9emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê dest pê kir: ‘Hêvîdar im bandorê li rewşa siyasî jî bike’

Li Amedê 9emîn Festîvala Şanoyê dest pê kir û di festîvalê de bi tevahî 19 lîstik têne pêşkêşkirin.

Ji wan lîstikan 14 bi zimanê Kurdî û 5 lîstik bi zimanê Tirkî ne.

Ji parêzgehên Kerkûk û Dihokê yên Başûrê Kurdistanê 2 lîstik û ji bajarên Seqiz û Urmiyeyê yên Rojhilatê Kurdistanê jî 2 lîstikên Kurdî di festîvalê de cih digirin.

Rêveberê Festîvala Şanoyê Ozcan Ateş li ser festîvalê anî ziman:

“Îro 9emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê dest pê dike. Ev ji bo me kêfxweşiyeke mezin e. Bêguman beriya niha jî, beriya şaredariyê jî me dikir.

Bênavber me heta îro anî. Piranî cih, wekî mekan em nava Sûrê bi kar tînin.”

Di festîvalê de Rîtûelîstîk Playroots jî hate pêşkêşkirin ku di wê performansê de lîstikên berê yên Kurdan hatin bibîrxistin.

Performansa yekemîn li Qesra Îskenderpaşa hate nîşandan.

Hevşaredarên DEM Partiyê jî di lîstikê de amade bûn.

Hevşaredarê Amedê Dogan Hatun got:

“Di dema hilbijartinan de me sozek dabû gelê xwe. Va ye me soza xwe ya yekem bi cih anî.”

Hunermendên ji Başûrê Kurdistanê xwest çalakiyên hunerî yên ku hemû parçeyan nêzikî hev dikin zêdetir bin.

“Hêvî dikim ev bandorê li rewşa siyasî jî bike”

Şanogerê ji Başûrê Kurdistanê Adil Hesen da zanîn:

“Hemû nêrînên cuda cuda, hemû hizrên cuda cuda îro li vî baxçeyî bi hev re rûniştine, danûstandinê dikin.

Hêvî dikim ev bandorê li rewşa siyasî ya Kurdistanê jî bike ku ew jî bikaribin bi hev re rûnin û danûstandinê bikin.”

Ji Rojhilatê Kurdistanê jî gelek hunermend di roja yekem a festîvalê de amade bûn.

Li gorî hunermendên Rojhilatê Kurdistanê bi rêya hunerê ne tenê zarave, giyan û hestên Kurdan jî bandoreke erênî li hev dikin.

Hunermendê ji Rojhilatê Kurdistanê Qudbedîn Sadiqî jî got:

“Festîvala Şanoyê bi bîr û baweriya min ji bo hevditîn û danûstandina çandî cihê herî girîng e.

Ji bo bihêzkirina çanda gotûbêj û diyalogê jî girîng e.”

Festîvala Şanoyê piştî danîna qeyûman cara yekemîn e ku bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin.

Festîval dê heta 27ê Nîsanê berdewam bike û her êvar 2 lîstikên şanoyê dê werin nîşandan.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *