Berhevoka stranên Kurdî ya bestekarê Ermenî Komîtas û dîroka teza wî ya doktorayê
Berhevoka bi navê “Awazên Kurdî yên ku ji aliyê Arşîmandrite (rahîbê sereke) Komitas ve hatine berhevkirin” 22yê Çiriya Pêşîn a 1903yan li Moskowayê di Çapxaneya Muzîkê P. Jurgenson de hatiye çapkirin.
Berhevok ji stranên gelêrî yên Kurdî pêk tê ku piraniya wan epîk in û ji aliyê bestekar Archimandrite Komitas bi xwe ve di nav Kurdên derdora Çiyayê Agiriyê de hatine berhevkirin.
Di berhevokê de sêzdeh stran hene:
- Ghandili Siapusch (Qendilî Siyapuş)
- Leili Medjnum (Leylî Mecnûn)
- Djanbalie (Canbeliyê)
- Hasam agha (Hesen Axa)
- Mirza agha (Mîrza Axa)
- Khulleg Giaro (Khulleg Jaro I)
- Khulleg Giaro (Xulleg Jaro II)
- Mamzin (Mem û Zîn)
- DarwischiAwdî (Derwêşê Evdî)
- Sewahadje (Sawa Hacê)
- Hemede Schange (Hamadê Şengê)
- Hame Muse (Hemê Mûsê)
- Sairan (Seyran)
Têbînî: Ev 13 stran bûne bingeh ji bo teza doktoraya Komîtas.
Di vê mijarê de bi awayekî xwezayî pirs derdikeve holê: Gelo, çima Komîtas dema ku teza xwe ya doktorayê diparêze, tenê awaz û muzîka Kurdî esas girtiye lê ne ya Ermenî?
Bersiv prozaîk e: Komîtas zimanê Ermenî nizanibû û tenê bi Kurdî dipeyivî û danûstananan dikir. Loma jî bi zimanê Kurdî û li ser bingeha folklora Kurdî teza xwe parastiye.
(Şîroveyên rojnameger û nivîskara navdar a Kurd Aza Evdaliyê li ser vê gotarê xwedî giringiyeke zanistî ye, lewra edîtor biryar daye ku şîroveyên wê wekî gotarek cuda biweşîne.)
Aza Evdalî
Li ser teza bestekarê Ermenî Soghomon Soghomonyan ku bi navê dêrê Komîtas tê naskirin…
Bi rastî, li ser vê mijarê gelek pirs hene lê bersiv ne ew qasî zelal in. Helbet Kurd minetdarê Komîtas in ku ev bestekar lêkolînên xwe yên zanistî ji bo muzîka Kurdî û strana Kurdî terxan kiriye. Û sedemên vê jî hebûn.
Komîtas di hawîrdoreke Kurdî de û bi zimanê Kurdî û muzîka Kurdî mezin bû. Dê û bavê wî muzîsyenên dîwanxana mîrê Kurdê Êzidî yê ji eşîra Xasînî (an jî Mexsûdî) Ehmed Axa bûn. Û kurê wî, siyasetmedarê navdar Usiv Beg ji zarokatiya xwe de bi Komîtas re hevaltî dikir û hamîtîya wî dikir.
Paşê Usiv Beg xerciyên tevaya xwendina wî yê li Konservatuara Berlînê jî dide.
Li Ermenistanê ti caran behsa vê yekê nayê kirin, ti caran. Bila, Xwedê bi wan re be.
Kurdan bi giştî pir bi awayekî mitewazî li hemberî îdîayên Ermeniyan ên li ser destkeftiyên çand û hunera Kurdî dineriyan û heta roja îro jî wisa dinêrin.
Kurd, wekî gelekî dewlemend û comerd, pir behredar in ku ji aliyê gelek kesayetiyên Ermenî yên navdar, wekî Xaçatûr Abovyan û gelek kesên din ve, li ser mezinî û girîngiya muzîka Kurdî, çanda strana Kurdî îtîraf pê hatiye kirin.
Îcar, em werin ser teza bestekarê Ermenî Soghomon Soghomonyan ku bi navê dêrê Komîtas tê naskirin.
Ew rastiyê ku nayê înkarkirin ku Komîtas muzîka Kurdî baş nas kiriye û jê hez kiriye, ji mijara teza wî jî eşkere dibe. Ermeniyan xwedî muzîka ruhanî ya pir pêhatî bûn lê stran, wekî hunereke gelêrî, hema bêje li ba wan tune bû û gelek nivîskarên wan, Xaçatûr Abovyan jî di nav de, bi xembarî behsa vê yekê dikin.
Lê di nav Kurdan de ev şêwaza afirînerîyê pir pêşketiye, heta di radeya kamilbûnê de ye. Lê belê ev yek bi xweşa hinekan nayê. Heta reftara wan digihîje asta absurdê.
Carekê, gelek sal berê, li Ermenistanê teza doktorayê Komîtas (a li ser stranên Kurdî) wekî pirtûkek hat çapkirin. Û helbet ev pirtûk li cem gelek Kurdan û bê guman, li cem Ermeniyan jî hebûn.
Lê paşê, nizanim bi çi awayî, pirtûk hat komkirin. Dibêjin ji her kesî hatiye komkirin. Niha qet hewl jî nekim ku li ser vê rastiya xembar şîrove bikim. Bûye de bûye…
Lê belê, ji bo ku delîlên karîgeriya muzîka Kurdî ya li ser geşedana strana Ermenî û intixalên (dizîna berheman) kirêt ên di vî warî de bi tevahî ji bîra mirovan bên rakirin, pêwîstî bi tedbîrên radîkal hebûn. Û ew tedbîr hatin îcadkirin.
Derhênerê dokumanteriyê Ermenî Gagik Harutyunyan nêzîkî 10 sal berê dema ku belgefîlma Komîtas a bi navê “Stirana Çotkarê” di Festîvala Fîlman a Cannesê de pêşkêş dikir, wiha got:
“Erkê me yê sereke tespîtkirina rastiyê ye. Mesele ew e ku her kes pê bawer e ku Komîtas li Berlînê teza xwe li ser muzîka Kurdî parastiye. Ev dereweke teqez e.
Tiştekî wiha tune û em dê vê yekê îspat bikin. Em di wê baweriyê de ne ku Komîtas tezeke li ser muzîka Kurdî ne parastiye. Wî qet ti tez jî neparastiye.
Li Berlînê Komîtas tenê xwendiye û bi çanda Rojava re nas bûye.”
Ha, wisa! Kîn û nefreta Ermeniyan li hemberî Kurdan ew qasî xurt e ku ew amade ne xiyanet û destdirêjî li bîranîn û li rastiya li ser bestekarê xwe yê dahî jî bikin. Û ev êdî teşxîs e.
Helbet, ti karê me Kurdan bi quretiyên wiha bêedeb û nerewa tune.
Em xwedî dîrokeke xwe û xwedî ramaneke xwe ya li ser edebê ne. Stranên me yên pir hêja hene.
Di nav wan de ruh, hêz, behredarî, evîn û hêviya neteweyekî mezin hene. Û Komîtasê mezin jî, hez ji muzîka kurdî kiriye û afirînerî û îlhama xwe jê re terxan kiriye. (Rûdaw)