PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê):
Em êrîşên Dewleta Îranê yên li ser baregehên HDK û PDKÎ yê rûreş dikin
Dewleta Îranê ji bêdengîya cîhanê jî cesaretê digire û her roj çend gêncên Kurdan darve dike. Îro jî vê sîyaseta xwe ya dagirkerane bi êrîşên bombeyî berdewam dike.
Dewleta Îranê îro(08.09.2018) bi mûşek û firokeyên bêfirokevan baregehên PartiyaDemokrata Kurdistanê yê Rojhilatê Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê(PDK-Î) yên li navçeya Koyê ya Hewlêrê bombaran kirin. . Li gorî agahîyên heyî heta niha 14 kes şehîd û 42 kes jî birîndar bûne.
Em sersaxîyê ji herdu partîyên me yên welatperwer, ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurdistanêre dixwazin û em dibêjin xwedê şîfaya xêre bide birîndaran.
Em bangî Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Netewên Yekbûyî, YekitîyaEwrûpayê û raya giştî ya cîhanê dikin da ku li himberî van êrîşên Dewleta Îranê bêdengnemînin.Bila Netewên Yekbûyî û Yekitîya Ewrûpayê bi biryar û helwestên encamwergir jiDewleta Îranê re bêje ‘bes e’.
Em ji ber van êrîşên wan yên hovane Dewleta Îranê rûreş dikin. Çawa ku heta îro tu hêzênekarîbûye bi kuştin ,qetlîam, jenosîd ,enfal û darve kirinan ve rê li ber doza azadîyaKurdistanê bigire, ji îro pê ve jî dê tu hêz nikaribin rê li ber doza me ya rewa ya azadîyêbigire.
08.09.2018
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê