8 Adarê Roja Têkoşîna Jinan

8 Adarê roja têkoşîna jinên cîhanê ye. Zêdeyî sadsale ku ew roj jibo rewşa jinên cîhanê berbiçav bibe bi çalekên cûda tê pîroz kirin. Li dij zilma li ser jinan li serên sera cîhanê meş tên çekirin, şev tên li darxistin, konferans û cîvîn tên ava kirin. Lê çi mixabin rewşa jinan li pir welatan zêda nehatîye guhartin.

Li Afrîqa jin hîn wek meta tên firotin. Jibo kêfa mêran xwaş bibe bi tewrek hovitî tên sûnet kirin. Li Hîndîstanê û welatên derdorê pûkên nuzewicî tên şewitandin. Jiber ku wan bi xwe ra cehîzekî baş neanî ye mala mêrê xwe. Yên ku wan dişewitînîn jî pir caran xasîya pûke ye. Li Cînê wek kole tên rehîn kirin ku di fabrîqa da kar bikin. Li welatên Ereban û Rojhelata navîn jin wek meta tên firotin. Li Rojhelata navîn û taybetî jî li Îranê û Saudî Arabî li ser navê namusê bi keviran tên kuştin.

Hemû ew zilm û zordarî jibo berjewandîya civata mêran ya aborî, sîyasî û hîsî ye.

Li welatên wek Evrupa û Emerîqa Bakûr herçiqes rewşa jinan ne wek ya Afrîqa û Asya be jî, zilm û zordarî li wir jî dom dike. Jiber ku zilm û zordarî ne tenê fenomenekî civata feodalîzme ye. Her wiha civatek kapîtalîst jî bi xwe ra kedxwarî û zordarî peyda dike. Hebûna sîstema kapîtalîzme bi kedxwarîye va girêda ye. Heta roja ku kapîtalîzm li ser civatê hukim bike dê kedxwarî û zordarî ji hertim dom bike. Yên ku di civatê da herî pir zordarîyê hîs dikin jî jinin.

Rewşa jinên Kurdistanê ji ya jinên Dinê ne cûdatir e. Di hin wara da hîn xerabtir e. Em kurd hemû bindestin. Lê jinên Kurdistanê du caran bindest in. Ew him di bin nîre mêtîngehkarîyê û him jî di bin nîrê axa, şêx û çemhetên olî da tên hêncixandin. Pir caran dewleta tirk jin bi navê namûsê wek çekek li dij kurdan bi kar anî ye.

Jinên kurd wek milkêkî mêran tê dîtin. Ew metalîta paşverû , dema jin û keç li gor daxwezin wan nekin an ew tên kuştin anjî tên rûreş kirin.

Ew ne qeder e. Em karin vê yekê biguherin.  Wek sosyalist, şoreşger,  femînîst û pêşverûn Kurdistanê divê em hewl bidin ku jin li ser lingên xwe dawestin. Em wek sosyalist divê rewşa jinên Kurdistanê tenê ne di bernamanda bînin ziman. Divê em di jîyanê rojana da jî, hewl bidin ku jin him xûdî rexistinekî taybetî bin him jî di têkoşîna rizgarîya civakî û netewî da cihê xwe bigrin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *