Welatperwerê Kurd ,yek ji damêzrênerên PAKê Recep Yapici roja 29.03.2017an li Dêrika Çîyayê Mazî ya Bajarê Mêrdînê hate binaxkirin.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik , gelek rêveber ,endam û dostên PAKê, welatperwerên ji partîyên Kurdistanî û malbat û heskirîyên rehmetî li gel girseya ji gelê Dêrikê beşdarî merasîma cenazeyê ya Recep Yapici bûn.
Piştî  xwendina telqîna dînî, fatîha hate xwendin û Ala Kurdistanê li ser mezelê Recep Yapici hate danîn û Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik axaftinek kir.
Mustafa Özçelik di derbarê welatperwerî û keda Recep Yapici ya di doza azadîya Kurdistanê de axaft û got :
“Gelê Kurdistanê dê ÅŸehîd û kedkar û xebatkarên doza azadîya Kurdistanê tu carî ji bîr neke.”
Mustafa Özçelik û rêveber û endamên PAKê piştî merasimê demekê li tezîyeyê jî rûniştin. Tezîyeya Recep Yapıcı bi beşdarîya endamên PAKê yên Dêrikê û malbata rehmetî û gelê Dêrikê li Dêrikê berdewam e.
Welatperwerê Kurd Recep Yapici roja 27.03.2017an jiber celtaya dilî çû ber dilovanîya xwedê.
29.03.2017
Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê