Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)
Di hêjayiyên neteweyekê de ziman hêjayiya girîngtirîn û sereke ye. Loma jî her kî û rêxistinek di derbarê ziman de xebat bike, xebata wan pîroz e.
Hîç şik tune ye ku neteweya kurd ji bona ku ji hemû mafên xwe bêpar e û zimanê wan qedexe ye, xebata di derbarê zimanê kurdî de pîroztir û ferztir e. Loma di derbarê zimanê kurdî xebatên bên kirin, kurdperweran kelecan dike, ew bi dil û can piştgirîya wan xebatan dikin.
Di derbarê zimanê kurdî de xebat çewa ku pîroz e, xebata ew kes û rêxistinên di derbarê zimanê kurdî de jî, bê qeyd û şert bi kelecanî tê pêşwazî kirin.
Beriya 48 rojan (10.11.2018) 9 partî û rêxistinan (Ji van du partî, partiyên PKKê ne. Partiyê ne kurdî û ne kurdistanî ne. Wek HDP û DBP) ji bona xebata zimanê kurdî platformekê ava bikin civînek li dar xistin. Beşek zimanzane, nivîskar, dîroknas jî gaziyê civînê kirin. Lê di civînê de berpirsiyar û endamên partîyan giranîyeke mezin teşkîl dikirin. Ji derveyî wan gor agahdariyên min 10 kes jî zimanzane, nivîskar, dîroknasên kurd beşdarî civînê bûne. Ev kêmasîyeke mezin e.
Lê dîsa jî xebata 9 partîyan di nav kurdperwerên Bakûrê Kurdistanê de kelecanî çêkir. Her kurdperwerekî rexne û piştgiriyên xwe bi hev re dîyar kirin. Min jî hem piştgirîya xwe ji vê xebatê re kir û hem jî ev xebata rexne kir.
Min di hemanwext de biryar da ku ez vê xebatê bişopînim.
Hîç şik tune ye ku wezîfeya her kurdperwerekî jî ew e ku vê xebatê bişopîne. Ew wezîfeyeke hemwelatîbûna Kurdistanê ye jî.
Loma jî ez xebatên wan dişopînim û dipirsim ku xebat ji ku hatiye kîjan merheleyê.
Dema ku min ew lêpirsîna fireh û kur kir, ez gihîştim argumanên nû.
Lê divê endam û tereftarên partîyan jî xebatên partîya xwe û 9 partîyan, di derbarê zimanê kurdî de bişopînin.
Gor agahdarîyên ketine destê min dîyar dike, ku ew partiyên ku civîn li darxistin, ji aliyê xebata bê kirin de serê wan ne zelal bûye. Loma jî di minaqeşeyan de, ew nexweşîyên sinifa siyasî ya Bakûrê Kurdistanê, sinifa siyasî ya statuparêz û ji aliyê şiûra milî de qels, xwe dane der û derketine qeda civînê.
Hîç şik tune ye ku dema ji van partîyan du partî ku yek partîyek e, partiyê PKKê ne, ji bona ku di hêjayiyên neteweyî û bi taybetî jî di zimanê kurdî de xwedîyê şiûreke pirkêm be, di civınê de problam hîn mezintir dibe.
Ji bona partîyan pirsa girîng ya vê platformê û an jî platformên din yên mişterek, zelalkirina rewşa partîyan be. Di civînê de ew yeka nebûye. Beşdarî bi xwe jî vê problemê dîyar dike.
HDP beşdarî civînê dibe, heman partiya PKKê DBP jî beşdar dibe. Gelo çima? Ev herdu madem ku yek partî ne, çima herdu bi hev re beşdarî civînê dibin? Li vir hesabekî siyasî yê negatıgf heye. PKK dixwaze ku di civîneke ji bona zimanê kurdî çê dibe de jî, desthilatdar be. Helbet ev rewşa negatîf, li ser civînê jî dê tesîra negatîf bikira.
Ji bona platforma 9 partîyan ji bona zimanê kurdî du alî hene.
Aliyekî xebatê, bi hev re siyaseta ziman hevbeş kirine. Heger partîyek xwe wek partîyeke kurdan û Kurdistanîyan û Kurdistanê bi nav dike, armanca wê ya navendî û stratejîk, parastina mafê çarenivîsa neteweya kurd e, azadî û rizgarî û serxwebûna Kurdistanê ye. Girêdayî ev armanca sereke û stratejîk, ji bona zimanê kurdî xebat kirin, ji bona ku zimanê kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî û perwerdayî divê her dem xebat bike.
Dîyar e ku ji bona vê platforma ji aliyê 9 partîyan de grûbên xebatê ava bûne. Lê di ser civînê re nêzikî du mehan derbas bûye, xebateke wan ya pêşkêşî raya kurd û Kurdistanê hatîye kirin, tune ye.
Aliyê duyemîn ku girêdayî qerektera civînê, aliyê bingehî û esasî ye. Ew jî ji bona zimanê kurdî xebata teknîkî û pêşxistina zimanê kurdî ye. Fêrkirina ziman e. Xwendin û nivîsandina zimanê kurdî pêş xistin û aktuel kirine.
Ev alîya raste rast, zimanzana, edabeyatzana, mamosteyên kurdî, nivîskarên kurd eleqeder dike. Divê ew bi awayekî xweser û ozerk vê xebatê bimeşînin.
Partî jî ji dervayî hesabên siyasî, bes ji vê xebatê re bibin alîkar. Ji bona ku dezgehek ji bona vê xebatê ava bibe, bi her awayî alîkar bin.
Dema ku xebatên partîya ez dişopînim, ez vê yekê jî nabînim.
Ez hêvîdar im ku di rojên pêş de 9 partî dê xebatên xwe zelal bikin, derxin pêş raya giştî. Em jî dê agahdar bibin.
Wek tê zanîn ku dema 9 partîyan ji bona ziman platform ava kirin, çapemeniya kurd qiymeteke mezin da vê xebatê. Di derbarê xebata wan de agahdarî da. Bawer dikim ku heger xebateke wan ya dîyar heta nûha hebûya, çapemenîyê dîsa jî qala wan xebatan dikir. Em û raya giştî ya Kurdistanê jî agahdar dibûn.
NÎJADPERESTÎ Û ÊRIŞKERIYA LI DIJÎ KURDAN DI NAV TIRKAN DE ÇANDEK E…
Di 16ê Çileyê Pêşin 2018an de, li bajarê Tirkan Sakaryayê, du kurdên (Bav û law) ji Kurdistanê bajarê Muşê, Kadîr Sakçî (bav) û Mûrad Sakçî (law) ji aliyê kesekî Tirk û navê wî Hosta Hîkmet e, ji bona ku bi kurdî qise dikirin û kurd bûn, hat kûştin û hat bîrindar kirin.
Hezar mixabin gor daxuyanîya birayê Kadîr Sakçi, berîya salekê jî, dîsa bi heman armancê birayekî wan ê din, Sabrî Sakçî jî hatiye kûştin.
Vê bûyerê hîç şik tune ye ku di nav kurdan de reaksîyon û tepkîyeke mezin derxist holê.
Li hemberî ev reaksîyona kurdan ya di medyaya sosyal de jî, parezgehê Sakaryayê mecbûr bû ku daxuyanîyekê pêşkêşî raya giştî bike. Parêzgehê Sakaryayê, di daxuyanîya xwe de dîyar dike Kadîr Sakçi ji bona kurd e, nehatiye kûştin, lawê wî Murad Sakçî nehatiye birîndar kirin.
Ev cara yekemîn nîne ku kurd li bajarê Tirkan raserî êrişê tirkan dibin. Kadîr Sakçî û Mûrad Sakçî di van êrişan de xelekeya dawî ye. Diyar e ku gor qerektera dewleta tirk ya kolonyalîst hezar mixabin ev êrişa dê nebe êrişa dawî jî.
Divê raya giÅŸtî û parêzgehê Sakaryayê baÅŸ bizane ku “roj bi herîyê nayê seyandin.”
Gelek aşkere ye ku li Tirkîyeyê di nav tirkan de çandeke nîjadperestî heye. Êrişa dawî ya li dijî du kurdan (bav û law) jî, êrişeke nîjadperestî ye.
Li hemberî kurdan her dem qewimiye.
Ev çanda nîjadperestî, ji felsefeya damezrênêr ya dewleta Tirk çêbûye.
Lewra Dewleta Tirk, dewleteke kolonyalîst e.
Wek tê zanîn, piştî Împeratorîya Osmanî Dewleta Tirk ava bû. Her çiqas di despêkê kemalîstan ji bona ku piştgirîya kurdan bigirin destên mezinên kurdan maç jî kiribûn, piştî ku dewleta xwe ava kirin, hebûna miletê kurd înkar kirin. Kurd, wek tirkan hesibandin. Kurdistan dagîr kirin û kirin kolonîya xwe. Mafên milî yên kurdan xesip kirin û qedexe kirin.
Berîya Dewleta Tirk ava bibe çanda nîjadperestî derket holê. Loma jî ermenî bi tevayî ji holê hatin rakirin.
Ev felsefeya damezrêner ya Dewleta Tirk bû sedem ku dewlet qerektereke nîjadperestî ya hişk qezenç bike. Serhildanên kurdan bi qetlîam û bi komkûjîyê dawî anîn.
Ev qerektera nîjadperestî ya dewletê raste rast sîrayetî tirkan bi tevayî kir.
Ev qerektera nîjadperestî, di hemandem de wek gulleyekê li dilê tirkan bi xwe jî ket. Tirk jî bi heman zîhnîyetê hatin kûştin û hatin qetlîam kirin. Qetlîama Çorumê û Maraşê jî hîn nehatine ji bîra kirin.
Nîjadperestî, dijminantîya însanan, însanetiyê, neteweyan, kêmneteweyan e.
Nîjadperestî, nexweşîyeke zîhnîyetê ye.
Nîjadperestî, dijminê kurdan û hêjayîyên neteweya kurd e.
Divê ku tirk ji vê nexweşîyê û dijminantiyê xelas bibe.
Ew jî bi guhertina dewletê dibe. Heta çand û felsefeya dewletê neyê guhertin, nîjadperestî ji holê ranabe.
Nîjadperestî, pêşî qerekter û nexweşîya kemalîstan bû, pişt re bû nexweşîya hemû civatê û grûbên fikir cûda jî: Bû zihniyeta îslamîyan, komunîstan, sosyalîstan, sosyal demokrat û lîberalên tirk.
Li hemberî kûştina du kurdan bêdengîya hemû tirkan ji bona vê yekê ye.
KOMKUJÎYA ROBOSKÎYÊ ENCAMA SÎYASETA KOLONYALÎST E…
Berîya 7 salan, di 28ê Çileya Paşin 2011an de li Roboskê encama bombarankirina belafirên Dewleta Tirk, 34 ciwan û zarokên kurd hatin kûştin.
Bûyer, li ser sînorê Başûrê û Bakûrê Kurdistanê qewimî. Li Bajeroka Qilebanê gundê Roboskê pêk hat.
Ev kûştina hîç şik tune ye ku li hemberî kurdan komkujîyek e. Kûjerê vê komkûjiyê jî Dewleta Tirk e.
Dewleta Tirk, encama qerektera xwe ya kolonyalîst û dagîrkerî û nîjadperestî li Kurdistanê ev komkûjîya çêkir.
Ev komkûjiya, berdewama komkûjiyên li hemû beşên Kurdistanê hatine li darxistin.
Divê em kurd, di ev xemgîniya komkûjiya Roboskê de li dijî hemû komkûjiyên li Kurdistanê qewimîne û siyaseta kolonyalîst ya Dewleta Tirk; bi dengekî bilind û bi metodeke dîyar û bi awayekî rêxistinî rexne, protesto, telîn bikin. Ji bona careke din ev komkûjiyan li Kurdistanê neqeminin, li çareyan bigerin.
Amed, 28. 12. 2018