8 Adarê

Pirsgirêka jinan, pirsgirêkek dîrokî ye. Newekhevîya jin û mêr, bi newekekhevîya çînan re, ji hezar salan de, heta îro berdewamkirîye.

Lê piştî geşbûna sermayedarîyê, jinê jî cîyê xwe di bazara firotina kedê de sitendîye û bi mêr re rasterast ketîye qada berhimandinê.

Him bi tekoşîna xwe ya ji rêxistinîya qada kedê sitend û him jî bi pêşveçûna sermayedarîyê re, pêwîstîya ji karanîna jinê ya di her warî de, peyderpey di naskirina mafê jinê de jî pêşveçûnek îzafî çêbû.

Bi taybetî piştî herdu şerê cîhanê ku li gelek welatan sosyalîzma reel avabû û li dewletên Ewropa jî partîyên “sosyalîst” û sosyal demokrat bi giranî bûn desthilat, di warê wekhevîya mafê jin û mêr de jî, di qanûnên xwe de, tevlî hin kêmasîyan, guhertinên girîng pêkanîn.

Li welatên ku di warê aborî de bi şûn de mane, rewşa jinê di her warî de xerabtir e ji ya welatên aborîya wan geşbûye.

Li welatê geşbûyî, jin bi rêya qanûnên di lehê xwe de, bi rêya komele û rêxistinên xwe, bi rêya partîyên ku wekhevîya wan û mafê wan dipejirîne tekoşîna xwe dajon û qanûnên pêwîst didin derxistin û her roj xwe pêşdedixin.

Li welatê şûndemayî û hela yên fûndamentalîzma bawerîyên ku qanûnên serdema navîn diparêzin, yan ferzdikin, rewşa jinê, ji dêvla baş bibe, xerabtir dibe.

Çi mixabin, îro welatên ku Kurdistan mêtingeha wan e, bi rewşa gelê Kurd ya di warê neteweyî, sîyasî, aborî, çandî, perwerdeyî de xerab ve girêdayî, rewşa jina Kurd tê de ye, xerabtir ji rewşa hemû jinên cîhanê yên welatê wan di her warî de bi şûnde ye.

Di van welatan de, pirsgirêka jinê mîna ya Kurd e: çi rêxistinên çep û rast hebe, dibêjin; “gava em şoreşê pêkbînin û tam bibin desthilat, emê mafê jinan jî çareserbikin!”

Li gorî min, ev ne rast e! Gerek berêberê jin di her sazî, rêxistin, partî û her qada jîyanê de tekoşîna xwe ya cinsî li pêş hertiştî bide, xwe û mafê xwe pêşdebixe.

Rêxistinên sîyasî, netewî yan çînî yên ku ji mafê jinê re rûmetê rêbide, divê jin di wan de bixebite.

Pirsgirêkên jinê yên herî girîng, li her welatî serxwebûn û azadîya aborî û hîn ji zarotî de bi karanîna mafê perwerdeya pîşe, meqam û her meslekên ku di civatê de heye.

Helbet li Kurdistanê, rewşa jina Kurd, bi rewşa statuya gelê Kurd ya netewî ve girêdayîye. Heta ku gelê Kurd welatê xwe rizgar neke û nebe xwedîyê desthilatî, aborî û sîstema xwe ya edalet û perwerdehîyê, jina Kurd jî serbixwe û azad nabe.

Di demek ku kurd dixwestin li ser dahatuya xwe biryarê bidin û ji bo vêya tekoşîn didan û bûbûn xwedîyê hin derfetên girîng, neyarê gelê Kurd yên mêtinkar û hov bi navê “Dewleta Îslamî” hêzek terorîst bera pêxîla gelê Kurd dan.

Vê rêxistina terorîst ya îslamî, li ser axa Kurdistan û civata Kurd, doza serwerî û qanûnên koledarîyê yê serdema navîn dikin û bi vê armancê êrîşî hêzên Kurd dikin. Serên mêrên Kurd jêdikin û jinên Kurd jî dikin kole û carîye, dibin li bazaran difiroşin.

Lê li hember vê hovîtîyê, jinên Kurd him bi cengawerî û canfîdane şer dike û li her ciyê ku Kurdistan lê rizgar dibe, di rêvebirî û sazîyên civatê de ciyê xwe digire.

Lê di her sazî, rêxistin û partîya Kurd ku doza mafê neteweyî dike, divê jin ji niha de li mafê xwe yê wekhevîyê xwedî derkeve.

Civatek ku jin bi qwasî mêr di perwerde, berhimandin û rêvebirîyê de cîh negire, ew civat tu carî mîna civatên ku jin lê azad û serbixweye pêşde nakeve. Şaristanîbûna mirovahîyê ya rastî jî ev e.

Welatê ku jin xwe lê azad û serbest his neke ku jin ji rewşa jîyana xwe ne razî be û bi xemgînî bijî, tu carî mêr jî li wî welatî şad û bextewar nabin…

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *