Pirsa Kurd/Kurdistanê, Ji Bona Gelê Tirk Çi Encaman Derdixe Holê?

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Welatê me Kurdistan hatiye parçe kirin. Neteweya me jî girêdayî Kurdistanê hatiye parçe kirin.

Kurdistan di merheleyê de ji aliyê çar dewletan (DewletaTirk, Ereb, Faris) ve hatiye îşgal kirin û dagir kirin.

Neteweya me, bes li Başûrê Kurdistanê beşek/qismî xwediyê mafên xwe yên milî, civakî, siyasî ye. Dîsa neteweya me, bes li Başûrê Kurdistanê bi wateyeke teng desthilatdar û serwer e.

neteweya me, li parçeyên Kurdistanê (li Bakûrê Kurdistanê, li Rojhelata Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê) ji hemû mafên xwe yên milî, civakî, siyasî par e.

Neteweya me li dinyayê neteweyekî bi tenê ye ku  dewlet e.

Neteweya me 200 sal e ku ji bona dewleta xwe têkoşîneke milî bi gelek babetan dimeşîne.

Hezar mixabin ev têkoşîn û xebatan her dem bi destên dewletan bi rêya mîlîtarîzmê hat şikandin. Kurd wek netew, dçendîn qetlîaman re hatîye derbas kirin. Kurd bi sedhezaran koçber bûn.

Nûha di Dewleta Tirk de kurdên li rojavayê Tirkiyeyê dijîn, ji kurdên Kurdistanê zêdetir in.

Hemandem de hîn li ser neteweya me zûlim û zordarî û kûştin û îdam dom dikin.

Em kurd baş dizanin ku çi xerabî û felaket hatine serê me û ew zûlim çewa dom dike.

Ez di nivîsa xwe de, li ser mijarek din ya taybet û balkêş dixwazim rawestim.

Ew , ev rewşa kurdan li Tirkiyeyê li ser tirkan û gelê Tirk çi bandor û tesîrê dike.

Çaresernebûna pirsa kurd/Kurdistanê bes zerar nade neteweya kurd. Ez di baweriyê de me ku neteweya Tirk , ji  yekê zerareke mezin dibîne.

Ev mijara demê bihûrî de ji aliyê lîberalên demokrat yên Tirk de hat niqaşe kirin. Beşekî lîberal demokratên Tirk gotin kudivê em bihêlin ku kurd ji me veqetin û dewleta xwe ava bikin.”

BI AWAYEKÎ GELÊ TIRK JÎ AZADIYA XWE WENDA DIKE…

Gotineke bi navûdeng û hatîye ceribandin heye. Ev gotina , mîletê serdest û kolonyalîst ji bona ku azadiya Neteweyên bindest ji holê rakirine û serxwebûna wan ji wan girtine; ew bi xwe ne azad in û ne serbixwe ne.”

Loma di destpêkê de dikarim bibêjim ku ji bona neteweya kurd ne azad e û ji mafên xwe yên milî û serwerî û desthilatdariyê bêpar e; neteweya Tirk ne azad e, bi her awayî ne serbixwe, serwer, desthilatdar e.

Loma li Tirkiyeyê sed sal e ku ji bona neteweya Tirk ev kêmasiyana tên ser zimên.

Neteweya Tirk , him girêdayî rejîma jakobenîst û kemalîst, him girêdayî rewşa kurdan nikare bibe serwer û desthilatdar. Li ser navê neteweya Tirk her dem partiyek û hêzek û elîtek dibe serwer û desthilatdar.

Dema ku netweya Tirk bi wateya rasteqîne bibe serwer û desthilatdar, demê dikare di şiûra neteweya Tirk de guhertin çê bibe, li hemberî kurdan bi awayekî şovenîstî û nîjadparerstî raneweste.

GELÊ TIRK BI NEXWEŞİYA NÎJADPERESTÎ KET…

Dewleta Tirk, neteweya kurd tune qebûl kir, bi îdeolojiyê nexweşiyeke mezin di laşê tirkan de çêkir û vîruseke xeter xist laşê Tirkan.

Ew nexweşî û vîrus , nîjadperestî û şovenîzm e, ji gelên cîran re dijmintî, êrişkerî ye.

Ji mezintir zerarek li miletekî nabe. Loma neteweya tirk di zerareke mezin daye.

Ew nîjadperestî dibe sedem ku karbidest, dewlet, hikûmet pirsên gelê tirk çareser nekin. Lewra dema ku pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî yên gelê tirk tên rojevê; karbidest, hikûmet, dewlet, ji bona xwe li ser piya bihêle, pirsa neteweya kurd sedem nîşan dide, wan pirsgirêkan çareser nake.

Ew nîjadperestî dibe sedem ku gelê tirk her dem mecbûr bibe ku ji dewlet, hikûmet, karbidestan re bibin alîkar.

Ew nîjadpertestîya dibe sedem ku gelê tirk pêşiya xwe nebîne û ji hikûmetê, dewletê, karbidestan re mûxalefet bike. Daxwazên xwe yên demokratîk, maf û azadiyan, civakî, siyasî bîne ser zimên.

HIQÛQ JI BONA GELÊ TIRK JΠJI HOLÊ RABÛ, ZERARÊ DIDE WAN…

Dewleta  Tirk, ji bona ku li Kurdistanê dagîrker û kolonyalîst e, hiqûqê nas nake.

Li hemberî hemwelatîyên kurd hiqûqî dike. Bi taybetî li hemberî tevgerên milî û rêxistinên Kurdistanê hiqûqê hîç bi tu awayekî nas nake.

Li Kurdistanê hiqûqnenasî, hiqûq binpêkirin di heman dem de dibe sedem ku li hemberî hemwelatiyên Tirk hiqûqî bibe.

Hiqûq di dewletê de desthilatdar nebe. Karbidest, kêyfî hiqûqê dimeşînin.

Hezar mixabin ji bona li Tirkiyeyê hiqûq desthilatdar nîne. Her kes li hemberî hiqûqê wek hev nîne. Hiqûqa îmtîyaz ya neteweyan, û kategoriyên civakî heye.

Welatek bi hiqûqa demokratîk pêş dikeve.

AVABÛNA SÎSTEM Û REJÎMA DEMOKRASIYÊ MAYE Jİ BIHAREKE DIN RE…

Ji bona mirovatiyê heta nûha hatiye ceribandin ku rejîma baş û li berjewendiya neteweyan û gelan, rejîma demokrasiyê ye. Lewra demokrasî, jîyana civakî, neteweyî, çandî, fikrî, olî, mezhebî ya plûral çê dike.

Demokrasî, dibe sedem ku hemwelatî ji aliyê çandî, ilmî, perwerdeyî, aborî de pêş bikevin.

Li dewleteke ku pirr netew û kêmnetew dijîn, pîvan û qalîteya demokrasiyê, bi mûameleya dewletê li hemberî neteweyên bindest û kêmneteweyan dîyar dibe. Dewleteke demokratîk, ji mafên neteweyan û kêmneteweyan re rêzdar dibe. Mafên neteweyan û kêm neteweyan nas dike.

Di hemandem de krîtera demoktarîkbûna dewletekê û rejîma demokrasiyê, helwesta ya li hemberı maf û azadiyên şexsî û kollektîf dîyar dibe.

Dewleteke ji maf û azadiyên şexsî û kollektîf re rêzdar be, wan mafan biparêze, ew dewleta û rejîma demokrat dibe.

Ev pîvanan ji bona dewleta Tirk û rejîma Dewleta Tirk jî derbas dibe û dibe skalaya demokrasiyê.

Hezar mixabin ji bona ku Dewleta Tirk, mafên milî yên neteweya kurd û kêmneteweyan nas nake û binpê dike; ji maf û azadiyên şexsî û kollektîf re rêzdar nîne û wan binpê dike; bi tevayî di dewleta Tirk de ji bona tirkan demokrasî tune ye.

Loma em bi dehen sal in, dibêjin ku demokratîkbûna dewletaTirk, bi qezençkirina mafên milî kurd û naskirina wan dibe.

Hîç şik tune ye, ku Dewleta Tirk ji bona kurdan ne demokratîk e. Lê ji bona tirkan ne demokrat e.

Heger Neteweya Tirk dixwaze, ku dewleta wan bibe dewletek demokratîk, divê  mafên milî yên kurdan biparêzin.

Li Kurdistanê dagirkerî û kolonyalîzm bi dawî bê.

XURTKIRINA MILÎTARÎZMÊ DIBE SEDEM KU TİRK JÎ FEQÎR BIN, ABORİYA WAN TÊK BIÇE…

Dewleta Tirk ji bona ku li Kurdistanê dagîrkerî û kolonyalîzma xwe bidomîne; neteweya kurd di bin hegemonya û bandora wan de be; zora tevgerên milî û rêxistinênKurdistanê bibe; divê milîtarîzmê xûrt bike û mesrefên leşkerî zêde bike.

Baş zanîn ku heta nûha li Hemberî Tevger û Serhildanên milî yên Kurd trîlyoneke dolar pere hatiye xerç kirin.

Ji bona ku mîlîtarîzm xurt bibe û li ser piya bisekine, meserîfekî mezin kirin. Di baca Dewleta Tirk de mesrefên mezintir, ji bona leşker û milîtarızmê dibe.

Ew dibe sedem ku Tirk feqîr bibin, bi giştî aboriya Dewleta Tirk xerab bibe.

ÇAND Û ZIMANÊ TIRK QELS DIBE

Li welatekî û dewleteke pirr netewe û kêmnetewe hebin, ew jialiyê ziman û çand de dewlemendiyek e.

Li Tirkiyeyê, hebûna kurdan û kêmneteweyan ji bona çand û zimanê Tirk dewlemendîyek e.

Hezar mixabin ji bona ku ziman û çanda kurd û yên kêmneteweyan qedexe ne; ziman û çanda Tirk qels ketiye.

Li Tirkiyeyê cehaleteke mezin çê bûye. Cîran, cîranê xwe nasnake ku tirk e, an kurd e û an ji kêmneteweyekî din e. An jî Elewî ye, an  Sûnî ye. Misilman e û an Xiristiîyan e.

Ji yekê xerabtir tiştek nabe.

Baxçe, bi gulên pirr reng baxçe ye. Dema tu li baxçeyê gulan û kulîlkên heyî ji holê rakî, baxçe ji holê radibe.

Nûha li Tirkiyeyê rewş ewqas xeter û ne însanî ye.

Ji bona van xeterîyan, divê neteweya tirk û gelê Tirk, ji kurdan zêdetir mafên kurdan biparêzin; çareserbûna pirsa kurd/Kurdistanê ji dewletê û ji hikûmet û karbidestên xwe daxwaz bikin.

Amed, 21. 09. 2018

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *