Netewa Kurd, di cîhanê de, di nav neteweyên bê dewlet de, bi hejmara xwe, ya herî pir e û hina jî bê dewlet e.
Bêdewletbûyina kurdan, bandoreke neyînî di warê ideolojî, psîkolojî û kulturî de, bi tevayî li ser hemî Kurdan û bi taybetî li Kurdên Ewrpayê kiriye. Heta ku gelê Kurd negihê mafên xwe yên rewa û Kurdistan bi tevayî rizgar nebe, ev bandora neyînî dê her berdewam be.
Her mirovek xwedîyê nasnameyek neteweyî ye; yanî xwe xwedîyê welatakî, netewekê û di bin ewlekarî û parastina dewleta xwe ya neteweyî de dibîne.
Mirovekî ku li welatekî biyanî dijî, çi ji bo karkerî û çi jî wek penaber ji welatê xwe derketibe, li gor zagonê wî welatî û peymanên navnetewî dijî. Herweha li gorî wan peyman û zagonan xwedîyê mafên sîyasî, kulturî û aborî ye.
Gava di van waran de neheqîyek lê were, an pirsgirêkek jiyanewî derkeve pêşberî wî/wê, dikare alîkarî ji dewleta xwe bixwaze, an biçe welatê xwe.
Lê ji bo Kurdan tu demê ev hiqûq bi kar nehatîye, piştgirîyek çê nebûye û ji ber bêdewletbûnîyê ewlekarîya wan li tu derê tune ye.
Her endamê neteweyekê ku li welatekî bîyanî, di hundir sînorê dewletekê, beledîye an herêmekê de, xwedî hejmareke têr bin, mafê wan yê komeletî, xwendina bingehîn ya bi zimanê dayikê, weşana radyo û hwd. hey e.
Li gelek deverên biyanî, tevlî hejmara xwe ya têrkir, Kurd ne xwedîyê van mafan e, an bi egerên bêdewletbûnê, ew bixwe jî cesaret nakin ku van mafan bidest bixin; lewra ew li welatê xwe jî ji van mafan bêpar in!
Endamên neteweyek bêdewlet, him li welatên ku lê dijîn û him li hemû cîhanê, di warê bûyer û guhertinên sîyasî, hiqûqî, aborî û leşkerî de gelek caran ne xwedîyê helwestek vekirî ne. Ev jî, ji bo wan kesan bêîdeolojîbûn û apolîtîzasyonê bi xwe re tîne.
Ya din jî ku mirov li welatekî biyanî bijî û mirov xwe endamê wî welatî nebîne, an mirov ger bixebite bibe endamê civata bîyanî jî, lê ew civat wî mirovî wek endamekî xwe yê rastî nepejirîne, an wî li welatê xwe nexwaze, ji bo wî mirovî rêya ku xwe li welatê xwe bigire dibe rêya çareserîyê.
Lê ew mirov, endamê neteweyek kolonî û ne azad be, wê gavê dikare xwe di bêewlehî û xeterê de bibîne û têkeve nav problemên psîkolojîk. Li gorî min, ji bo gelek Kurdan ev bingehê sendromek psîkolojîk e.
Piştî hem fiîlî û hem jî hiqûqî rizgarbûna başûrê Kurdistanê, hêvîya rizgarîyê û azadîyê, an hesta hebûna piştekê, xwedîyekî û hebûna starekê, pêşî ji bo hemû Kurdan û duyem jî, ji bo Kurdên li welatên biyanî dijîn çêbû. Vê rewşê, ji bo jîyanek bi ewlehî û parastinê, bawerî ji gelê Kurd re çêkir.
Gelek Kurdan xwe bênasname, an xwedîyê nasnameyek biyanî û winda didîtin, lê niha bi dilgermî û serbilindî, xwe xwediyê nasnameya xwe ya neteweyî dibînin. Kurd ji asoyek bi mij, êdî bûn xwedîyê asoyeke neteweyî ya zelal û rohnîtir.
Kûrd li parçekî welatê xwe, an li welatekî bîyanî, bi egerekê nikanibin bijîn, an xwe di tahlûkeyekê de his bikin, diramin ku êdî piştek wan û cîhekî ku bêminet xwe lê bigirin û bavêjinê heye. Ev jî di warê psîkolojîk de, rehetî û hestek ewlekarîyê dide mirovan.
Di vê rewşê de gelek Kurdên ku ji sîyasetê sar bûbûn, an dûrî sîyasetê bûn, êdî ji nû ve li sîyasetê germ bûne. Ne tenê di warê sîyaseta neteweyî de, di warê sîyaseta navneteweyî de jî geşbûneke berbiçav xwe nîşan dide.
Ji niha de xwanê ye ku Kurd, dibe bêtir bi aborî, borsa an bazirganîya cîhanê re têkeldar bibin. Kurd êdî li gor heza xwe ya aborî, sîyasî û netewî, bûyerên cîhanê ji hev bigerînin û bibin xwedîyê lênerîn û helwestên îdeolojîk û polîtîk.
Kurd, di vê rewşê de, di derbarê mafê netewî, sîyasî, hiqûqî, gelhûrî, çand, ziman, dîrok û hwd. de, li her dera cîhanê bêtir û vekirîtir dikarin mafê xwe biparêzin, xwe bi rêxistin bikin û xwe îfade bikin.
Berê di warê pêşbazîyên folklorîk, muzîk, spor û hunerên din yên navneteweyî de, ji ber hoyên bêdewletbûyinê, yan Kurd nikanîbûn beşdar bibana, yan jî zorga dibûn ku li ser navê dewletên mêtinkar beşdar bibana; lê ji aniha û pê ve Kurd wê bixwazin li ser navê Kurdistanê beşdarî pêşbazîyên navneteweyî bibin.
Ji bo ku başûrê Kurdistanê, mîna her parçeyê din heta niha kolonî bû, aborîya wê ji alî mêtinkaran ve mîna aborîyek talanê dihat bikaranîn. Loma Kurdistan û gelê Kurd ji her warî ve bi şûn de mabû.
Nuha her Kurdekî welatperwer ku di warekî zaniyarî, teknîkî û hunerî de perwerde bûbe, bi hêsanî dikare biçe li Kurdistanê pîşe û hunerê xwe, ji bo berjewendîyê çand û pêşdexistina welatê xwe bi kar bîne.
Ya herî girîng jî, hestên neteweyî bi her Kurdekî re bihêztir bûye. Divê Kurdên başûrê Kurdistanê û otorîteyên wan yê sîyasî, ji bo berjewendîyên hemî Kurdan van hest, hêvî û daxwazan bi erênî û neteweperwerî bi kar bîne.
Wek her Kurdekî welatperwer ez jî, ji bo dahatûyek demokratîk, azad û serbixwe bi hêvî me!