Berpirsîyarîya Ehlaqî ya Nivîskar!
Pirtûka, bi navê “ZAROKÊN kêfxweş yên NİFŞÊ 78 an” ku ji alîyê weşanxana JJ hatîyê çapkirin, beşek nivîsa min jî tê de cîh digire. Ez dixwazim bi kurtayî çend xalan zelal bikim û pişt re nivîsa min bi şert û merc ji Remezan Kahraman re şandibû, bi we re par bikim. Kesên pirtûk girtibe, dikare her dû divîsan mûqayese bike û kêmasîyên tespît dike analîz bike. Nîrxandin an rexne girtin rastîyek e.
Bi qasî tê bîra min di sala 2012 an de bû, Remezan di derheqê “proja xwe” de, dîtin û armanca xwe pêşkêşî min kir, dûvre daxwaza nivîsekê ji min kir. Bi rastî, proje ji min re pirr rast nehatibû û ji berê ve projeyên li ser keda hin kesan tên avakirin min negatîf didît. Lewra amadekar, tênê proja xwe û armancê xwe difikire. Girîngîya nivîskar dide keda xwe, kesên amadekar an weşanxane wê girîngîyê nadin nivîsê. Lewra herkes li gor berjewendî û armancên xwe yên rojane tevdigerin. Xuyaye carek din ev dîtinên min di pratîkê de hat ceribandin!
Daxwaza Remezan Kahramaner ev bû: “Hûn kîne û ji kîjan rêxistinê ne? Bi kurtayî xwe bidin naskirin, di derheqê zîndanbûna xwe û armancê rêxistina xwe de binivîsin. Hûn îro nifşê ’78 an çewa dinîrxîne û di derheqê wan rojan de dîtinên xwe bi me re par bike! Ez dixwazim ked û xebatên nifşê ’78 an, bi nifşên nû bidim nasîn!” Demek dûr û dirêj min bersîv neda. Lê çendîn car, bi rîya telefonê an jî di civînekê de gava em rastî hev dihatin digot: “ortax ez li benda nivîsa te me!”
Di van demên dawî de, dîsa di derheqê amadekirina proja xwe de çend car bi min re peyivî û derheqê naveroka pirtûkê de û kêsên nivîs şandine û yên wê bişînin agahdarî da min. Navê çend hevalên min yên nas jimart. Min dît ku dev ji min ber nade. Min jê re got: Ezê bi şert binivîsim. Qebûl kir: “Divê nivîsa min weke orîjînala xwe bê weşandin. Bi tu awayî neyê sansûrkirin û di nivîsê de, derxistina mijarekî an beşekî çênebe! Divê nivîs neyê meqeskirin! Ger hûn pêwîstîya guherandina mijarekî an tiştekî bikin, divê hûn li min bigerin û bi destûra min û ji alîyê min ve guhertin pêk bê. Weke prensîp, ez nivîsa xwe bi zimanê Kurdî dinivîsim. Piştî wergêra Tirkî, divê teksta wergêra tirkî ez bibînim û li ser biryar bidim. Ji naveroka nivîsê ez berpirsim! Naveroka gotara û mijara wê min girêdide. Li ser nivîsê çi guhertin çêbibe, divê ez bêm agahdar kirin.”
Pirtûk berîya nehatibû weşandin min carek din bi raya telefonê ji Remezan Kahramaner re dîtin û şertên xwe dubare kir. Remezan di hemû deman de got: “Temam ortax, tu çewa binivîse, em naguherînin û emê weke orîjnalîta wê bi weşînin.” Min qebûl kir û dest bi nivîsê kir. Mehek berîya ku pirtûk bê çapkirin min dîsa telefon kir û tekstê vergera Tirkî jê xwest. Bersîva wî dîsa weke berê bû: “Tu sansur û guhertin tune ye, orîjînalîya nivîsê tê parastin. Tekstê tirkî li gor formata pirtûkê hatîye amade kirin. Ji ber ku nivîsên herkesî bi hevra ne, veqetandina beşekî ne mumkun e!
Ez li ser van gotinan razî bûm. Di dema fûara pirtûkan de, ez roja sisîyan çûm fûarê, min Remezan dît û pirtûkek îmzekirî jê girt. Mijar dîsa vebû û min dîsa pirsên xwe jê pirsî, got: “Na xêr tu cudahî çênebîye!” Min pirtûk girt, ez hatim malê. Gava min rûpelên pirtûkê zivirand, weke avekî sar bi ser min de bê rijandin, ez matmayî mam. Ji 26 rûpelan tênê 6 rûpel hatîye bijartin û di pirtûkê de bi cîh kirîye. Beşê dîroka rêxistinê, beşên nîrxandina pêvajoyê û rexnegirî jê derxistibû.
Nivîsên hevalên din di kîjan konaxan de derbas bûye, ez nizanim, lê belê nivîsa min weke tu di mengenê re derbas bikî, bûye bêndera kayê! Agahdarî û kurte dîroka rêxistinê bi tevahî ji metnê derxistine. Wergera tirkî bi serê xwe trajedîyeke! Gelek xirab û tevlîhev e. Piştî min pirtûk xwend, ez gihîştim wê bawerîyê ku ne Remezan ne jî biraderê karê vergerê kirîye, teksta tirkî nexwendine. Lewra piştî Fuarê 15 roj şûnda, min Remezan dît û gilî, gazin û rexnê jê re got. Remezan dîsa gotinên xwe yên berê dûbare kir. Bi tundî gotinên berê, çîroka xwe dubare kir. Li gor wî tu guhertin û sansur çênebûye. Di pirtûkê de cîh daye teksta orîjînal(!) Ez têgihiştim ku Remezan, pirtûka amade kirîye nexwendîye. Ger bixwenda ewqas israr nedikir. Piştî gengeşî û rexnan, Remezan carek din soz da ku di dema weşana çapa duyem de, wê tevahîya nivîsê bicîh bike û her tişt li gor daxwaza min be!?
Ji ber van sedeman, min pêwîst dît ku rastîya dîyaloga nav me, derheqê pêvajoya nav me de, hinek agahdarîyan bi raya giştî re par bikim. Ev texsta hanê, min bi rîya posta elektronîk ji Remazan re şandibû:
Nivîs dewam dike!
CANO AMEDÎ