6.Sokrates çima hat kuştin (399 BM)?

Siddik BOZARSLAN

Mirov dişê bide xuyakirin ku Sokrates (470 BM – 399 BM), yek ji wan filozofê herî gewre kesekî ye ku di Yunanistana Antik da jîyaye. Guman tune ku dadgehkirina Sokrates û cezayê kuştinê ku dawî li jîyana wî anîye; di warê demokrasîyê û sîyasetê da cîyekî gelek giring sitandîye û bûye malê dîrokê û her weha dadgehkirina wî û sucdarkirina wî jibo cezayê mirinê; gelek xalên sîyasî û dadgehî jibo wê demê, radixe pêşîya mirovatîya hemî cîhanê.

Sokrates ku bûbû 70 salî, ji alîyê dadgeha ji 500 kesan pêk hatibû, hat mahkemekirin (BM 399). Balkêş bû ku 3 hevwelatîyên Atînayî (Anytos, Meletos û Lykon), li ser 3 nuxteyên sûcdarîyê gilînameyên xwe li dijî Sokrates pêşkêş kirine ku nuxteyên sûcdarîyê weha bûne: Sokrates, cuwanan ji rê derdixe û wan dixe rîyeka şaş (xirab); bêhurmetîyê ji Xwedayên Sîteyê ra nîşan daye; û bi van encaman Xwedanên Nû jibo Sîteyê dide afirandin (çêkirin). Lê ji wan gilînameyan girantir sûcdarîya ku jibo Sokrates hatibû îdîakirin; xwedêgiravî Sokrates bi rejima oligarşîyê ra hevkarî kirîye ango piştgirî daye wê rejimê, ku rastî ne weha bûye. Ji ber ku Sokrates rexne li rejima demokratik xistîye; ev bûye sedemê acizîyek di nava xelkê da jî û fikrek çêbûye ku Sokrates rêkin surgûnê.

Rejima Oligarşik, di 404 B. M. da rejima demokratik hilweşandîye. Di 405 B. M. da Şerê Peloponnesos diqewime. Donanma Atinayê dikeve bin kontrola Spartayîyan. Lê li hemberî wê rewşê demokratên Atinayê berxwedanek îlan dikin. Lê piştgirên oligarşîyê, digel Spartayîyan hevkarî dikin û rêvebirîyê dixin dest û bi navê Rêvebirîya Sîyan (30 kes) ava dikin ku ew rêvebirîyeke gelek hişk bûye û teda  û zulm kirîye. Ew rêvebirî, qasî 1500 kesên demokrat bi dar da kirîye (kuştîye) û bi hezaran jî şandîye surgûnê. Surgûnî, hew qas pir bûne ku li cîyê surgûnê ordîyek ava dikin û paşve vedigerin û rêvebirîya oligarşik di meha wan ya heştan da xirab dikin û ji nû ve rêvebirîya demokrasîyê ava dikin. Di nav rêvebirên oligarşîyê da xwendevanên Sokrates jî hebûne. Amanca Sokrates wê demê ew bûye ku hin hêjayî û qîmetên ku hatine pûçkirin û rizandin, di şûna wan da tiştên aqilane ku heyîyên civatê derxe pêş, divê ew werin parastin û prensîbên nû têkevin jîyanê da ku civat pêştatir here. (Oktay Uygun, Demokrasi: Tarihsel, Siyasal ve Felsefi Boyutlar, Onikilevha Y. 2017 İstanbul r. 30) 

Ewil divê em behsa Konseya Pêncsedkesî (500), jibo Rêvebirinê bikin. Divê were xuyakirin ku Sistema Sîyasî ya Atinayê, li ser esasê cudayîya qewetan hatîye avakirin. Organa Rêvebirinê ya Atinayê, piştî Reformên Kleisthenes, Konseyek bû ku ji 500 kesî çêbûbû. Konseyeke weha qelebalix, jibo xesasîyeta rejima demokratik bû. Konsey, welê hatibû hunandin ku ji temsîlîyeta139 herêmên lokal (herêmî) û 10 qebîle (tax- mahale) pêk hatibû. Ji her qebîleyê bi usûla hilbijartinê 50 kes dihat kifşkirin ku tevayîya wan dibûn 500 kes. Ev 500 kesên endamên Konseyê, her yek ji wan dikaribûn tenê du car wî karî bikin bi şertê ku li ser hev du sal neyên hilbijartin. Ev şert, îmkan didan ji sisêyan yekê kesî ku hevwelatîyê Atinayê bû, di jîyana xwe da carek bibe endamê wê konseyê. Konsey, di her rojek hefteyî da civînên xwe çêdikirin û jibo wan civînan, heqê wan ên diravî dihat dayîn. Mîktarê ku ji wan ra dihat dayîn, qasî 5 qatê heqê dayîna kesên endamên Meclisa Gel bûn ku wan endaman distandin.  

Di encama biryardayînê da jibo Sokrates, 281 kes jibo cezakirinê dengên xwe didin û 220 kes jî li dijî cezadayînê dengên xwe eşkera dikin. Jibo jimareyên dengdanê Sokrates heyîrmayî dimêne. Bi gotina wî ”eger 30 dengên dî jî li dijî biryara mirinê ray bidana, dê Sokrates ji zindanê rizgar bibûya.” Sokrates li bendê bûye ku jimareya ku mirinê xwestine zêdetir bibûya, lê ferq tenê 30 deng bûye. (Platon, Sokrates´in Savunması, Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları, XXIX. Basım, Mart 2022 İstanbul, s. 55- 56)

Bi vî awayî dor tê ku cezayeke çawa bidin Sokrates. Li Atinayê cezakirina kesek bi vî awayî pêk dihat: Kesê ku sucdarîyê diparêze, cezadayînek pêşnîyaz dike; yê ku tê cezakirin jî yan bêsucdarîya xwe diparêze û rûsipîkirina xwe dixwaze, yan jî cezayeke dî jibo xwe pêşnîyaz dike. Dadgeh jî ji van pêşnîyazan yekê dipejirîne û bi wî awayî cezayeke cudatir qebûl nake. Her çi qas cezayê kuştinê jibo Sokrates hatibû dayîn jî, kesek kuştina Sokrates nedixwest. Dihat hêvîkirin ku Sokrates, jibo xwe cezayê surgûnê pêşnîyaz bike û here surgûnê. Ew dikaribû cezayê surgûnê yan jî cezayê dayîna pere pêşnîyaz bike. Lê Sokrates wan her du pêşnîyazan jî nekir. Platon ku yek ji wan xwendekarê Sokrates e û dîtinên Sokrates wek kitêb weşandîye, di kitêba ”Parastina Sokrates” da weha nivîsîye:

”Ez hilbijêrim ku ew min têxin hundûr (zindan)? Li zindanê, gardîyanên ku her tim li ber serê min bigerin, ez çima wek koleyê deh hezaran û dozkarên dadgehê bijîm? Jibo cezayê peredayînê, heta ku cezayê pere bidim, razî bim ku li zindanê razêm? Ev jî tê wê manayê ku her du rê di derîyek da dertên. Ji ber ku jibo berdanê perên min tune ku bidim. Ma ez cezayê surgûnkirinê pêşnîyaz bikim? Dibe ku tiştê di hişê we da ye jî ev e.

Lê hûn hevwelatîyên min bi xwe jî êdî guhdarîya axiftinên min nakin, bawerîyê bi gotinên min naynin û wan şaş dibînin û rast nabînin; jibo ku ez bawerî pê bînim ku bîyanî û kesên dî fikrên min diecibînin, jibo evîna jîyanê divê ez bêfikirandin bim û ji bêhişîyê korefam bim.”(John S. Mill, Özgürlük Üzerine, Oda Y. 2012 İstanbul, s. 36; Jibo haydarîyên zêde binêrin, Platon, end, s. 31- 63)

Jı ber ku Sokrates alternatîfeke dî neda pêşîya dadgehê, dadgeh di rewşeke welê da ma ku ji du rîyan yekê hilbijêre: Yan Sokrates rûsipî bike û wî azad bike; yan jî cezayê kuştina wî tesdîq bike û dadgehê cezayê mirina wî pejirand. Jibo înfazkirina cezayê kuştina Sokrates, mehek di navberê da çû û di wê demê da gelek heskirîyên wî çûn zîyareta wî û li zindanê pê ra axifîn. Gelek heval û dostên wî jê ra pêşnîyaz kirin ku ew bireve û ji kuştinê bifilite û bi wî awayî canê xwe xilas bike. Lê Sokrates bi ya wan nekir û li zindanê benda înfaza cezayê xwe ma. Bi kurtayî Sokrates van prensîpan li dijî wan pêşnîyazan diparast: 

”Ji ber ku ez li Atinayê jîyame, min soz daye ku rûmeta yasayan bigrim; ger ez nuha birevim, ew tê wê manayê ku ez xwedîyê sozê xwe nebûme, ev jî jibo min dibe berberîyek, loma divê wezîfeyê hevwelatîyê be ku mirov ji yasayan ra rûmetê nîşan bide!..” (Platon, Diyaloglar, Remzi Yayınları 2009 İstanbul, s. 34) 

Divê neyê jibîrkirin ku Sokrates kesêkî welê gewre bûye ku demek di rêvebirîya Dewleta Atinayê da jî cî girtîye û digel heval û dostên xwe keda xwe xerc kirîye da ku dûzena rejima Atinayê û di şexsîyeta Atinayê da dûzena rejima civata wî were avakirin. Loma cîyê pesnê û teqdîrkirinê ye ku kesayetekî wek wî mohra xwe li civata xwe û li tarîxa civata xwe xistîye û ew bûye malê hem dîroka kevnar û hem jî dîroka modern û şopeke rûmetkarîyê li pey xwe hiştîye ku kesên weha di dîrokê da gelek kêm in.

Lê Karl Raimund Popper jî hem pesnê Demokrasîya Atinayê û biryarên Dadgeha Gel daye, hem jî rexne li biryarên dadgehê dixe û dibêje ku biryarên pir şaş jî hene ku ne mirovî bûne. Mîsal, êrîş birine ser bajarê giravê Melosê ku bêlayan (bêteref) bûye û hemî zilaman kuştine, jin û zarûkên wan li bazarên koletîyê firotine. (Karl Raimund Popper, Hayat Problem Çözmektir, YKY 8. Baskı Nisan 2018 İstanbul, s. 195)   

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *