HERDU LEYLAN Û LEYLANA KURDÎ

Lokman Polat
Leylan navê du romanan e. Yek jê bi kurdî ye, ya din jî bi tirkî ye. Leylana bi tirkî, ya siyasetmedarê kurd û her wiha kurdê nivîskar Selahattin Demirtaş e. Leylana bi kurdî jî ya nivîskarê kurd Devliken Kelogirî ye. Yek jê -Selahattîn Demirtaş- kurdê nivîskar e, lê nivîskarê kurd nîn e û yê din -Devliken Kelogirî- nivîskarê kurd e. Her du roman ji bilî navê xwe di tu warî de, bi tu awayî naşibin hev ango du romanên naveroka wan cuda ne.
Leylana Tirkî ya Selahattin Demirtaş
Leylana tirkî ji weşanxaneya tirkan a bi navê ”Dipnot”ê li Ankarayê derketiye û 298 rûpel e. Leylana kurdî jî ji weşanxaneya kurdan a bi navê ”J/J”yê li Amedê derketiye û 293 rûpel e.

Leylana Devliken Kelogirî beriya Leylana Selahattin Demirtaş de derketibû. Di navbera her du Leylanan de ji bilî heman navî tu wekheviyek, mînahevbûnek tune ye. Carinan dibe bêyî ku haya nivîskaran ji hev, ji berhemên hev hebe, heman navî li berhemên xwe dayînin. Navê berhema Ahmed Altan ”Xapandin” e û navê berhema Paulo Coelho û navê berhema nivîskareke norwecî heman nav in.
Piştî ku Leylana Selahattin Demirtaş derket û ew û weşanxane pê hesiyan ku bi vî navî romana Devliken Kelogirî jî heye, xwediyê weşanxaneya ”Dipnot”ê Emirali Turkmenoglu ji weşanên ”J/J”yê û ji nivîskar Devliken Kelogirî xwest ku ew pirtûkê ji piyaseyê rakin, bicivînin, ew ê heqê çapa pirtûkê bide wan. Ev daxwazeke ne di cî de bû, ne exlaqî bû, rûreşiyek bû. Wan dixwest ji bo pirtûkeke tirkî berhemeke kurdî ji holê bê rakirin. Li hemberî vê daxwaza şermezariyê Devliken Kelogirî û xwediyê weşanxaneya ”J/J”yê Azad Zal helwesteke rast û durist wergirt, wan daxwaza Turkmenoglu red kir û ”Leylan”a Devliken Kelogirî ji piyaseyê, ji firotinê ranekir, necivand. Ji bo vê helwesta wan ez wan her duyan jî pîroz dikim.

Ez ê di vê nivîsa xwe de Leylana kurdî binirxînim, şîrove bikim û naveroka wê ji xwendevanan re rave bikim. Beriya ku ez dest bi Leylana kurdî bikim, dixwazim di der barê Leylana tirkî de çend gotinan bibêjim. Leylana tirkî di destpêkê de wekî berehemeke edebî ya absurd, wekî mîzaha reş dest pê dike, lê paşê nivîskar/vebêj çîroka absurd a balkêş a ku tê de serpêhatiyên sê kesên hevalên hev û evîna yekî ji wan sê kesan qal dike, li cihekî dihêle, dev ji vegotina ravekirina şêweya mîzahî berdide û wekî ku di nav romanê de romaneke din qal bike, romaneke din pêşkêşî xwendevanan dike.

Leylana tirkî di destpêkê de bi şêweya zimanê mîzahî û wekî çîrokeke absurd û gelekî baş û xweş dest pê dike lê xwezî roman hetanî dawiyê bi wê şêweyê bidomiya. Edebiyata absurd cureyekî wêjeyê ye ku çîrokbêjiya bêdem, modern, surrealîzm û komediyê bi kar tîne da ku rewşên absurd, absurdên rewşa mirovan bi hesteke hebûnî vebêje. Ziman û awayê vegotina nivîskar ji bo afirandina berhemeke absurd guncav e, tam lê tê.

Piştî qalkirina çîroka evîna Kudret a ji bo Serapê/Leylanê, keçeke bi navê Netice dosyayekê tîne dide Kudret û êdî romana ku hatiye nivîsîn û di dosyayê de ye, tê pêşkêşkirin. Romaneke monoton, bûyerên li derdora malbatekê derbas dibe, qezaya trafîkê, neşiyarbûna Bedirxan, ameliyat, agahdariyên di der barê mejî de û pêşveçûna tibê dûr û dirêj tê qalkirin. Roman dibe wekî ravekirina înformasiyona/agahdariya tibê. Ragihandina agahdariyên tibê hêla wê ya edebî fetisandiye, qels xistiye.
Hatice hevala Kudret a dibistanê ye. Roman ji hêla Haticeyê ve hatiye nivîsîn û navê wê ”Hayat Hep Yarimdi (Jiyan Tim Nîvco Bû)” ye. Di romanê de di şert û mercên zanistî yên îroyîn de tiştekî ne mimkin diqewime. Cîhaneke ku “du mejiyên cuda bi hev ve [girêdayî] ne”, û bi vî awayî “[afirandina] jîngeheke pir-hişmendî tê bidestxistin”. Mijara romanê ya bingehîn pêşketina teknolojiyê ya di tibê de ye.

Helbet di romanê de mijareke balkêş, tiştên balkêş, gotinên balkêş hene. Mînak Bedirxan li ser jiyan û bextewariyê dibêje: “Jiyan ne ji bo bextewariyê tê jiyîn, lê ji bo ku watedar be, dema ku tu li pey wateyê diçî tu kêfxweş dibî”. (r. 277) Yan jî valahiya romannivîsê ku dev ji têkoşînê berda û li serkeftinê geriya.

Dûvikiya CHPê
Tirkêkî bi navê Onur Butun (nav û paşnavên tirkan jî ecêb in) di der barê romana Leylanê de gotarek nivîsiye û dibêje : ”Leylan romaneke serdema siyasî ye ku li ser mijarên dewlemend ên wekî bajarên Amed, Nisêbîn, Stenbol û Zurichê, bi taybetî 5 salên dawî yên Tirkiyeyê, felsefeya Spînoza, pirsgirêka kurdan, perwerdeya zimanê dayikê û helwestên şoreşgerî diaxive.” (Binêre malpera Kitap Eki.) Lê çi qas diaxife? Çawa diaxife? Wekî xwendevanekî kurd li gorî min ew bi mentalîteya çepîtiyê ya çepên tirkan diaxife. Antîkapîtalîzmê derdixe pêş, lê behsa antîsomurgecîtiyê û doza neteweya kurd nake. Di romanê de hest û ruhekî kurdî, kurdayetî tune ye. Ji hêla ravekirina siyasî ve jî romaneke serketî nîn e.

Ji xwe di jiyana rasteqîn de jî siyaseta ku Selahattin Demirtaş meşand siyaseteke serketî nebû, dûvikiya Chpê, pesindayina kemalîzmê û hizra parastina Tirkiyetîcîtiyê bû. Bi qasî ku berdevkên HDPê pesnê kemalîzmê dan CHPyîyan ewqas pesn nedidan. Şîara/slogana wî ya ku ji bo hilbijartina serokkomariyê derxist pêş û ji T. Erdogan re got ”Em te nakine serok” zirar da doza kurd û zirar da kesayetiya wî bi xwe. Ji bo wê şîara şaş bû ku ev ji 6 salan zêdetir e li hepisxaneyê radize. Heger ew li gorî hişmendiya çepên tirk tev negeriya, heger wî dûvikiya CHPê nekira û xebera A. Ocalan bikira niha di hepisxaneyê de nebû û dê pêvajo bi şeklekî din bimeşiya. HDPyê dikaribû ji rewşa hilbijartina serokkomariyê fersend bidîta, ew bi kar bianiya û bi Erdogan re bazarî bikira, statuyeke xudmuxtarî jê wergirta. Lêbelê HDPê ev firsend bi kar neanî û wekî çepên tirk ên kemalîst, wekî partiya kemalîst CHP li dijî Erdogan derket, pê re tu bazarî nekir û ev helwesta HDPê bû sedem ku AKP bikeve hemêza MHPê û Ergenekonê. Ev slogana ”em te nakin serok” û siyaseta şaş a HDPê bû sedema pêvajoyeke nebaş û her wiha zirar da doza kurdan…

Pêwîst nake ez dirêj bikim, ji xwe romaneke tirkî ji aliyê kurdekî ve jî were nivîsîn ji edebiyata tirkan re xizmet dike. Niha ez dixwazim di der barê Leylana kurdî de çend gotinan bibêjim û li gorî zanîna xwe wê binirxînim, şîrove bikim.

Leylana Kurdî ya Devliken Kelogirî
Roman bi ravekirina jiyana gundiyên gundekî dest pê dike. Jiyab jiyaneke qerf e, mîzahî ye, absurd e, balkêş e. Guhertinên teknolojîk jiyana gundiyên li gundan jî guhertiye. Telefonên destan û înternet ketiye gundan û bûye parçeyek ji jiyana gundiyan.

Ez ji jiyana gundan a berê, jiyana klsaîk a xwezayî ya li gundan û ji gundiyan hez dikim. Jiyaneke pak û ekolojîk, xwarinên ekolojîk, xwezayî ji hêla siheta mirov ve jî gelekî baş e. Romanên ku qala gundan û gundiyan dikin, behsa jiyana sosyal/civakî ya gundiyan a li gundan dikin, xwendina wan li xweşa min diçe. Vebêjê romana Leylanê gelekî baş û xweş qala gund û gundiyan kiriye. Dema mirov dixwîne mirov dibêje qey wa ye di gundekî kurdan de li Kurdistanê ye.

Navê gund ”Heftreng” e. Navekî xweş e û ev gund wekî nave xwe rengîn e. Di vî gundî de jiyana rojane rojeke çawa ye, zarok çi dikin, jinên gund li pey çi cure pincar, hêlûk, pirpar in û çawa wan kom dikin, diçinin, ji wan çi xwarinê çêdikin? Li gund bi hevûdu re lîstika xaran û lîstika mêran hetanî raketina ser text û xaniyan tê qalkirin, bi berferehî tê ravekirin.

Piştî jiyana klasîk a gundiyan, vêca vebêj behsa jiyana nûjen a ku bi teknolojiyê ve girêdayî ye dike. Di wê jiyana modern/nûjen de înternet û telefon bûye şeklê jiyana mirov a rojane û bûye haceta ragihandinê, peyaman û têkiliyan. Herî pir jî peyamên whatsappê bûye şêweya têkiliyên rojane ên însanan. Êdî ne tenê li bajaran, li gundan jî telefon di destê her kesî de heye û dikevin înternetê.
Di mala Rizoyê şivan de jî di destê her kesî de telefon heye. Rizoyê şivan ji vê rewşê aciz dibe û dibêje :
” Ez ê bikutim wê telefonê! Ez ê di gilika jina xwediyê înternetê nim!……Ev telefon bû agir û ket mala min. Ew ne bes bû, întergû jî derket… Gû lawê gû… Ji sibehê heta êvarî ew ê bi qahpik mahpikan re xweş bike û bipeyive û heta nîvro di xew de be.”Binêre rûpela 20.

Xwezî Min Leylana Kurdî Zû Bixwenda

Devliken Kelogirî roman bi zimanekî xweş û mîzahî nivîsiye. Hinek roman hene, dema mirov dixwîne xwendevan nakişîne nav xwe, di 20, 30 rûpelên pêşîn de mirov ji xwendinê aciz dibe. Lê, Leylana Devliken ne wiha ye. Ev roman di serî de mirov dikişîne nav xwe û mirov wê bi baldarî dixwîne. Dema min roman xwend, ez poşman bûm ku min heta niha çima ew nexwendiye. Roman di sala 2019an de hatiye weşandin, ez wê di sala 2022an de dixwînim. Xwezî min ew ji zû ve bixwenda. Di esasê xwe de min pirtûk ji zû ve kirîbû, lê ji ber sedemên xwendina pirtûkên din û nivîsîna gotar û pirtûkên xwe dor dereng hat ser wê.
Di romanê de lîstik û xapandinên di jiyana sanal a înternetê de, xapandina hevûdu, bi hev re kirina henekan, ji hev re gotina çêr û gotinên nebaş, dilmayîn û dilşikandin û gelek tiştên balkêş hatine ravekirin û mirov bi keyf dixwîne. Siyabend programa wergerê daxistiye telefona xwe û xwedêgiravî bi keçeke swêdî re bi îngilizî ji hevûdu re peyaman dişînin. Lê, di rastiyê de keçeke wiha tune ye, yê ku jê re peyaman dişîne Loran e. Loran tinazan bi Siyabend dike, henekan dike, pê re dilîze. Bi riya înternetê qerf û tinazên wiha jixwe gelek caran têne kirin.
Bi Zimanekî Mîzahî û Ravekirineke Absurd.

Dema min romana Devliken Kelogirî ”Leylan” dixwend, min ji xwe re di dilê xwe de, di hiş û mejiyê xwe de got ”Ev romannivîserê xwediyê vî zimanî, zanistê bi vê hunera teknîka afirandinê, ev vebêjê henekçî, dikare gelek berhemên edebî ên mîzahî binivîse, bi qerfan xwendevan bide kenîn, bi şêweyeke absurd bûyeran rave bike. Ji pênûsa vî nivîskarê devliken dikare berhemeke serketî ya mîzahî û absurd bê nivîsîn û ew di wêjeya kurdî de bibe berhemeke gelekî navdar û serketî.
Bi kurdî romaneke absurd yan jî romaneke ku jê re karamîzah dibêjin heye yan tune ye, ez nizanim. Heger hebe jî haya min jê tune ye. Lê, ez di vê baweriyê de me ku Devliken Kelogirî dikare berhemeke wiha biafirîne. Niha hinek xwendevanên ku vê gotara min bixwînin dikarin bibêjin peyva absurd bi kurdî nîn e, ev çi ye? Belê ev peyv bi kurdî jî nîn e û bi tirkî jî nîn e. Helbet dê nivîskar û zimanzanên kurd dê ji bo vê peyvê jî peyvekê bibînin û bi kar bînin. Peyva absurd ku bi eslê xwe, orîjînala peyvê peyveke fransî ye, li Tirkiyeyê wekî ‘absurd’ tê zanîn. Lêbelê, ew di heman demê de ji bo zêdekirina her rewşê di hevokê de di jiyana rojane de jî wekî têgînekê tê bikaranîn. Ev peyv di rastiyê de, ji bo ravekirina bêaqiliya rewşê ya li pêşberî diyardeyekê, rewş an bûyerek ku wateya rastînê tê jiyîn tê nirxandin. Ew dikare li ser biwêjên wekî nelihev, bi hev re yan jî bêwate were berhevkirin. Bi taybetî di çavkaniyên nivîskî û berhemên edebî de peyveke pir bi wate ye, belav e, balkêş e.
Du qadên romanê hene; yek jê Swêd e. Loran li Swêdê dijî. Cihê din jî gundê rengîn e, ango gundekî li Kurdistanê ye. Malbata Rizayê şivan li gund e. Di beşa ku Riza û Felît ji hevûdu tiştonekan dipirsin, mirov dixwîne û ji kenîna dixeriqe, ji kenîna hişk dibe. Devliken têr û tije mirov dide kenînê.

Têkilî û Sohbetên Loran û Aliceyê
Loran û keçika swêdî ku navê wê Alice e, her du serlehengên romanê ne. Ev her du li restorantê rûdinin, bi hev re xwarinê dixwin, mey/şerabê vedixwin û bi hevûdu re sohbet dikin. Sohbeteke gelekî balkêş e. Ez çend gotinên wan li vir dinivîsim, ka binêrin çi gotinên watedar in. “…Bêdewletîbûna pêncî milyon kurdî, ne karê aqil e……mixabin, ji ber bêedaletiya dinyayê, hûn li seranserê dinyayê belav bûne. Yek ji meraqên min jî netewe û kulturên qedîm in… Û jixwe hewce nake ez ji kurdekî re qala qedîmiya kultura kurdan bikim…. Ew comerdî û mêvanperweriya we… Hûn zêde comerd û mêvanperwer in….. Dewlet bi aqil û mentiqê tên avakirin û îdarekirin..” Û her wiha keçika swêdî Alîce gelek gotinên baş û xweş û girîng dibêje. Binêre rûpelên 48/49.

Di romanê de tiştê ku herî pir keyfa min jê re hat, di gelek cihan de bi devê leheng û fîguran dîtin û ramanên pêwîstiya dewletbûnê ji bo neteweya kurd tên parastin. Divê kurd her dem ji bo kurdan dewletbûniyê, yekîtiyê û serxwebûna Kurdistanê biparêzin. Di pirsa doza neteweya kurd de bingeha her tiştî li axa xwe xwedî derketin, dewletbûn û yekîtiya kurdan û di pêvajoya pêşerojê de yekbûna her çar parçeyên Kurdistanê ye.

Paşê Loran û Alîce ji restorantê radibin û diçine dîskoyê. Vebêj ji dîskoyê re dibêje kêfgeh. Peyveke tam li gorî peyva dîskoyê ye û xwerû bi kurdî ye. Min heta niha peyva dîskoyê bi kar dianî, lê ji niha pê ve, piştî xwendina vê romanê êdî ez ê jî peyva kêfgeh bi kar bînim. Pêwîst nake ku ez bibêjim dîsko çi ye? Wa ye ji navê wê yê kurdî jixwe maneya wê diyar dibe . Dîsko jixwe bi maneya cihê keyfê ye, kêfgeh e. Bi şev hetanî destê sibê însan/keç û xort, jin û mêr li wir kêf dikin, dans dikin û vedixwin.
Şehwet, Pevşabûn, Erotîzm
Di romanê de odeya şehwetê, peyv û hevokên erotîk, sahneyên erotik û pevşabûnên hunera seksê gelek in, têr û tije ne. Hebûna pevşabûn û erotîzmê rengekî xweş daye romanê û naveroka wê dewlemend kiriye. Lehengê romanê Loran kesayetiyekî doxînsist e, tolazekî li pey jinan e. Jinika swêdî Corniela jî kêmî Loran nîn e, ew jî li pey nêçîra mêran û zewqê ye. Di romanê de şehwet û pevşabûna Loran û Cornielayê baş û xweş hatiye qalkirin.

Di romanê de hêleke xurt jî hebûna îroniyê ye. Di beşa ku behsa Stockholm, qehweya rewşenbîran, Xetoyê Dêrikî û Tahirê Lorî dike de tam îronî heye. Îroniyeke mîzahî û balkêş e.

Du karakter, keç û jineke swêdî ku karakterê her duyan zidê hev in, di romanê de tên ravekirin. Corniela “…têra xwe xweşik û bedew û bi qasî mêrekî di ser xwe de dîn û har bike, mêrkujane û bi şehwet bû…Corniela jî mîna Loran di îxtîsas û beşa tolaziyê de serketî û jineke têra xwe yeman bû. Bi deq û weynekiyên xwe yên mêrkujane dizanibû wê çawa mêran bi sing û berên xwe biçêrîne û bi wê çêrê çawa wan di qefesa şehwetê de kedî bike” Binêre, rûpelên 99 û 100.

Alîce durist e, herbî ye, rastgo ye. Xapandin, derew li ber wê tune ye. Loran jî mîna ku Cornielayê nêçîrê mêran e, ew jî nêçîrê jinan e. Di pirsa pevşabûnê de her duyan tam hevûdu dîtiye. Ew bi hev re pevşabûnên bi şehwet pêk tînin û her du jî mest dibin, şadiman dibin. Lêbelê têkiliyên wan ên bi hevûdu re tenê li ser bingeha sekskirina bi hevûdu re ye.
Du Evîndar; Loran û Alîce
Têkiliyên Loran û Alîceyê bi rengekî evînî didomin û ew her du di nav pêvajoya demê de dibin mîna du evîndaran, dildaran. Loran û Alîce rojekê bi hev re diçine sînemayê, paşê diçine aşxaneyê, xwarinê dixwin û derdikevin diçine barê li wir vedixwin û ji wir diçine mala Alîceyê û bi hev re pevşabûnê pêk tînin. Lê, sahneya ravekirina pevşabûnê qels e. Ev sahne li gorî hunera seksê, pevşabûn û erotîzmê nîn e. Nivîskar/vebêj tenê bi hevokekê qal kiriye û bi helbestek/stranekê bi dawî aniye. Pevşabûn, erotîzm hunereke payebilind e û divê pevşabûna Loran û Alîceyê bi berfirehî, bi teferuat bihata teswîrkirin. Ev pevşabûna wan wekî gerdeka şeva pêşîn, wekî şeva wan a zewacê ye. Lewre jî divê wiha qels nebûya.
Di romanê de tîpekî, kesayetiyekî bi navê Doktor Dîno heye. Dîtinên wî gelekî li xweşa min çûn, dîtinên ku ez bi xwe jî diparêzim anîne zimên….Di der barê pirsa doza neteweya kurd de gotinên baş û xweş dibêje, dîtin û ramanên balkêş tîne zimên…Binêre, rûpela 136.

Dalkurd û Kurdên li Swêdê
Di beşeke romanê de behsa Dalkurdê, taxima futbolê ya kurdên li Swêdê dike û çend kesên ku diçine maça futbolê dike, henekên xwe bi wan dike.

Jixwe beşên li gundê Rengîn derbas dibin ne tê de tevahiya qada romanê li Swêdê derbas dibe. Di dawiya romanê de beşeke biçûk jî li Başûrê Kurdistanê di kampeke wir de derbas dibe.

Yekî ku nizanibe roman û her wiha mîzah çi ye dema bixwîne dê bibêje qey Devliken Kelogirî neheqiyê li kurdên Swêdê dike, heqaretê dike. Lê na, di çarçoveya romaneke mîzahî de bi kurdên Swêdê henekkirina normal e. Ev roman û romannivîser di nav cîhana romanê de bi kurdên Swêdê tinazên xwe dike.

Nexwe di esasê xwe de kurdên Swêdê ji bo doza neteweya kurd, ji bo pêşketina ziman, çand û edebîyata kurdî xizmetên hêja û ekolek pêk anîne. Bi dehan weşanxaneyên kurdî, bi sedan pirtûk û kovarên kurdî weşandine. Du federasyonên komeleyên kurdan damezrandine, di hêla pêşveçûna ziman, çand û edebiyatê de, di hêla lêkolînên di der barê dîroka kurdan de kar û xebatên hêja kirine. Divê kurdên li Kurdistanê gelekî qîmet bidine kurdên li Swêdê.

Kurdên Navsal li Dîskoyê/Kêfgehê Kêf Dikin.

Loranê Don Juanê kurd wekî Kazanova bi jinan re têkildar e. Ew heft kurdên temen navîn, navsale dibe dîskoyê/kêfgehê û ji bo wan heft jinên kedkarên seksê tîne dîskoyê. Li dîskoyê gelek tiştên absurd pêk tên. Stranbêja kurd a seksî Helly Luv stranan dibêje. Paşê Loran û heft temen navîn ji kêfgehê derdikevin, bi pişk avêtinê her jinek ji zilamekî re dikeve. Diçine hotelê û ew şeveke bi kêf, qerf û qeşmerî bi hev re pêk tînin.

Ev beş tam beşeke li gorî têgihîştina hunera berhemên mîzaha absurd e. Devliken Kelogirî bi vê berhema xwe daye nîşandan ku bi kurdî çi qas baş û xweş berhemên absurd û mîzaha reş dikare were nivîsîn, were afirandin.
Di romanê de di der barê doza kurd, zimanê kurdî axaftineke dirêj a Dokror Dîno heye. Ez bi xwe wekî xwendevanekî romanê bi wan dîtinên Doktor Dîno re me. Dîtinên ku wî anîne zimên rast in û divê kurdên welatparêz/niştimanperwer, neteweperwer van dîtinên wiha biparêzin… Binêre, rûpela 180/181
Awayê Metoda Şanonivîsînê
Roman bi metoda teknîka hunera şanonivîsînê hatiye nivîsîn. Bi taybetî jî nîvê romanê beşên aliyê dawî wiha ne. Her kesê ku beşdarî cîhana romanê dibe, vebêj wî/wê dide nasîn, lê nasandina vebêj wekî ku di sahneyeke tiyatroyê de ye û wî/wê kesî pêşkêşî temaşevanan dike.

Wekî naverok nîvê romanê yê aliyê dawî bi hizrên siyasî, bi fikr û ramanên siyasî, bi hestên kurd û Kurdistanî hatiye ravekirin.. Dîtin û ramanên ku di nav rûpêlên romanê de cih girtine, bi ruhekî kurdayetî, bi girîngiya ziman, bi pêwîstiya daxwaza dewletbûnê aniye zimên.. Ji dîtin û ramanên ku di romanê de tên parastin diyar dibe ku romannivîser Tirkiyecî nîn e, Kurdistanî ye, ji bo kurdan dewletparêzekî kurd e. Ev jî li xweşa xwendevanên wekî min diçe û lewre jî ez romannivîser pîroz dikim ku bi devê leheng û fîgurên bi taybetî jî ji devê Doktor Dîno û Çeçanê Kej dîtinên rast rave kirine, anîne zimên….

Rêwîtiya Siyabend
Siyabend ji bo li pey evîna xwe here Swêdê bêyî xebera bavê xwe yê şivan pez dibe li navçeya Çinarê difiroşe. Ew û gundiyê wî Mîro bi hev re diçine Stenbolê. Siyabend dê bi alîkariya Mîro bi riya qaçaxî bi saya şebekeyeke ku bi qaçaxî yan bi vîze û pasaportên sexte însanan dişînin Ewropayê. Ew li Stenbolê tacirê însanan, zilamê qaçaxger ku dê Siyabend bişînin, dibînin, dibine mêvanê wî. Di mala wî qaçaxgerî de, dema Siyabend radize di xewa xwe de Pamlaya swêdî dibîne. Vebêj di sê rûpelan de pevşabûna Siyabend û Pamlayê gelekî baş û xweş qal dike. Pevşabûn û şadimaniya Siyabend û Pamlayê ji ya Loran û Alîceyê baştir û xweştir e. Fînala xewna ku Siyabend dibîne wekî suprîzekê ye û tam li gorî henekiya Devliken e.

Qaçaxger pasport û vîzeyê hel dike, bilêta balafirê dikire û Siyabend bi balafirê/teyarê dişîne Swêdê. Siyabend bê problem di kontrolên polîsan de derbas dibe û ji balafirgeha Swêdê derdikeve û telefonî Loran dike.

Di esasê xwe de Siyabend naçe Swêdê, ev çûyin xewn e. Pevşabûna bi hunerane ku Siyabend û Pamla bi hev re seks dikin, şadiman dibin jî xewn e. Xewn di nav xewnê de tê dîtin.
Û paşê êdî piştî van xewnan vebêj qet behsa Siyabend nake. Ta ku xwendevan dibîne ku Siyabend û Mîro li kampeke birîndarên êzîdiyên kurd, birîndar in. Çûyina Siyabend a Swêdê xewn e, lê çûyina wî û Mîro a Şengalê rastî ye, rastiyeke di nav cîhana romanê de ye. Loran wan li wir dibîne. Siyabend û Mîro di êrîşa Daîşê ya li hemberî êzîdiyên kurd de li Laleşê birîndar bûne. Birîna Siyabend giran e û diçe ser heqiya xwe, dimire.

Di romanê de qetlîama li dijî kurdên êzîdî û di der barê wan de agahdariyên baş hene. Vebêj bi devê Çeçanê Kej rastiya pirsa êzîdiyên kurd tîne zimên. Dîtin û ramanên Çeçanê Kej ku ew bi xwe kurdekî êzidî ye, bi tevahî rast in.

Çîroka romanê
Di romanê de gelek tişt hene, lê çîroka romanê a li alî beşa gund kin û kurt e. Romannivîser ji bo cîhana romanê du qadên bingehîn, Swêd û gundekî li Kurdistanê pêk aniye û xwestiye van her du qadan bi hev ve têkildar bike, di navbera wan de pevgirêdaneke pêk bîne. Wî giranî daye qada Swêdê. Lê di qada Swêdê. Di qada Swêdê de serpêhatiyên Don Juanekî nêçîrvanê jinan, jiyana rojane ya ji rêzê, maçeka futbolê, kêfxweşîya diskoyê û vexwarina araqê bingeh girtiye. Lêbelê çi heyf ku nivîskar/vebêj digel ku gelek tiştên baş ên ku kurdan li Swêdê pêk anîne qal nekiriye, wî ew tiştên baş negirtine nav rûpelên romanê, rave nekiriye, behsa wan nekiriye..

Peyva ”Bişirî”
Di romanê de gelek caran peyva ”bişirî” hatiye bikaranîn. Belkî sed caran ev peyv hatiye bikaranîn. Peyveke bêmane û eletewş, tenê mêrdînî bi kar tînin. Min hê ji devê Amediyekî, Serhediyekî, kurdên perçeyên din û kurdên Kafkasyayê ev peyv nebihîstiye. Di berhemeke edebî de pir û pir bikaranîna peyvên wiha herêmî bi min nebaş e. Di nîv rûpelî de çar caran bibêjî ”bişirî” ev tehm û lezeta xwendinê û radeya wê dixe xwarê.
Komek Doktorên Sînornenas
Dergistiya Loran Alîce bi komek doktorên sînornenas ên swêdî re ji bo alîkarî û dermankirina birîndarên kurd ên êzidî diçine Başûrê Kurdistanê. Loran jî bi wan re diçe û karê wergêriyê dike. Di kampa birîndaran de bi devê yekî bi navê Xelef Evdî qetlîama ku Daîşê li dijî kurdên êzidî kiriye tê qalkirin. Dema Xelef Evdî qal dike, dil û kezeba mirov dişewite. Wehşeta ku Daîşê li dijî êzidiyên kurd pêk aniye, drama malbatên kurdên êzidî di romanê de baş hatiye ravekirin.

Hest û Ruhê Kurdayetiyê
Romana Devliken Kelogirî ”Leylan” romaneke rengîn e, tê de mijarên balkêş ên cur bi cur hene. Bi hest û ruhekî kurdayetî, bi hizr û ramanên parastina doza neteweya kurd, bi daxwaz û pêwîstiya dewletbûnê ji bo kurdan hatiye afirandin û pêşkêşî xwendevanên kurd kiriye. Di naveroka romanê de ji qerf, henek, mîzahê bigire heta trajedî û dramayê di naveroka wê de bi cih bûye. Ev roman ango Leylana Devliken Kelogirî ji hêla hunera romanê, ji hêla zimanê wê yê edebî, ji hêla naveroka xwe û ji hêla gelek hêlên din ve ji Leylana Selahattin Demirtaş biserketîtir e.

Zêdebûna Beşa Dawî
Lêbelê beşa herî dawî rewş xerab kiriye, radeya wê daxistiye. Roman di esasê xwe de di rûpela 283an de bi hevoka ”…balafir hêdî hêdî meşiya beza xwe zêde kir û firiya bi hewa ket.” diqede. Ji rûpela 283an pê ve eleqeya axaftinên di nav Feroyê Cemîl û Leylê de bi cîhana romanê tune ye. Divê ew deh rûpelên dawî wekî pîne bi romanê ve nekira. Ew dikaribû wekî pêvekekê yan paşgotinekê bûya. Leylê li ser çend xalên naveroka romanê rexneyan digire û nivîskar jî xwe diparêze, pesnê xwe dide. Divê pesnê berhemê nivîskar na xwendevan û rexnegirên edebiyatê bidin. Nabe ku nivîskar li ser berhema xwe analîz bike, binirxîne, şîrove bike û nirxandina xwe dayîne dawiya romana xwe. Divê edîtor û xwediyê weşanxaneyê bala nivîskar bikşanda ser deh rûpelên dawî û bigota ev zêde ye, jê derxe yan jî wekî pêvekekê nirxandina li ser naveroka romanê were ravekirin.
Wekî gotina dawî ez vê bibêjim; heger ji 10 rûpelên dawî nebe, roman romaneke baş e, serketî ye, bi nirx e, hêjayî xwendinê ye. Bi hêviya ku Devliken Kelogirî romannivîseriya xwe bidomîne û hêj gelek romanên hêja, giranbiha biafirîne. Destê wî sax be ku romanek li romanên kurdî zêde kir, bi kurdî berhemeke edebî afirand.
31 Gulan 2022

PÊVEKA NIVÎSÊ:

ÇEND GOTINÊN DEVLIKEN KELOGIRÎ

Devliken kelogiri nivîskarekî mîzahî ye, mîzahperwer e, henekvan e. Gotinên wî yên gelekî xweş ên mîzahî/henek/pêkenokî hene. Ez li jêr çend gotinên wî yên balkêş wekî pêveka vê nivîsa xwe pêşkêşî xwendevanên kurd dikim.
………………………………………
Devliken Kelogirî bi zimanê xwe yê dirêj û çepel bi kurmanciya xwe ya reş û xweş û bi pênûsa xwe ya tûj û tije ken, berhemeke ji qerf û henekên civata bav û kalên we li pirtûkên pirtûkxaneya we zêde dike.

Kesê ku bêriya ken kiriye û ji mêj de ken ji rûyê wan xeyidiye kerem bikin ser vê sifreyê…
………………………………….
”Ken, çalakiyeke îdeolojîk e. Werin ser sifreya ken; em bi hev re bi vê feleka qahpik û qûnde bikenin. Bi dengekî bilind û gur…Werin ji bo demekê em giriyê xwe bi hêsirên ken bişon, bila girî ji rû û çavên me bar bike.”
………………………………….
Ê berxê xalê xwe ji sibe heya êvarî bi kurdî dipeyivim, dixwînim, dinivîsim; doza kurdî û Kurdistane dikim.
Li dijî çand û jiyineke bi tirkî me û her wiha dinim qûna tirkîtî û tirkiyetiye! Miridtiye qebûl nakim, xwe naxapînim, derdora xwe naxapînim.

Nabêjim bijî Elo, bijî Eyo! Hemû serokan dikim qurbana axa Kurdistanê. Fen û fûten Sirri miriyan u Ertuxrul mertuxrulan deşifre û gûyê wan rêz dikim. Ne ji kantonan, ne jî ji kartolan hez dikim.

Dilê min li ser keç û lawên li serê çiyê di ber Kurdistaneke azad û serbixwe û yekgirti de mirin, dimirin, diêşe. Kezeba min bi kezeba dê û bavên wan zarokan re dişewite.

Nahletê li nezanî, xwenezanî, belengazî û durûtiye tînim. Dibêjim, kîrê tirkan nekin xwe. Ma ku ew ji min aciz nebin, kî yê ji min aciz bibin, ne te xwelî li sere min kiro xwarzê!
Devliken Kelogirî
…………………………………………

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *