
Bi navê encûmena niştimanî kurd li sûryê, em spasiya we û hemû endam û layengerên partiya we dikin, li ser nameya we ya pîrozbahiyê .
Hêja Mustafa Ozçelik
Em tekiz dikin, ku emê berdewam bin di têkoşina xwe de, ta pêkanîna mafên netewî û siyasî yên rewa, bo gelê kurd, di dewleta sûrya demuqrat ya pêşerojê de. Di heman demê de, emê her hevkar bin bi têkoşerên kurd re li tevahiya Kurdistanê û cîhanê û em bawerin ku partiya( PWK) wê her hokarekî xebatkar û erênî be, bo yekbûna hêzên niştimanî kurd, li Kurdistana Bakur, ta serkeftinê.
Serokê ENKS
Sulêman Oso
