. Ji ber sûîkast û jahrîkirina Bafil Talabanî, Mela Baxtîyar û komployên nava YNK, Bafil Talabanî, bi operasyonekê ew tasfîye kirin û xwe nêzî Mesûd Berzanî kir; loma gavên ji bo yekirina rêvebirîya Silêmanî û Hewlêr leztir bûn. Ev jî hêvîyên Îran û hevalbendên wê şikenand û bû sebeba tundkirina êrîşên Îran, Tirkî, Erebên nîjadperest û hevalbendên wan pkk û Heşdî Şabî yên li dijî rêvebirîya Kurdistana Federal in.
Ji alîkî de Îran bi rêya Heşdî Şabî, PKK û rasterê bi sûîkast û êrîşên dronan li ser Kurdistanê zextê dike, ji alî din de dewleta tirk, bi bahaneya taqîba pkk û şerê li dijî terorê û peymanên bi Iraqê re, her roj bi tank, top û firokan Kurdistanê bombebaran dike û qereqolan datîne. Him ew û him pkk bi zexta gulebaran û kuştinê, gundên Kurdistanê didin valakirin û leşkerê tirk li wan deveran qereqolan avadikin. Bi handana Tirkî û Îran pkk, bi êrîşên dijî pêşmerge û sivîlan Hukumeta Herêmê zorgayî şerekî, dixwazin ji raya giştî re mîna ku `Kurd û Kurd şer dikin` rêbidin! Sorokatîya Başûrê Kurdistanê jî bi israr ji vî şerî direve!
Ev sîh sal e, roj tune ye ku dewleta tirk li ser Kurdistanê bombebaran û êrîşekê neke. Heta niha dewleta Iraqê jî dengê xwe ji van êrîşan re dernexistîye. Ya balkêş ew e ku dewleta Tirk van êrîşan bi bahaneya li dijî terora pkk dike û Iraq bi vê sebebê dengê xwe ji Tirkî re nake; lê ji alî din ve dewleta Iraq li Şingalê, Kerkûkê û hin deverên din, di bin navê Heştî Şabî de çek, mûhîmat û mûçe dide pkk. Dewleta Tirk jî dengê xwe ji vê re nake! Tevlî ku her kes zane: amanc, gef û guvşa ser rêvebirîya Kurd e û dewleta Tirk bi vê bahaneyê her roj welatîyên Kurdistanê yên sîvîl dikuje, lê heta îro li dij Tirkan, ne dewleta Iraq û ne jî sazîyek navdewletî dewleta tirk şermezar nekirin û helwestek nîşan nedan.
Herî dawî ku Serokê Amerîka Joe Biden hat Îsraîl û Erebîstana Siuudî, bi 6 dewletên Konseya Hevkarîya Kendavê û bi Iraq, Misir û Urdun re lûtkeya Cidde li darxist, behsa Tirkî nekir, lê helwesta xwe ya li dij Rûsya, Çîn û Îran vekirî xwanê kir û got: ‘‘em Rojhilata Naverast ji Rûsya, Çîn û Îran re terk nakin û ji wan re valahîyekê nahêlin!‘‘
Tam wek ji vê lûtkeyê re bibe bersîv, li Tahranê lûtkeya Rûsya, Îran û Turkîye hat li darxistin, peyman û girêbestên li vê lûtkeyê hatin sitendin jî bersîva lûtkeya Cidde`yê bû. Piştre jî wek herkes zane, ji alî leşkerê Tirk topbarana li devera tûrîstîk ya Zaxo gundê Perexê û qetlîama geştîyaran dest pêkir.
Helbet ev topbaran bi zanîn û bi navnîşan hatîye kirin. Heta niha tenê Kurd dihatin hedefkirin û dihatin kuştin, lê vê carê bi zanîn Erebên Bexda û Kerbelayê kirin hedefa bombeyên xwe. Mîna ku Iraq ji bo enîya xwe ya hevkarîyê xuya kir, bêt cezakirin. Belkî ji bo ku qurbanî Ereb bûn yan jî Iraq armanca tirka famkir, vê carê Iraq li dij qetlîama dewleta Tirk, tepkî û helwestek tund rê da.
Lê ne tenê Iraq, ev cara yekê ye ku Yekîtîya Netewan, Yekîtîya Ewropa û gelek dewlet û sazîyên fermî û sîvîl yên cîhanê lanet li çalakîya dewleta Tirk anîn û wê bi tundî şermezar kirin. Mîna ku hemû cîhan li bendî kiryarek werê bûn ku ji bo dewleta Tirk şermezar û riswa bikin! Ev helwesta cîhanê, hêvîyekê çêdike ku êdî cîhan ji kiryarên dewleta Tirk yên terorîstî û çavsorî re çavê xwe negirin û hesab jê bipirsin.
Divê îdareya Kurd ji bo parastina welatîyên xwe û hukumranîya xwe helwest rêbide, tawîzê nede Tirkan û dîplomasîyek baş bimeşîne! Çimkî tirk tenê ji bertek û zorê famdikin. Dijminê gelê Kurd yên herî bi hêz, îro bi cîhana emperyal re di nakokîyê dene û divê rêvebirî û sîyaseta Kurd ji vêya îstîfade bike û rêya dewletbûnê veke! Tenê rêya xweparastina gelê Kurd di dewletbûnê de ye!