Careke din di derbarê yekitîya rêxistinî û sîyasî de
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê
Yekitî û tifaq ji ber ku pêwîstîya herî girîng ya miletê Kurd e, ya gelê Kurdistanê ye, her daîm di rojeva me de ye. Herweha ji ber ku ev pêwîstîya li gorî dilê me pêk nayê, gelek gazind û rexne û pêşniyarî jî têne kirin.
Di sosyal medyayê de, di vê derbarê, gelek tişt têne nivîsandin. Herî dawî kekê Salih Omerî û kekê Bûbê Eser di vê derbarê de nivîsîn, banga yekitîyê dikin. Ez jî bangên wan samîmî û di cîh de dibînim.
Kekê Bûbê Eser di derbarê PAKê de heta nuha, gelek nirxandinên pozitîf kirîye. Helbete dê rexne jî hebin. Ez ji ber van nirxandinên wî, spasîya kekê Bûbe dikim. Rexneyên ji bo pêşde birin û çêkirinê , divê em gişt pê kêfxweş bin. Ez bawer nakim ku tu PAKî ji rexneyên çêker aciz bibin.
Rast e, PAK li gorî qawet û zanîna xwe hewl dide ku li gorî bername û gotinên xwe tevbigere. PAK, bi gotin û xebat û çalakîyên xwe dixwaze kultureke nû jî di sîyaseta bakurê Kurdistanê de bihûne. Û em di vê rêyê de bi tena serê xwe jî bimînin, emê her li ser vê kulturê bimeşin. Ji ber ku em bawer dikin pêşeroj , ya vê siyaseta me ye, ya vê kultura nû ye.
Belê, em dibêjin dem ne dema ‘’dikanok’’ û ‘’kon’’ên biçûk e. Dem ne dema ez eztîyê ye. Doza azadîya Kurdistanê berpirsiyarî û federakarîyên mezin ji me dixwaze.
Bi dehan care ku gelek rewşenbîr û sîyasetvanên me , ji bo yekgirtina yên weke hev, yên nêzî hev bangên dilsozane dikin..Lê mixabin ji xeynî PAKê tu partî û alî , bêyî qeyd û şerd xwe nadin ber van bangan……Divê hemû rewşenbîr û sîyasetvanên ku banga yekgirtinê dikin vê rastîyê jî bibînin; me gişa nexin yek mêzînê. Divê samîmîyet û hewlên PAKê yên ji bo yekgirtinê bibînin û pişteke xurt bidinê,wê tenê nehêlin.
Bi rastî jî gava ku ez banga yek kirinê dikim, gelek kes dibêjin, ‘’Ma tu çima bi dûv vê ketîye..Waye ji kesî re ne derd e..Kes naxwaze bibe yek…Dev jê berde’’ ..Lê ji ber ku ez dizanim dermanê gelê me ev e ; ez him wekî Serokê PAKê, him jî wekî kadroyekî Kurdistanî , careke din, bi israr dibim pişt ji van bangên ji bo yekgirtinê.Heyf e,luks e,ev belavbûn…Tecrubeyên neyênî , yên biserneketî, divê rê li gavên nû negire…Hêvî dikim ku bayê serxwebûna Başûrê Kurdistanê di vî warî de jî me bihejîne…
Belê, ne navê tu partîyan, ne serokê tu partîyan, ne hêjayîyên tu ”gelenek”an…Ji doza azadîya Kurdistanê ne bi qimetir e, ne bi rûmetir e…. Ji ber wê jî PAK dibêje, ji xeynî prensîb û daxwazên me yên azadîxwaz, demokrat û Kurdistanî, tu ‘’xetên me yên sor’’ tune ne.
Ne hewceyî gotinan e jî…Bêyî qeyd û şerd em amade ne ji bo yekgirtinê.. Mesela Yekîtîyê ji PAK ê re meseleyeke stratejîk e; ne taktîke û ne ‘’heweseke rojane’’ ye. Me berîya damezrandina PAKê, sal û nîvekê bi navê Komîsyona Dîyalogê û bi navê Hewldana Partîyeke Kurdistanî , ji bo vê partîya ku em behs dikin em bikaribin bi dor û bereke berfireh pêk bînin, me gelekî hewl da. Lê bi wê mistewaya ku me dixwest, em biser neketin. Lê em dev jê bernadin. PAK di vê meşê de bes rawestgeheke..Hîna rêya me dûr û dirêj e. Û ez bawerim ku di rojên pêş de emê hinekî din jî vê projeyê geş bikin..Gav bi gav…
Di roja destpêkê ya Komîsyona Dîyalogê de me çi gotibe, îro jî her em eynî tiştî dibêjin. PAK ne berdewamîya tu partî, rêxistinan û ”gelenek”an e. PAK ne ew partîye ku ji partîyekê veqetîyabe û paşê, dîsa banga yekitîyê li wan dike. PAK berdewamîya ked û xebata hemu azadîxwazên bakurê Kurdistanê ye. PAK gava ku banga yekgirtinê dike, di eslê xwe de, dibêje ‘’werin li gel hemû kil û kêmasîyên herkesî jî, em tiştan li hevdu mezin nekin û careke din em li dengê dilê gelê xwe guhdar bikin’’. PAK dibêje yekirtin bila ne ji ber ‘’mecbûrîyeta qelsbûnê’’, an jî ji ber ferz kirina hinekan pêk bê; divê em weke erkeke netewî û dîrokî li meseleya yekgirtinê binerin.
PAKê bi sloganekê rêbaza xwe nîşan daye. Ez vê sloganê careke din li vir dubare dikim:Yên dikarin bibin yek bila bibin yek….Yên nikarin bibin yek bila hevkarî û tifaqan pêk bînin…Yên nikarin hevkarî û tifaqan pêk bînin bila rêya dîyalogan bihêlin…Yên nikaribin dîyalogan jî bimeşînin bila dijminatîya hevdu nekin…
Ev banga me ji hemû alîyên mixatab re ne…Fermo… Ji aliyekî ve em weke partîyên heyî her yek xebatên xwe bi can û dil bimeşînin.Ji alîyekî ve em hevkarî û tifaqên netewî bihûnin…..Ji alîyekî ve jî, ji bo ev hevkarî û tifaq li ser esasekî xurt bikaribe bê meşandin, em xebata xwe ya ji bo yek kirina potansîyela azadîxwaz, demokrat, netewî ya Kurdistanî ya di nav yek partîyê de jî bê westan bimeşînin..…
Di vê meşê de, bila kes xwe li ser yên din ferz neke…Her ‘’gelenek’’, her partî, her şexsîyet li gorî xwe, xwedî nirx û qîmetekê ne…Bila kes tarîxa doza azadî, serxwebûn û rizgarîya Kurdistanê ji xwe ve dest pê neke…Bila kes nebêje bila herkes werin cem min…Bila kes nebêje ya/yê herî baş û zana ez im…Bila kes nebêje herkes ji min jidayik bûye..Heger bi rastî jî tu pêwîstîya yekgirtineke xurt dibîne, divê tu , tu qeyd û şerdan daneyne…Na, ji xwe niyeteke te ya bi vî rengî tunebe, ne hewce ye ku tu xwe jî, tu yê li derveyî xwe jî mijûl bike…
Doza azadîya Kurdistanê ne ew doz e ku, ji 15-20 salî, yan jî ji 30-40 salî pêk hatibe. Li Bakurê Kurdistanê , ji xeynî Rêxistina Azadî ya Xalid Begê Cibrî, ji xeynî Xoybûnê, ji xeynî hemû serîhildanên çêbûne; eve ji 50 salî zêdetir e ku ev doz bi ked û bedelên mezin yên bi rêxistinî tê meşandin. Lê rastîyeke din jî heye ku, em gişt jî ne biserketî ne….Rewş li holê ye..Gelek sebebên vê rastîyê hene; lê rastîya tehl jî ew e ku me gişa şikesteke mezin xwar…. Ji ber wê jî , bila kes xwe li ser yê din mezin û ferz neke…Yên weha tevdigerin, haya wan jê tuneye ku çawa di nav trajîkomedîyayekê de ne.
Îro ji ber ku tu partî û grûb xwe nadin ber vê banga PAKê ya yekbûna di nav yek partîyê de, ez bangî wan kadro û potansîyela ku pêwîstîya partîyeke girseyî ya azadîxwaz, demokrat, netewî Kurdistanî dibînin dikim…Kî ji vê projeyê re amade be, dest bidine wan û wan xurt bikin da ku yên xwe nadin ber vê pêwîstîyê jî hinekî li xwe vegerin û xwe bidine ber vî karî.
Kevirê mezin, nîşana nekirinê ye, nîşana neavêtinê ye …Werin em ji kevirê biçûk dest pê bikin…Ev wazîfeyeke netewî û dîrokî ye jî. Ne hewceyî teorî û gotinên ‘’qelew’’in.Herkes dibêje ‘’pêwîstî bi yekgirtinê he ye’’, lê di encamê de, herkes jî diçe ‘’dikanoka xwe ‘’ vedike…Yan jî, weke kadroyê serbixwe dimîne…Bi ‘’dikanok’’ û ‘’kon’’an, bi bêrêxistinbûnê, emê nikaribin ji gelê xwe re rêyeke xurt vekin, hêvîyeke mezin bihûnin…Bi dikanokên ‘’gelenek’’an bes em dikarin ji xwe re nostaljîyan bikin. Lê bi xwedî lê derketina ked û xebat û bedel û nirxên hemû ‘’gelenek’’an û yê hemû gelê xwe, û bi perspektîfeke nû, bi rêbazeke nû, bi hişmendîyeke nû û Kurdistanî em dikarin hemû potansîyela nêzî hev, di nav yek partîyê de bihûnin…
Nivşên nû ji van tiştên ku em behs dikin fêhm nakin, ji wan re gelekî xerîb tên…Ji ber wê jî em bûne partîyên ‘’mêrên ser sipî’’….Bi civata Kurdistanê , bi girseyê peywendîyên me qut bûne…Rûpelekî nû lazim e…Tiştên çû em nedin dûv…Ew ji me re tecrûbe ne…Fermo, gelo em amade ne ji bo vê gav avêtina weke ‘’şoreş’’ekê?
Ez bangî nivşên nû dikim.…Werin li vê fikrê û li vê projeyê xwedî derkevin…Bibin rêveber û xwedîyên vî karî…Her tişt ji derekê dest pê dibe…Weke gotina Çînîyan….’’Rêya herî dûr û dirêj jî, bi gavekê biçûk dest pê dibe’’…
Heger ku mebesta me ‘’fikir kûlubu’’yek be, bila herkesek xwe bi vî awayê ku dimeşîne ‘’tetmîn’’ bike..Lê heger em behsa partîyeke girseyî, azadîxwaz, demokrat, netewî, Kurdistanî ku qedera gelê me biguherîne dikin, aşkere ye ku, rê ne ev rêya ku me pê girtîyî ye…Divê herkes dev ji ‘’te got, min got , wî got; te kir , min kir, wî kir’’ berdin… Li her herêmê, bajarî, navçeyê, gelê Kurdistanê daxwaza yekîtîyê li rêveberên partîyên Kurdîstanî dike. Berpirsîyarî ewe ku em li gora daxwazê miletê xwe helwest bigrin. Ew kes û alîyên ku , hîna di gava ewil de xwe li ser yên din ferz bikin, di rêyeke xelet de ne û dê zerarê bidine xwe jî, dê bidine yekhelwestîya netewî jî…Lê ji bo gaveke nû, werin em gişt ji hevdu re ‘’Efûyeke Giştî’’ derxin…Bêyî qeyd û şerd em şansek nû bidine hevdu…
PAK bi van bîr û bawerîyan dê xebatên xwe bimeşîne. PAK , dê her dem ji van yekgirtinan re amade be, lê her dem jî, dê xwe tenê bi yekitîyan ve girê nede; ji bo girseyî kirina van fikir û sîyasetên xwe, ji can û dil dê xebatên xwe jî bimeşîne.
Di encamê de, ez banga me dubare dikim: Yên dikarin bibin yek bila bibin yek….Yên nikarin bibin yek bila hevkarî û tifaqan pêk bînin…Yên nikarin tifaqan pêk bînin bila rîya dîyalogan bihêlin…Yên nikaribin dîyalogan jî bimeşînin bila dijminatîya hevdu nekin… 07.09.2017
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê