Siddik Bozarslan
Wek tê zanîn rejima Saddamê nejadperest ne tenê li Halepçeyê gazên kîmyawî bi karanî. Wî berîya jenosida Halepçeyê gelek caran wan çekên jehrî li dijî kurdan xebitand û bi deh hezaran kurd kuşt. Di vî derbarî da çavdêrî û tespîtên pisporê alman Alexander Stenberg Spohr, ku li Almanyayê di rêxistina parastina mafên mirovî Medico Înternational da kar dike, ew jibo çekên jehrî ku rejima Îraqê li dijî kurdan xebitandîye, weha dibêje:
”… rejima Saddam Huseyin, di navbera salên 1986-1987an da li Başurê Kurdistanê gelek caran çekên kimyawî bi karanîye. Di wê demê da hê jî tesîr û hêza çekên kimyawî, di qonaxa ceribandinê da ye. Kîjan gaz, di kîjan war û hewayê da bên bi karanîn, bêtir bi tesîr dibe? Jibo bersivên pirsên weha, çek tên ceribandin. Di van ceribandinan da kurd tên bi karanîn. Welew ku li tevayîya cîhanê ceribandinên weha li ser mişkan tên bi karanîn jî. Lê jibo diktatorekî nejadperest û kolonyalistekî wekî Saddam, qîmeta kurdan bi qasî mişkan jî tune ye. Jibo wê jî di salên 1986, 1987an da, li gelek cîyan çekên kimyawî li ser kurdan hatîye ceribandin. Li gora A. Stenberg Spohr, di van ceribandinan da kurdên ku hatine qirkirin, ji kurdên ku li Halepçe hatine qirkirin zêdetir in. Di van ceribandinan da derdikeve meydanê ku sê cure gazên bi jehrî herî bi tesîr in, ev gazên Hardal, Tabun û Sarin in û li ser van gazan biryar tê sitandin.
Çi li Halepçe, çi jî piştî Halepçe gazên ku hatine bi karanîn, ev her sê gaz in. Mesela gazên ku di tebaxa 1988an da hatine bi karanîn, ev gaz in. A. Stenberg Spohr, jibo bûyera 25ê tebaxa 1988an ku li herêma Şêxanê qewimîye van haydarîyan dide:
”… Dema çekên kimyawî hatin avêtin, di nav kurdan da panikekê mezin çêbû. Zarû zêç, jin û mêr, kal û pîr û ciwan ji alîyê bakurê welêt ve baz didin û li nêzîkê herêma Şêxanê xwe disipêrin newalek. Newal, kûr û zirav û dirêj e. Ji sê hezarî zêdetir kurd xwe sipartibû newalê. Hêzên Saddam Huseyin dixwazin newalê bombebaran bikin. Lê ji ber ku newal kûr, teng û zirav e, balafir nikarin bombeyên xwe berdin ser wan. Paşê bombeyên gazên jahrkirî davêjin newalê. Her alîyên newalê bi bombeyên gazê tije dikin. Di 10-15 deqîqeyan da ji sê hezarî zêdetir kes dimirin. Tenê 20 kes ji mirinê rizgar dibin ku ew jî pêşmerge bûn û di kêlekên newalê da li cîyên bilind bûn û dixwestin xelkê sivîl biparêzin. Piştî çend rojan li newalê tesîra gazê kêm bûbû. Boldozer hatin newalê û wê serûbin kirin, çalan vekirin û laşên kurdan di wan çalan da binax kirin..” (İsmail Beşikçi, Kürt Aydını Üzerine Düşünceler, Yurt – Kitap Yayın 1991 Ankara, s. 30- 31)
Di dawîya şerê Îran û Îraqê da ku rastî orta Temûza 1988an tê, rawestandina çekan hat îlankirin. Ji ber ku şerê du alîyan rawestîyabû, rejima Saddam hemî hêzên xwe yên eskerî rêkirin herêmên Kurdistanê û di dawîya tebaxê da jî dest bi êrîşan kirin li dijî kurdan. Balkêş e ku ji ber rawestandina şerê Îranê û Îraqê, Neteweyên Yekbûyî/Koma Miletan (KM) Heyeta xwe ya Çavdêrîyê şandibû herêmê. Yanî dema balafirên Baxdayê bi gazên jehrî/kimyawî herêmên Kurdistanê didan ber bombebaranê; Heyeta Çavdêrî ya KM li ser sînorên Îran û Îraqê bûn. Loma bi van kirinên xwe Saddam Huseyîn, bi awayek mesaj dida KM jî û digotin ku ew tu qîmetek nadin KM û prensibên wan. Wek em pê dizanin, qaşo li gora gelek maddeyên KM, bi karanîna çekên kimyawî hatine qedexekirin, lê dema heyeta wan li herêmê ye, rejima Baxdayê li pêşberî çavên wan, çekên kimyawî dixebitîne.
Di mehên sibat û adara 1988an da îslamîyên kurd li li Batmanê û li hin bajarên dî yên Kurdistanê xwepêşandan û protestoyan çêkirin. Mijara van protestoyan, parastina mafên neteweyî yên tirkên bulgar bû. Ji ber ku li Bulgaristanê navên tirkan hatibûn guhartin û qedexekirin. Jibo wan kirinan Dewleta Bulgaristanê û hukumet dihat tawanbarkirin/ rexnekirin. Jibo parastina navên tirkên bulgar, kurdên musulman protesto û xwepêşandan li dar dixistin. Lê li dijî jenosidên ku Saddam li ser kurdan çêkirîye, qet dengên xwe dernaxin. Adeta zimanên xwe dibilînin, guhên xwe ker dikin û çavên xwe jî kor dikin û naxwazin wan jenosidan bibînin. Ji wê jî wêdatir û xirabtir, van kurdên me yên îslamî, teda û zulm û qirkirinên ku sed sal e dewleta tirk li ser wan bixwe pêkanîye û navên wan û hebûna wan jî qedexe kirîye, qet û qet nabînin û jibo hebûna xwe tu tiştek nakin. Bi tabîreka dî van ´aqilmendên´ me bûne wek kûsîyan ku pêşîyên me bîlasebeb negotine ”Kûsî, ji qalikê xwe dûr ketîye û wê naecibîne!” Ango ”Ji xwe ra kor e, ji xelkê ra doktor e.”