Di derheqê ”Jîn”ê da ez dixwazim wek haydarî nuqteyeka dî pêşkêşî xwe xwendoxên hêja bikim. Li paytextê Swêdê li Stockholmê di nav Weşanên Jîna Nû da di adara 1989an da bi navê ”Li Kurdistana Bakur û li Tirkîyê Rojnamegerîya Kurdî (1908-1981)” pirtûkek çap bû. Ev pirtûk ji alîyê Malmîsanij û Mahmûd Lewendî ve hatîye amadekirin. Di rûpelên 81-90î yên pirtûkê da hatîye nivîsîn ku li gora me´lûmatên ku di çavkanîyên cuda da hatine belavkirin, di derheqê kovara Jînê û rojnama Jînê da tevlîhevîyek heye. Semedek ev e ku li ser bergên çar jimareyên pêşîn ên kovara Jînê ”rojnama hefteyî” hatîye nivîsîn. Di derheqê jimareya 36an a rojnama Jînê da em van me´lûmatan dibînin:
Jimareya 36an a rojnama Jînê, bi şiklê xwe ji kovara Jînê ku M. E. Bozarslan ji nû ve çap kirîye, cuda ye. Li alîyê çepê navê rojnama Jînê, no (hejmar), tarîxa derketina wê, navê wê û adresa wê bi Fransizî hatine nivîsîn ku ”rojnama hefteyî ya Kurdî” ye. Ev nivîsên Fransizî di kovara Jînê da tunene. Abonetîya salane ya kovara Jînê: 200 quruş e, ya rojnama Jînê: 130 quruş e.
Jimareya 36an a rojnama Jînê 2 rûpel e; lê kovara Jînê carna 16, carna 22 rûpel e. Mezinahîya rojname û kovara Jînê jî ne wek hev in; rûpeleke rojnama Jînê ji çar rûpelên kovara Jînê (ya ku M. E. Bozarslan çap kirîye) mezintir e. Digel van cudayîyên şiklî, di warê naverokê da jî cudayî di navbera kovar û rojnama Jînê da heye. Lê balkêş e ku hem berpirsîyarê jimareyên kovara Jînê yên 20-25´an û hem jî berpirsîyarê rojnama Jînê ya 36an heman kes e: Memduh Selîm. Çapkirina jimareya 36an a rojnama Jînê; 21ê hezîran 1920 e. Bi awayeke dî, di navbera tarîxa weşandina jimareyên rojnama Jînê ya 36an û kovara Jînê ya 25an (02.10.1919) da heşt (8) meh û nozdeh (19) roj ferqa zeman heye.
Wek me li jor dît rojnama Jînê, rojnama hefteyî bûye. Lê hin çavkanî nîşan didin ku ew, rojnama rojane bûye. Zinnar Silopî di pirtûka xwe Doza Kurdistan da daye xuyakirin ku rojnama Jînê, rojane bûye. (Doza Kurdistan, r. 60) Muhammed Emîn Zekî jî di pirtûka xwe Kurd û Kurdistanê da nivîsîye ku ew, rojnama rojane bûye. Digel van her du çavkanîyan, Malmisanij û M. Lewendî di pirtûka xwe ya lêkolînê da di vî warî da 16 çavkanî nîşan dane ku ew rojnama rojane bûye. (Malmisanij û M. Lewendî, pirtûka ku navê wê li jor derbas bû, r.88-91) Eger van çavkanîyên ku rojnama Jînê wek rojnama rojane nîşan dane rast bin; mirov dikare bêje ku di despêkê da rojname rojane bûye, lê paşê ew bûye rojnama hefteyî.
Wek li jor hatibû dîyarkirin Kovara Jîn, organa Kurdistan Tealî Cemîyetî bûye. Piştî demek di nav rêvebirên cemîyetê da li ser mijara serxwebûnê dubendî derketîye. Di encama du dîtinên cuda da cemîyet parçe dibe û çend rêxistinên nû ava dibin. Li gora haydarîyên hin rojnamên tirkî ku di 19yê tirmeha 1919an da nivîsîne; bi navê Kürd Millet Fırkası partîyek hatîye avakirin û jibo destûr ji Hukumeta Stanbolê werbigrin, bername û destûra xwe dane berpirsên pêvendîdar ên Stanbolê. Dîsa li gora rojnamên Bab-î Alî yên Stanbolê ku di 11yê hezîrana 1920an da nivîsîne, hukumetê muraceeta damezrandina wê partîyê qebûl nekirîye û di alîyeke dî da hukumetê biryara girtina Kurdistan Tealî Cemîyetî jî daye.
Piştî ku serokê Kürdistan Tealî Cemîyeti Seyîd Evdilqadir, di buhara 1920an da bi rîya çapemenîyê haydarî dide ku ew serxwebûnê naxwaze û jibo Kurdistanê otonomîyê dixwaze; grûbek ji cemîyetê vediqetin û bi navê Kürd Teşkîlat-î Îçtîmaîye Cemîyetî rêxistineke nû avadikin. Li gora haydarîyan, berpirsîyarê rojnama Jînê Memduh Selîmê Wanî û Kemal Fevzîyê Hîzanîzade muessisên vê cemîyeta nû bûne. Zinar Silopî di Doza Kurdistanê da dibêje ku yên rojnama Jînê derxistine, ew grûba rêvebirên vê cemîyeta nû bûne. Di jimareya 36an a rojnama Jînê da di derbarê vê cemîyeta nû da nivîsarek bi tirkî derketîye. Ew nivîsar weha ye:
”Vê dawîyê bi vî navî (Kürd Teşkîlat-i Îctîmaîye Cemîyetî) komeleyek hatîye damezrandin ku ji serok, mezin, rewşenbîr û bîrewerên Kurdan pêk hatîye. Em hêvî dikin ku di programa xwe ya qedirbilind û pîroz da biserkevin.”
Lê li gora haydarîyên belgeyên resmî mirov dizane ku di 1920an da li herêmên Kurdistanê rojnama Jînê hatîye qedexekirin. Mesela, walîyê Elezîzê ji wezîrê hundûrî ra raporek şandîye û tê da gotîye ku wî ji muteserrifê Dêrsimê ra ferman kirîye ku name werin sansurkirin û tedbîr werin sitandin ku rojnameyên ku behsa Kurdîtî û Tirkîtîyê dikin û bi taybetî rojnama Jînê negihîje Dersimê û navçeyên wê. Ev belga resmî di kanûna 1920an da hatîye nivîsîn. Dîsa li gora haydarîyan, Hemzeyê Muksî ji alîyê Mehkema Îstiklalê ya Dîyarbekirê ve di 1925an da 10 sal cezayê hepsê û sirgunîya Kastamonîyê xwarîye ji ber ku Mem û Zîna Ehmedê Xanî yê nemir li Stanbolê di 1919an da ji nû ve çap kirîye.