Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştîvaniya Fransayê giring dinirxîne
WED, 4 JAN 2017 12:58 | KRG Cabinet
Serokê Fransayê Francois Hollande û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Balafirgeha Hewlêrê, 2 Çile ya 2017
Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, serdana Serokê Fransa ji bo Herêma Kurdistamê bi serdaneka dîrokî daye zanîn ku “Francois Hollande yekem serok komar e li demê desthilata xwe du caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye”.
Sefîn Dizeyî li daxuyaniyeka taybet ji bo Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: “serdana Hollande ji bo xuya kirina piştîvaniya Fransa bo Herêma Kurdistanê bû, bi taybetî li şerê dijî terorîstên DAIŞê”.
Ev yeke jî got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkarî û piştîvaniya serbazî, dîplomasî û mirovî yên Fransa ji bo Herêma Kurdistan giring dinirxîne”.
Serokê Fransayê Francois Hollande Roja 2 Çile ya 2017 li Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û berpirsên pile bilind yên Herêma Kurdistanê bi awayekê hêja pêşwazî jê re hate kirin û her wiha serdana Hêzên Pêşmerge li Çiyayî Zertik jî kir.
Serok Hollande û Serok Barzanî bi amade bûne berpisên her du aliyan civiyan û behsa şerê terorê û operasiyona Musil û alîkarî yên Fransa ji bo Herêma Kurdistanê li şerê dijî DAIŞ û pirsa koçberan û hin babetên din kirin.
Piştî civînê ji, konferanseka rojnamavanî saz kirin û Hollande xuya kir: “Em serbilind in bi vê erkê ku Pêşmerge heye û pêwîst e em bi hev re ji bo nehêştina terorê kar bikin, ji ber ku ew ne tenê erkê Pêmerge ye, belkû erkê me hemûyan e”.
Her derbarê rola pêşmerge ragihand: “Heger Pêşmerge nebûya, zehmet bû navçe bihên rizgarkirin û DAIŞ têk biçûya”.
Hollande ev yeke jî got: “Fransa beşdarê operasyona rizgarkirina Mûsilê dibe û pêwîst e plana me ji bo pêşeroja Mûsilê hebe”.
Wezîrê Berevaniya Fransa Jean-Yves Le Drian û hijmarek berpisên din hevrê yên Serok Hollande ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê bûn.
Francois Hollande cara yekem li sala 2014 serdana Herêma Kurdistanê kir, her wek Serokê Herêma Kurdistanê ev serdan giring zanî û jê re got: “li demekê terorîstên DAIŞê êriş dikirine ser Kurdistanê, Serok Hollande serdana Hewlêrê kir”.