Komîteya Birevebirîya Navendî ya PAKê li Amedê civîna xwe li dar xist:

Divê li ser bingehê daxwazên asgarî yên netewî û demokratîk, em tifaqa hilbijartinê pêk bînin
Komîteya Birevebirîya Navendî(KBN) ya PAKê di rojên 21-22.04.2018an de li Amedê civîna xwe ya bi beşdarîya beşek ji endamên meclîsa PAKê li dar xist.
KBN ya PAKê rewş û xebatên PAKê nirxand û bal kişand pêwîstîya xebateke hîn rêk û pêktir, hîn organîzetir.Herweha ji bo ku PAK bikaribe rola xwe ya pêwîst ya di doza azadîya Kurdistanê de bi cîh bîne,biryarên pêwîst wergirt.
KBN ya PAKê rewş û rûdanên li welatê me û li herêmê bi berfirehî nirxand û sîyaset û nexşe rêya PAKê ya di derbarê hilbijartinên pêşwext yên li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê di roja 24.06.2018an de dê li dar bikeve,tesbît kir.KBN ya PAKê di derbarê sîyaseta PAKê ya di derbarê hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de dixwaze van agahdarîyan bi raya giştî re parve bike:
–Li gorî biryara Parlamentoya Tirkîyeyê di roja 24.06.2018an de li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê dê hilbijartinên pêşwext yên ji bo Parlamento û Serokkomarîyê li dar bikeve. KBN ya PAKê careke din dîyar dike ku girîngîyeke mezin dide , hevditinên di navbera partîyên Kurdistanî yên ji bo hilbijartinan. KBN ya PAKê dibêje, girîngî û pêwîstîya pêşnîyarîya partiya me ya di derbarê Bloka Kurdî de û wan xalên esasî yên ku me destnîşan kiribûn,îro hîn zêdetir derdikeve pêş . Ji bo ku gelê Kurd û Kurdistanê bikaribin wekî alîyekî tevbigerin, KBN ya PAKê bangî hemû alîyên peywendîdar dike da ku em zûtirîn dem li ser bingehê dazwazên asgarî yên netewî û demokratîk yên gelê Kurdistanê tifaqa hilbijartinê pêk bînin. KBN ya PAKê dibêje heger aliyê Kurd û Kurdistanê tifaqa xwe ya netewî û demokratîk ya hilbijartinê pêk bînin, wê gavê em dikarin bi ew alîyên Tirkîyeyî yên sîyasî, sivîl, demokratîk yên azadîxwaz, demokrat, edaletxwazin , yên ku li dijî şer û Rewşa Awarte ne,yên ku piştgirîya dawxwazên asgarî yên netewî yên gelê Kurdistanê dikin re jî hevkarîyên hilbijartinê pêk bînin. Heger em hêza xwe bikin yek , emê di tayîn kirina qedera hilbijartinê de bibin aktorekî esasî.
–KBN ya PAKê di wê bawerîyê de ye ku pirsa Kurd û Kurdistanê ne ew pirse ku bi hejmara parlamenterên li parlementoyê ve bê çareser kirin.Ev pirs pirseke sîyasî û netewî yê, pirsa welatekî û miletekî ye û bi hevdîtin û mitabaqata herdu alîyan dikare bê çareser kirin.Lê nabe ku em girîngîyê nedin hilbijartinan jî. Divê wek alîyekî, em doza azadî, demokrasî û adaletê ya gelê xwe bi rêya hilbijartinê jî bikaribin biparêzin, pêşde bivin. Aşkere ye ku Qanûna Bingehîn, qanûn din, sîstema hilbijartinê gelek astengî, qedexe û bendan derdixe pêş gelê me . Lê astengî bi van jî naqedin; bi Rewşa Awarte, bi vê biryara hilbijartina pêşwext ya ku Hikûmet dixwaze hemû alîyên din bê amadeyî, bi şerpezeyî bixe hilbijartinan, ev helwesta li dijî demokrasîyê û astengîyên li ber me derketîye asteke herî bilind. Lê dîsa jî divê heta ku ji destê me bê em gelê xwe bê alternatîf nehêlin. Bi vê hişmendîyê û li ser daxwazên asgarî yên gelê me, ji bo ku em bikaribin tifaqeke herî berfireh pêk bînin, divê em hewlên xwe germtir û bileztir bikin.
–KBN ya PAKê dibêje, em bangî hemû alîyên peywendîdar dikin da ku tifaqeke netewî û demokratîk ya ji bo hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an em pêk bînin û dibêje, ev tifaqa dikare ji bo hilbijartinên şaredarîyan yên ku di Adara 2019an de dê li dar bikeve jî bibe bingeheke xurt û divê em ji nuha ve xwe ji hilbijartinên şaredarîyan re amade bikin.23. 04.2018
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

PAK MYK Diyarbakır’da Toplandı:
Asgari Ulusal Demokratik Taleplerimizi Kabul Eden En Geniş Kesimlerle Seçimlerde İttifak Yapmalıyız
PAK 21-22 Nisan 2018 tarihinde Diyarbakır’da genişletilmiş MYK toplantısını gerçekleştirdi.
PAK MYK, partinin faaliyetlerini değerlendirerek, daha örgütlü, organize ve aktif bir çalışmanın gerekliliğini ve bunun gerçekleşmesi için atılması gereken adımları belirledi.
Ülkemizde ve bölgemizde yaşanan süreci değerlendiren PAK MYK, 24 Haziran 2018 Günü yapılacak olan Erken Genel Seçimler ve Cumhurbaşkanlığı Seçimleri ile ilgili olarak şu temel perspektifi kamuoyuyla paylaşmayı gerekli görmektedir:
–Alınan erken seçim kararıyla, Türkiye ve Kuzey Kürdistan’da 24 Haziran 2018 Günü Parlamento ve Cumhurbaşkanlığı seçimleri yapılacaktır. PAK MYK, Kürdistani partiler arasında sürdürülen seçim ittifakı görüşmelerine büyük önem verdiğini belirtmektedir. PAK MYK, daha önce de partimizin kamuoyuyla paylaşmış olduğu prensipler temelinde Kürt Seçim Bloku’nun bugün daha bir yaşamsal önem arz ettiğine dikkat çekmektedir. Asgari ulusal demokratik prensipleri içeren ve en geniş katılımı hedefleyen Kürt Seçim Bloku’nun oluşturulması ve bu yolla , Kürt ve Kürdistan halkının bir taraf olarak duruş sergilemelerinin tarihsel bir öneme sahip olduğunu belirten PAK MYK, böylesi bir ittifakın en kısa zamanda oluşturulması için ilgili tüm kesimlere çağrı yapmaktadır. PAK MYK, Ulusal Demokratik Seçim İttifakı’nın halkımızın asgari ulusal taleplerini kabul eden , destekleyen; özgürlüğü, demokrasiyi, adaleti savunan, savaşa, OHAL’e ‘hayır’ diyen en geniş Türkiyeli siyasal, sivil, demokratik kesimlerle de seçimde işbirliğine girmesi gerektiğinin önemine dikkat çekmektedir. Bizler birlik halinde davrandığımızda, seçimlerin kaderini belirlemede en önemli aktör olarak öne çıkacağız.
–PAK MYK, bir millet ve ülke sorunu olan Kürt ve Kürdistan sorununun parlamentodaki milletvekilli sayısı ile çözülemeyeceğinin, taraflar arası görüşme ve mutabakatla çözülebileceğinin bilinciyle, seçimleri özgürlük, demokrasi, adalet mücadelemizin bir platformu olarak değerlendirmektedir. Türkiye’deki mevcut seçim sitemi, yasalar ve Anayasa’daki tüm anti demokratik uygulama ve yasaklara, OHAL’in ve iktidarın kendi dışındaki tüm kesimleri hazırlıksız yakalama amaçlı baskın erken seçim kararının de eklenmesiyle , çok daha zor ve anti-demokratik koşullarda seçimlere gidileceğini belirten PAK MYK, yine de seçimlerde olabilecek en geniş ittifak ile halkımızın alternatifsiz bırakılmaması gerektiğini önemle belirtmektedir.
–PAK MYK, halkımızın asgari taleplerini kabul eden en geniş ulusal demokratik potansiyeli, 24 Haziran seçimlerinde Ulusal Demokratik Seçim İttifakı’nı oluşturarak, 2019 yılında yapılacak olan Belediye Seçimleri’nde halkımızı alternatifsiz bırakmamak için şimdiden kolları sıvamaya çağırmaktadır.
23.04.2018
PAK Basın ve İletişim Bürosu

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *