Nezîr AKAT
Li Rojavayê Kurdistanê du konferans hatin li darxistin. Konferansa yekem tevaya partîyên Rojavayê Kurdistanê, ronakbîr û dezgehên sivîl yên jin, cuwan û hunermendan di nava xwe de pêça û bi daxwaz û hêvîyên Kurdistanîyan ve bi encam bû.
Konferansê bi kurtî Surîyeke nenavendî û ji bo Rojavayê Kurdistanê jî Federalî xwestibû. Vê konferansê bi beşdarîya xwe û bi encamên xwe nimûneya yekem bû ku dilê Kurdistanîyan geş kir. Hêvîyek mezin di nava her çar beşên Kurdistanê de peyda kir.
Biryara konferansê û peymana di nav PYDê û ENKSê de ew bû ku şandeke taybet bê avakirin û bi Şamê û hêzên navneteweyî re bibe muhatab.
Kurdistanîyên dilsoj û neteweperwer vê konferansê û encamên wê wek hêjayîyên yekta pêşewazî kirin û xwestin di demek kurt de ev şande ava bibe û li gor encamên konferansê şandeya bê avakirin dê temsîla neteweyî ya rojavayê Kurdistanê bike.
Di konferansa duwem de ku encamên konferansê teyid kirîye bi coşeke bilind pêşewazîya encamên konferansa yekem kir. Birêz Îlham Ehmed di konferansa yekem de, gotibû ku şanda ku bê avakirin ji şanda Xweserîya bakur û rojhilatê Suryeyê cudaye. Ev şande dê li ser pirsgirêka Kurdan pêwendîyan dayne. Şanda berê dê li ser mijarên cuda pêwendîyan bi şamê re bidomîne.
Berîya hefteyekê di Televîzyona Çarpel Medyayê de min got takekesên mirûz daliqandî nahêlin şandeya konferansê pêk bê. Gelek mirovan meraq kirin ku ev kesayetên miruz daliqandî kînin.
Encamên herdû konferansên Rojavayê Kurdistanê îdeolojîya PKKê/PYDê ya xweserîya Dempokratîk, komara demokratîk, neteweya demokratîk ango Konfederalîzma Demokratîk pûç û bêmane kir. Ji xwe Îdeolojîyek totalîter ku ji bilî xwe tu cudahîyan qebûl nake, ji bo Kurdistanê statuyê red dike, Kurdistaneke serbixwe, Konfederal, Federal, otonom û mafê kulturalîst jî naxwaze, nikare temsîlîya neteweya Kurd û Kurdistanîyan bike.
Ev îdeolojî û helwesta wê ya totalîter û ji şiûra Kurdistanî bidûrketî, ku tenê xweserîyên bê hudûd, ne di bingeha etnîk û zimanî de, di nav netew-dewletên dagîrker de bi al û zimanên wan bicî bibe û welatê hevbeş demokratîze bike, îdeolojîyek xeyalî, utopîk û Barîqada sereke ya li pêşîya tevgera Kurdistanî ye. Îro li her çar beşên Kurdistanê serçavka vê îdeolojîya ku doza Kurdistanê aloz dike ji raya giştî re eşkere û bêmane bûye. Ev encamin ku Aldar Xelîl di perikîne ser çavên Kurdistanîyan.
Aldar Xelîl yek ji wan kesên mirûz daliqandî û parêzerê vê îdeolojîya Barîqada Kurdistanê ye. Piştî Konferansê ew û çend hevalên wî ji encamên konferansê ne kêfxweş bûn. Îro di 23/05-2025an de Aldar Xelîl verşîya ser çavên beşdarê konferansê û encamên wê bêmane kir. Her weha li himber konferansê bêrêzîyek mezin kir. Çi gotibû Aldar Xelîl: Şandeya konferansê dê beşek ji şandeya Xweserîya bakur û Rojhilatê Suryeyê be. Hînî jî Aldar Xelîl hêvîya xwe bi agir kil dike û davêje merhameta Xweserîya totalîter.
Ev tê çi maneyê?
Aldar xelîl ne bi serê xwe vê gotin û helwestê dibêje û eşkere dike. Ew bi bandora A. Ocalanî ve bi hevalên xwe yên nava PYDê ve dixwazin encamên vê konferansê têk bibin û yekrêzîya navmala Kurdên Rojavayê Kurdistanê birûxînin. Divê Kurdên her çar beşên Kurdistanê dengên Beko Ewanan bibirin û ji nav mala Kurdistanîyan bidûr bixin. Ev bixwe erk û watinîyên neteweperwerên nav PYDê ne û Kurdistanîyên her çar beşan jî li hêvîya helwesta van takekesan nin.
Nezir Akat/ nezirakatgmail.com